Heyva Sor a Kurd bi piştgiriya rêxistina Medîco Înternatîonal, li gelek gundên Kobanê lambeyên LED ên bi enerjiya rojê dixebitin, li welatiyan belav kirin.
Xebatên mirovî û alîkariyê yên Heyva Sor a Kurd li herêma Kobanê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de, yekîneyên Heyva Sor a Kurd bi hevkariya rêxistina Medîco Înternatîonal projeyeke nû ji bo gundewarên Kobanê pêk anî.
Armanc baştirkirina jiyanê ye

Di çarçoveya xebatan de, yekîneyan serdana çend gundên Kobanê kirin û lambeyên LED ên ku bi enerjiya rojê dixebitin li şêniyan belav kirin. Hat diyarkirin ku ev proje bi armanca baştirkirina şert û mercên jiyanê yên welatiyan û afirandina çavkaniyeke ewle û domdar a ronahiyê pêk hatiye.
‘Em di her şertî de xizmetê bikin’
Rayedarên Heyva Sor a Kurd bal hat kişandin ser berdewamiya xebatên saziyê û diyar kirin ku dê di her şert û mercî de xizmeta ji bo gel berdewam bikin.













