Komeke din a ji koçberên Efrînê ji herêma Cizîrê berbanga sibehê ber bi warê xwe Efrînê ve bi rê ket.
Efrîniyên ev 9 sal in ji ber dagirkeriya hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê koçber bûne û li bajarê Qamişlo û Amûdê bi cih bûbûn kom bi kom vedigerin li cih û warê xwe. Efrînî girêdayî Peyamana 29ê Çileyê ya di navbera QSD û Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê de heya niha wek 5 kom vegeriyan Efrînê. Amadekariya Koma 6emîn a vegerê ev demek bû berdewam dikir. Koma 6emîn piştî haziriyên xwe bi dawî kir duh li Stadyûma Şehîdên 12ê Adarê ya li bajarê Qamişloyê li hev civiyan.
Koçberên Efrînî îro serê sibehê weke karwanekê berê xwe dan Çerxerêya Yûsif Gulo û ji wir ber bi Efrînê ve bi rê ketin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin komeke din a ji hezaran kesî pêk tê xwe ji bo vegerê amade dike.













