awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Heyva Sor a Kurd li Qamişlo alîkarî da hezar û 900 malbatên ji Efrînê

Navenda Nûçeyan / AW

10 NÎSAN 2026 - 12:15
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Heyva Sor a Kurd li bajarê Qamişloyê xwe gihand hezar û 900 malbatên ji Efrînê koçber bûyîn û alîkarî li wan belav kir. Berpirsê Heyva Sor a Kurd Dilşad Dawid diyar kir ku dê xwe bigihînin tevahiya malbatên ji Efrînê koçber bûne û alîkariya pêwist bidin wan. Her wiha saziyê ragihand ku alîkariyên Kurdên Rûsyayê şandin jî li Kobaniyê hatine belavkirin.

Xebatên Heyva Sor a Kurd li Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. saziyê derbarê xwebatên xwe de agahî dan û destnîşan kir ku xebatên alîkariyê yên ji bo koçberên Efrînê yên ku li navendên hewandinê yên Qamişloyê dimînin, bênavber didomîne. Saziya mirovî da zanîn ku wan ji 7ê Nîsana 2026an ve dest bi vê xebatê kiriye û heya niha xwe gihandiye hezar û 900 malbatî. Di peyama Heyva Sor de wiha hate gotin: ”

‘Emê alîkariyê bigihînin hemû pêwendîdaran’

Di daxuyaniyê de peyama hevgirtin û hêviyê derkete pêş û hate destnîşankirin ku xebatên alîkariyê dê heta gihîştina hemû pêdivîdaran berdewam bikin. Heyva Sor a Kurd soz da ku ew dê li cem gelê xwe bin û ev peyam parve kir:

“Em ê heta ku xwe bigihînin her kesê pêwîstiya wî bi alîkariyê heye, bi hilgirtina peyama hevgirtin û hêviyê xebatên xwe bidomînin. Heta ku gelê me bi rûmet vegere warê xwe em dê xebatan mezin bikin.”

Dê li bajarên din jî xebat bê meşandin

Berpirsyarê saziyê Dilşad Dawid jî diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê xebatek berfireh dimeşînin û hewil didin ku xwe bigihînin hemû malbat û kesên xwedî pêwistî. Dawid anî ziman ku alîkariya malbatên ji Efrînê koçber bûne wekî hedefek sereke danîne pêşiya xwe û heta niha bi hevkariya Kanal 8ê xwe gihandine hezar û 900 malbatan. Dawit got ku piştî kar û xebatên wan ên li Qamişloyê temam bûn dê heman xebatê li bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê jî bimeşînin.

Kurdên Rûsyayê alîkarî gihandin zarokên Rojava

Heyva Sor a Kurd destnîşan kir ku Kurdên Rûsyayê ji bo bigihe zarokên Rojavayê Kurdistanê alîkarî şandine û ev alîkarî ji hêla Heyva Sor a Kurdê ve hatine belavkirin. Di parvekirina têkildarî xebatê de hate destnîşankirin ku alîkarî li Kobaniyê li malbatên pêwendîdar hatin belavkirin.

Etîket: Dilşad DawidHeyva Sor a Kurdkoçberên EfrînêQamişlo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Koma 6emîn a koçberên Efrînê ji bo vegerê bi rê ket

Koma 6emîn a koçberên Efrînê ji bo vegerê bi rê ket

21 GULAN 2026
Koma 5emîn a koçberên Efrînê duh gihiştin warê xwe

Koma 5emîn a koçberên Efrînê duh gihiştin warê xwe

11 GULAN 2026
Bi hezaran kes ji bo zimanê Kurdî meşiya: Netewek bi zimanê xwe heye

Bi hezaran kes ji bo zimanê Kurdî meşiya: Netewek bi zimanê xwe heye

30 NÎSAN 2026
Parlamenter Ceylan Akça rewşa koçberên Efrînê bir rojeva Meclîsê

Parlamenter Ceylan Akça rewşa koçberên Efrînê bir rojeva Meclîsê

29 NÎSAN 2026
YRA û Navenda Metro peymana hevkariyê îmze kirin

YRA û Navenda Metro peymana hevkariyê îmze kirin

25 NÎSAN 2026
Heyva Sor a Kurd lambeyên bi enerjiya rojê dixebitin belav kir

Heyva Sor a Kurd lambeyên bi enerjiya rojê dixebitin belav kir

23 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

    ARŞÎV

    • GULAN 2026 (661)
    • NÎSAN 2026 (1047)
    • ADAR 2026 (1153)
    • SIBAT 2026 (1043)
    • ÇILE 2026 (1573)
    • KANÛN 2025 (636)
    • MIJDAR 2025 (501)
    • COTMEH 2025 (512)
    • ÎLON 2025 (484)
    • TEBAX 2025 (467)
    • TÎRMEH 2025 (582)
    • HEZÎRAN 2025 (463)
    • GULAN 2025 (577)
    • NÎSAN 2025 (468)
    • ADAR 2025 (540)
    • SIBAT 2025 (514)
    • ÇILE 2025 (594)
    • KANÛN 2024 (628)
    • MIJDAR 2024 (94)

    Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

    Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

    Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

    Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

    Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

    Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
    Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

    Telefon: +90 (532) 519 37 73

    E-mail: awelatnavend@gmail.com
    Malper: www.ajansawelat.com
    Twitter Youtube Instagram Whatsapp

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

    Encamek nîn e
    View All Result

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne