• Nûçeyên Herî Dawî
Salih Muslim: Divê hêzeke navneteweyî were Tişrînê

Salih Muslim: Divê hêzeke navneteweyî were Tişrînê

24 ÇILE 2025 - 09:28
Bijîşkan li Hewlerê dest bi boykotê kirin

Bijîşkan li Hewlerê dest bi boykotê kirin

7 HEZÎRAN 2025 - 10:26
Dayikên cangoriyan: Bila êdî aştiyeke mayînde bê

Dayikên cangoriyan: Bila êdî aştiyeke mayînde bê

7 HEZÎRAN 2025 - 08:51
62 gund li Şirnexê qedexene: Gundî dixwazin vegerin

62 gund li Şirnexê qedexene: Gundî dixwazin vegerin

7 HEZÎRAN 2025 - 08:36
ROJEVA 07ê HEZÎRANA 2025an

ROJEVA 07ê HEZÎRANA 2025an

7 HEZÎRAN 2025 - 08:00
Li Wanê pankarta ‘PKK gel e, gel li vir e’ daliqandin

Li Wanê pankarta ‘PKK gel e, gel li vir e’ daliqandin

7 HEZÎRAN 2025 - 07:49
Li Sûriyeyê di 24 saetan de 9 kes hatin kuştin

Li Sûriyeyê di 24 saetan de 9 kes hatin kuştin

6 HEZÎRAN 2025 - 18:32
Ekrem Kar piştî 30 salan girtî ma hat berdan

Ekrem Kar piştî 30 salan girtî ma hat berdan

6 HEZÎRAN 2025 - 17:28
Di gulanê de zilaman 21 jin kuştin

Di gulanê de zilaman 21 jin kuştin

6 HEZÎRAN 2025 - 15:15
Qurbanî ji kok ve zerar e

Qurbanî ji kok ve zerar e

6 HEZÎRAN 2025 - 12:08
Nûnerên gel Vedat Aydin bi bîr anîn

Nûnerên gel Vedat Aydin bi bîr anîn

6 HEZÎRAN 2025 - 10:20
Li Gever û Colemêrgê serdana goristanan kirin

Li Gever û Colemêrgê serdana goristanan kirin

6 HEZÎRAN 2025 - 10:03
Şêniyên Dêrik û Qamişloyê berê xwe dan ser goristanan

Şêniyên Dêrik û Qamişloyê berê xwe dan ser goristanan

6 HEZÎRAN 2025 - 09:35
Li Herekolê bihişteke veşartî: Zozanên Çemê Karê

Li Herekolê bihişteke veşartî: Zozanên Çemê Karê

6 HEZÎRAN 2025 - 08:14
Li dijî jinan komkujiya veşartî heye

Li dijî jinan komkujiya veşartî heye

6 HEZÎRAN 2025 - 08:01
ROJEVA 6ê HEZÎRANA 2025an

ROJEVA 6ê HEZÎRANA 2025an

6 HEZÎRAN 2025 - 08:00
  • |
  • Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 HEZÎRAN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dayikên cangoriyan: Bila êdî aştiyeke mayînde bê

    Dayikên cangoriyan: Bila êdî aştiyeke mayînde bê

    62 gund li Şirnexê qedexene: Gundî dixwazin vegerin

    62 gund li Şirnexê qedexene: Gundî dixwazin vegerin

    ROJEVA 07ê HEZÎRANA 2025an

    ROJEVA 07ê HEZÎRANA 2025an

    Li Wanê pankarta ‘PKK gel e, gel li vir e’ daliqandin

    Li Wanê pankarta ‘PKK gel e, gel li vir e’ daliqandin

    Li Sûriyeyê di 24 saetan de 9 kes hatin kuştin

    Li Sûriyeyê di 24 saetan de 9 kes hatin kuştin

    ROJEVA 6ê HEZÎRANA 2025an

    ROJEVA 6ê HEZÎRANA 2025an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • ROJANE
    Dayikên cangoriyan: Bila êdî aştiyeke mayînde bê

    Dayikên cangoriyan: Bila êdî aştiyeke mayînde bê

    62 gund li Şirnexê qedexene: Gundî dixwazin vegerin

    62 gund li Şirnexê qedexene: Gundî dixwazin vegerin

    ROJEVA 07ê HEZÎRANA 2025an

    ROJEVA 07ê HEZÎRANA 2025an

    Li Wanê pankarta ‘PKK gel e, gel li vir e’ daliqandin

    Li Wanê pankarta ‘PKK gel e, gel li vir e’ daliqandin

    Li Sûriyeyê di 24 saetan de 9 kes hatin kuştin

    Li Sûriyeyê di 24 saetan de 9 kes hatin kuştin

    ROJEVA 6ê HEZÎRANA 2025an

    ROJEVA 6ê HEZÎRANA 2025an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Salih Muslim: Divê hêzeke navneteweyî were Tişrînê

Mahmût Altintaş / AW

24 ÇILE 2025 - 09:28
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A

Navenda Nûçeyan – Hevserokê berê yê PYDê Salih Muslim têkildarî êrişên Tirkiyeyê li ser herêmê û hevdîtinên bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re pêk tên anî ziman ku Tirkiye di daxwazên xwe de ne dirûst e û got: “Ji ber wê jî em bi guman nêzîk dibin. Li Bendava Tişrînê şerekî dijwar heye. Ji bo rawestandina êrişan divê hêzeke navneteweyî were herêmê û parastina bendavê bike.”

 

Fermandarê Giştî yê Hezên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, di pêvajoyeke ku êrişên Tirkiye û komên paramîlîter ên giredayî wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê berdewam dikin de bi Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) Mesûd Barzanî re hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de pêvajoya guhertinê ya ku Sûriyeyê tê derbas dibe û girîngiya yekitiya netewî ya Kurd hat nîqaşkirin. Mazlûm Ebdî têkildarî hevdîtinê daxuyanî da û got ku wan di hevdîtinê de piştrast kiriye ku helwesta Kurdan wê yek be û ew ê ji hevdu re alîkar bin.

Ji aliyê din ve piştî ku Şandeya DEM Partiyê ji Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêkanî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêvajoya hevdîtin û nîqaşan dest pê kir. Hevdîtin û ji aliyê din vê jî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê di rojevê de ne. Hevserokê berê yê Yekitiya Partiya Demokrat (PYD) Salih Muslim, êrişên Tirkiyeyê li ser herêmê û geşedanên li Kurdistanê ji Ajansa Welat re nirxand.

Yekitiya Neteweyî ya Kurd

Salih Muslim têkildarî hevdîtina Mazlûm Ebdî û Mesût Barzanî destnîşan kir ku yekitiya neteweyî ya Kurd pirr girîng e û wiha got: “Me her tim qala yekitî û yekrêziya Kurdan dikir. Lê daxwaza me ya yekitiyê ji aliyê PDKê ve her tim bi neyînî dihat bersivandin. Lê vê carê piştî bangawaziyan hevdîtin pêk hatin. Ew hevdîtin bêguman ji bo yekitî û yekrêziya Kurdan girîng e. Di hevdîtinê de jî gotibûn pirsgirêka Rojavayê Kurdistanê pirsgirêka hemû Kurdan e. Divê piştgirî bê dayin. Pêşniyarên xwe jî ji hev re kirin e. Ji bo partiyên Kurd Mazlûm Ebdî qebûl bikin û bi pêşengiya wî ji hikumeta Şamê re hevdîtinan bike. Li ser vê yekê soza piştgiriyê dabûn. Hevdîtin bi her awayî baş bû. Xebatên yekitiya netewî jî berdewam dikin. Çend roj berê bi beşdariya hemû partiyên Kurd civînek jî pêk hat. ENKSê jî soz dabû ku beşdarî civînê bibe lê dereng mabû û beşdar nebû. Heta çend rojên din ENKSê dîsa tev lş nebe wê partiyên Kurd di nav xwe de hevpeymaneke çêbikin ku Kurd ji bo Rojavayê Kurdistanê bi yekrêzî tevbigerin.”

‘Li Bendava Tişrînê berxwedaneke bêhempa tê dayin’

Salih Muslim bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê li ser bendava Tişrînê û xetereyên wê li ser herême û axaftina xwe wiha domand: “Êrişên Tirkiyeyê bi armca hilweşandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk berdewam dike. Piştî hilweşîna rejîma Baasê SMO bi piştgiriya Tirkiyeyê êrişî herêma Kurdan kir û xwest herême dagir bike. Armanca wan ew e ji Bendava Tişrînê derbas bibin û Kobanê dorpêç bikin. Li dijî vê yekê li Bendava Tişrînê berxwedaneke bêhempa tê dayin. Artêşa ku êrişî Bendava Tişrînê dike jî artêşa DAIŞê ye. Tirkiye jî li pişt wan e. Tirkiye jî bi balafir û dronên xwe êrişî herême dike û welatiyên sivîl qetil dike. Bi berxwedana Tişrînê pêşiya wan çeteyan hatiye girtin û êrişên wan hatine şikandin.”

‘Tirkiye li pêşiya agirbestê asteng e’

Salih Muslim diyar kir ku Tirkiye li pêşiya agirbestê asteng e û got: “Amerîka ji bo agirbestek li herêmê pêk bê xebatan dimeşîne lê Tirkiye agirbestê naxwaz e. Amerîda çiqas hewlda jî ew agirbesta ku dihat xwestin pêk were ji aliyê Tirkiyeyê vê hat astengkirin. Lê piştî avabûna hikumetê li Amerîkayê tê texmînkirin ku wê ji êrişên Tirkiyeyê re bêjin bes e. Sedama wê jî ne ji bo xatirê me ye. Naxwazin şerê li dijî DAIŞê rawest e. Ji ber êrişên Tirkiyeyê çeteyên giredayî wê niha şerê li dijî DAIŞê rawestiyaye. Amerîka jî vê yekê naxwaze û ji bo wê jî dixwaze êrişên Tirkiyeyê rawestin. Wê li zextê li Tirkiyeyê bikin dê çiqas encam bigre nizanin. Şandeyeke me jî çûbû Amerîkayê û jixwe rojane têkilî û hevdîtin jî pêk tên.”

‘Dibe ku êriş rê li ber xetereya karesatê vekin’

Salih Muslim bi lêv kir ku êrişên li ser Bendava Tişrînê xetereya karesatekê mezin bi xwe re tînê û wiha pê de çû: “Bendava Tişrînê hem ji aliyê dabînkirina pêdiviya avê ya herêmê û hem jî ya ceyranê xwedî taybetmendiyekê ye. Ji bo jiyana mirovên herême cihekî gelekî girîng e. Tirkiye jî dixwaze bendavê derbas bike yanî rê vebike. Armanc ew e ku derbasî aliyê vî aliyê Firatê bibin. Ji ber wê jî şerekî dijwar heye. Heke hêzeke navneteweyî were herêmê û parastina bendavê bike wê gelekî baş bibe ji bo rawestandina êrişan. Jixwe pêşniyareke me jî hebû ku ji bo parastinê hêzeke navneteweyî were. Lê ya herî girîng ew e ku Tirkiye demildest êrişên xwe û piştevaniya xwe ya ji bo çeteyan rawestîne.”

‘Çavê me jî li hevdîtinên li Îmraliyê ye’

Salih Muslim derbarê hevdîtinên bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de jî anî ziman ku Tirkiye di xwestekên xwe de nedirûst e û wiha got: “Em jî weke gelê Rojavayê Kurdistanê hevdîtinên ku bi birêz Abdullah Ocalan re pêk tên bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Li vir çavê me jî li wan hevdîtinan e. Heke pirsgirêka Kurd bi awayekî diyalogê li Bakurê Kurdistanê çareser bibe êrişên li ser Rojava jî wê kêm bibin. Ji ber wê yekê em jî bi hêvî ne ku bi Rêbertiyê re diyalogek çêbibe. Lê ji aliyê din vê jî gumanên me hene. Gumana me ew e ku pêvajoya derbas bûyî careke din dûbare bikin. Wê demê jî qala aştiyê û çareseriyê dihat kirin. Di xwestekên xwe de ne dirûst in ji ber vê yekê em bi guman nêzîk dibin.”

 

 

Etîket: bendava tişrînêSalih Muslimyekitiya Kurdan
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Rêveberiya Xweser: Berxwedana Bendava Tişrînê bi ser ket

Rêveberiya Xweser: Berxwedana Bendava Tişrînê bi ser ket

5 GULAN 2025
Koma Firatê Nobeta Tişrînê dewir girt

Koma Firatê Nobeta Tişrînê dewir girt

16 ADAR 2025
Ji 7 salî heta 70 salî bendavê diparêzin

Ji 7 salî heta 70 salî bendavê diparêzin

16 ADAR 2025
Tirkiye Bendava Tişrînê û Til Temîrê topbaran kir

Tirkiye Bendava Tişrînê û Til Temîrê topbaran kir

15 ADAR 2025
Salih Muslim: Divê hêzeke navneteweyî were Tişrînê

Salih Muslim: Peyman ji bo her kesî destkeftiyeke mezin e

11 ADAR 2025
Berxwedana gel a li Bendava Tişrînê 2 meh li pey xwe hişt

Berxwedana gel a li Bendava Tişrînê 2 meh li pey xwe hişt

8 ADAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2025 (87)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Nafiye Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne