Serokê DYAyê Donald Trump, nerazîbûn nîşanî plana Îranê ya wergirtina pere ji keştiyên ku di Tengava Hurmuzê re derbas dibin da û got ku tengav rêyeke avî ya navneteweyî ye. Trump her wiha îdîa kir ku ew ê uranyûma dewlemendkirî jî desteser bikin.
Serokê Dewletên Yekûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, plana Îranê ya ji bo wergirtina pere ji keştiyên ku di Tengava Hurmuzê re derbas dibin rexne kir û diyar kir ku ev tengav rêyeke avî ya navneteweyî ye û wiha got: “Em dixwazin tengav vekirî û bêpere be.”
Îran: Divê keştî destûr ji me bixwazin
Tengava Hurmuzê li perava Îranê cih digire û wekî cihek derbasbûna stratejîk tê zanîn ku beşek girîng ji bazirganiya petrol û gaza xwezayî ya cîhanê tê re derbas dibe. Piştî zêdebûna aloziyên leşkerî yên vê dawiyê, hikumeta Îranê diyar kir ku keştiyên ku di tengavê re derbas dibin, divê ji rayedarên Îranê destûr bistînin.
‘Em dê uranyûma zengînkirî ji wan bistînin’
Trump, her wiha li ser depoyên uranyûma zenînkirî yên Îranê daxuyanî da. Serokê DYA Trump, îdia kir ku rêveberiya Washingtonê dê di dawiyê de depoyên uranyûma Îranê desteser bike û got: “Em ê wê bistînin. Pêwîstiya me bi wê nîn e, em naxwazin. Îhtîmallek mezin dema ku me desteser kir jî em ê îmha bikin, lê em ê nehêlin ew di destên wan de bin.”
Îran: Uranyûm ji welat nayê derxistin
Rêveberiya DYAyê îdia dike ku Îran dikare vê uranyûmê ji bo pêşxistina çekên nukleerî bikar bîne. Lê belê, Îran îdia dike ku bernameya wê ya nukleerî tenê ji bo armancên sivîl û aştiyane ye. Li gorî çavkaniyên Îranî yên ku ji Reutersê re axivîn, rêberê Îranê Mucteba Xameneyî jî ferman daye ku uranyûma dewlemendkirî ji welêt neyê derxistin.













