Serokê DYAyê Donald Trump amadekariyê dike ku bi boneya di şerê bi Îranê re de piştgiriya pêwist nedayîne, hêzên xwe yên li hind dewletên endamê NATOyê bikişîne û li welatên piştgiriya polîtîkayên DYAye dikin bi cih bike.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, amadekariyan dike ku leşkerên Amerîkayê ji hind welatên NATOyê yên ku di mijara Îranê de ‘kêm piştgirî’ dane, veguhezîne welatên din. Li gorî nûçeya ku li ser platforma Qesra Spî bi Erebî ev plan wekî ‘cezayê’ ji bo hin hevalbendên NATOyê tê nirxandin.
Leşker dê li welatên piştgirî dayîn bên cihkirin
Tê diyarkirin ku ev pêşniyar niha di qonaxa destpêkê de ye. Li gorî planê, Pentagon dixwaze leşkerên xwe ji welatên ku di şerê bi Îranê re de hevkariyê nakin derxîne û bişîne welatên wekî Polonya, Romanya, Lîtvanya û Yewnanistanê ku zêdetir piştgiriya polîtîkayên Amerîkayê dikin.
84 hezar leşker li Ewropayê ne
Niha li seranserê Ewropayê nêzî 84 hezar leşkerên Amerîkayê bi cih bûne. Ev biryara Trump nîşaneya krîzeke kûr û aloziyeke mezin a di navbera DYA û NATOyê de ye. Heke ev plan bikeve meriyetê, wê hevsengiyên leşkerî û polîtîk ên li Ewropayê bi awayekî berçav biguherin.













