• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
12 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Fetî Yildiz: Mafê hêviyê wê di raporê de cih bigire

    Fetî Yildiz: Ji bo aştiya mayînde em ê stranên xwişk û biratiyê bistrên

    Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Forûma Aştiyê re peyam şandin

    Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Forûma Aştiyê re peyam şandin

    DEM Partî ya Îzmîrê banga tevlîbûna meşa 16ê Gulanê kir

    DEM Partî ya Îzmîrê banga tevlîbûna meşa 16ê Gulanê kir

    Li Pasûrê 90 cenaze di Goristana Bêkesan de ye!

    Li Pasûrê 90 cenaze di Goristana Bêkesan de ye!

    AVAMED bi hevkariya MEBê ‘Pêşengên Avê’ perwerde dike

    AVAMED bi hevkariya MEBê ‘Pêşengên Avê’ perwerde dike

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Fetî Yildiz: Mafê hêviyê wê di raporê de cih bigire

    Fetî Yildiz: Ji bo aştiya mayînde em ê stranên xwişk û biratiyê bistrên

    Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Forûma Aştiyê re peyam şandin

    Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Forûma Aştiyê re peyam şandin

    DEM Partî ya Îzmîrê banga tevlîbûna meşa 16ê Gulanê kir

    DEM Partî ya Îzmîrê banga tevlîbûna meşa 16ê Gulanê kir

    Li Pasûrê 90 cenaze di Goristana Bêkesan de ye!

    Li Pasûrê 90 cenaze di Goristana Bêkesan de ye!

    AVAMED bi hevkariya MEBê ‘Pêşengên Avê’ perwerde dike

    AVAMED bi hevkariya MEBê ‘Pêşengên Avê’ perwerde dike

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Platforma Saziyên Demokratîk: Divê êdî gavên hiqûqî bêne avêtin

Amed / AW

28 COTMEH 2025 - 12:36
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Amed – Platforma Saziyên Demokratîk têkildarî vekişîna gêrîla li Amedê daxuyanî da. Li ser navê platformê Endamê Kongreya Îslama Demokratîk(DÎK)ê Mehmet Emîn Ay diyar kir ku ew vekişîna gêrîla bi qîmet û girîng dibînin û got “Divê êdî gavên hiqûqî û siyasî bêne avêtin.” 

Platorma Saziyên Demokratîk li Qonala Îskender Paşa ya Sûra Amedê têkildarî vekişîna gêrîla ya di 26ê Cotmehê de civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de li salonê pankarta mezin a li ser “Her gavek ji bo aştiyê, Her gavek ji bo civaka demokratîk, Bi gavên yekalî çênabe çareserî” vekir. Endamên Platformê û nûnerên saziyan di civînê de amade bûn.

Li ser navê Platformê Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Mehmet Emîn Ay daxuyanî da. Mehmet Emîn Ay diyar kir ku vekişîna gerîla pir bi wate û bi qîmet e.

Mehmet Emîn Ay diyar kir ku ew Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk, ku zêdeyî salekê ye berdewam dike, ji bo paşeroja gelên me wekî qonaxek dîrokî dibînin û wiha got: “Ev pêvajo, ji destdayîna hev a sembolîk lê watedar a di vekirina Meclîsê de di 1’ê Cotmeha 2024’an de heta îro, bûye şahidê geşedanên girîng ên ku wê di bîra civakî ya me de şopên kûr bihêlin.”

Mehmet Emîn Ay, da zanîn ku li gorî bangên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Tevgera Azadiya Kurd îradeya xwe ya ji bo aştî û çareseriyê eşkere ragihand û got: “Tevgera azadiyê bidarxistina kongreya xwe ya rêxistinî, biryara betalkirinê (fesih) girt û li dû vê biryarê merasîma şewitandina çekan li dar xist. Ev gav, ne tenê veguherîneke rêxistinî, di heman demê de deriyê serdemeke nû vekir ku tê de siyaseta demokratîk, çareseriya civakî û lihevhatina demokratîk pêş tê.”

Mehmet Emîn Ay, anî ziman ku hevdîtina Îmraliyê ya di 27ê Sibatê de hat kirin û li dû wê jî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk”, daxuyaniyeke dîrokî bû ku zimanê aşitiyê û zemîna siyaseta demokratîk kûr kir û wiha berdewam kir: “Gotina Rêzdar Ocalan a ku di vê bangê de anî ziman, “Lihevhatina demokratîk rêbaza bingehîn e”, meyla rastirîn a ji bo paşerojê îfade dike.

Gotina Rêzdar Ocalan a ku di daxuyaniya xwe ya bi dîmen (vîdeo) de ya di 9’ê Tîrmehê de anî ziman, “Ez ne bi hêza çekê, lê bi hêza siyaset û aştiya civakî bawer im”, ji bo gelê Kurd û hemû civaka Tirkiyeyê nexşerêya aştiyeke mayînde nîşan dide.

Bê guman yek ji gavên herî krîtîk û pêşketî yên vê pêvajoyê jî biryara vekişîna hêzên Tevgera Azadiya Kurd a ji axa Tirkiyeyê ye ku di demek nêzîk de, ango di 26’ê Cotmeha 2025’an de, hate dayîn. Ev biryar, careke din samîmiyeta pêvajoyê, baweriya bi aşitî û çareseriya demokratîk derxistiye holê. Biryara vekişînê ji bo lezdayîna pêvajoyê û vekirina rêya siyaseta demokratîk û avakirina aştiya civakî xwedî girîngiyeke jiyanî û dîrokî ye.”

Mehmet Emîn Ay, li ser rista dewletê jî rawestiya û got: “Niha dor hatiye ku dewlet ji bo bidawîkirina pêvajoya pevçûnê ya 52 salî û di vê qonaxa derbasbûnê de entegrasyona li ser zemîna siyaseta demokratîk gengaz bike, qanûnên hemweletiyên azad, civaka demokratîk û sivîl bîne cih. Gavên dîrokî yên ku hêzên Tevgera Azadiya Kurd heta niha avêtine, ji bo bicihanîna van hemûyan qadeke gelekî hêja vekirine. Di warê zemîna sazîbûnê ya pêvajoyê de jî gavên girîng hatine avêtin; li Meclîsê bi tevlîbûna hemû partiyan Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê hate damezrandin û îradeyeke ku zemîna siyasî ya aştiya civakî xurt dike derxist holê. Lê belê heta niha komîsyona hatî avakirin bi Rêzdar Ocalan re ku muzakerevanê sereke yê pêvajoyê ye, pêşengê avakirina Aştî û Civaka Demokratîk bi perspektîfa çareseriyê pêşxistiye, hevdîtin nekiribe, ji bo gelê Kurd û gelên din nayê qebûlkirin. Li ser vê bingehê; ji bo ku Rêzdar Abdullah Ocalan bi hemû beşên civakê re li ser pêvajoyê nîqaşên saxlem bimeşîne û bi rêziknameyên hiqûqî yên ku dê ji bo azadiya wî ya fîzîkî bêne derxistin, bigihîje azadiya xwe, hem ji bo me hem jî ji bo ku pêvajo veguhere entegrasyona demokratîk, şertek pêşîn e.”

Mehmet Emîn Ay, herî dawî bal kişand ser gavên hiqûqî û siyasî û wiha got: “Di qonaxa îro de eşkere tê dîtin ku, ligel hemû gavên dîrokî yên Tevgera Azadiya Kurd, lingê kêm ê ji bo pêşveçûna pêvajoyê, cihneanîna rêziknameyên hiqûqî û yasayî yên ku dikeve ser milê dewletê ye. Mayindebûna aştiyê, peydakirina entegrasyona demokratîk û xurtkirina baweriya civakî, ne tenê bi gavên yekalî, lê bi gavên dualî dê gengaz be.

Serketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, ne tenê serkeftina gelê Kurd e; wê bibe serkeftina hemû bawerî û nasnameyan, bi kurtasî hemû gelên herêmê. Bi vî awayî, pêvajo wê siberojeke ronî, li ser bingeheke rast a biratiya gelan û jiyana hevpar mayînde bike. Ji bo qonaxa duyemîn û belkî jî qonaxa herî dijwar a pêvajoyê ye ku sazkirina aşitiyê, xurtkirina siyaseta demokratîk û avakirina serdemeke nû ya li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev e, pêwîst e ku dewlet rêziknameyên pêwîst ên hiqûqî, yasayî û îdarî der bixe.

Em Weke Platforma Saziyên Demokratîk, di vê pêvajoyê de her gava ku heta niha hatiye avêtin bi qîmet, bi nirx û girîng dibînin û dubare dikin ku em ê piştgiriya gavên avaker ên ku dê ji niha û şûn ve werin avêtin, bikin. Di vê wateyê de, bikaranîna zimanekî pozîtîf û tevgir (kapsayıcı) ku li gorî ruhê pêvajoyê ye ji aliyê her beşê ve, ji bo ku pêvajoya heyî veguhere muzakere û entegrasyona demokratîk, gelekî girîng e.

Li gorî vê, em bang li hemû gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn, bawermendan, hêzên demokrasiyê, rêxistinên civaka sivîl, sendîka, odeyên pîşeyî, partiyên siyasî û beşên civakî dikin ku piştgirî bidin vê pêvajoyê û li vê derfeta dîrokî xwedî derkevin.”

Çi bûbû

Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê di çarçoveya biryarên 12emîn Kongreya PKKê de dest bi vekişîna hêzên xwe kir. Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê li Qendîlê di 26ê Cotmehê de bi tevlêbûna 25 gerîlayan daxuyanî da çapemeniyê û bir vekişînê aşkere kir.

 

Etîket: GerîlaMehmet Emîn AypkkPlatforma Saziyên Demokratîkvekişîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Serdar Şîrnas: Dengbêjan tu carî dev ji gotina rastiyê bernedaye

Serdar Şîrnas: Dengbêjan tu carî dev ji gotina rastiyê bernedaye

11 GULAN 2026
Li dijî êrişên zayendî meş: Faîl û kujeran neparêzin bila zarok bên parastin

Li dijî êrişên zayendî meş: Faîl û kujeran neparêzin bila zarok bên parastin

8 GULAN 2026
Bernameya 15ê Gulanê ya Amedê eşkere bû

Bernameya 15ê Gulanê ya Amedê eşkere bû

5 GULAN 2026
Saziyên ziman dê sibê Deklerasyona 15ê Gulanê aşkere bikin

Saziyên ziman dê sibê Deklerasyona 15ê Gulanê aşkere bikin

3 GULAN 2026
MÎT: Dê ji bo PKKiyên çek berdane ‘mekanîzmaya teyîdkirinê’ bê avakirin

MÎT: Dê ji bo PKKiyên çek berdane ‘mekanîzmaya teyîdkirinê’ bê avakirin

3 GULAN 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

2 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Civîna Polîtîkayên Jinan a Herêma Botanê hat lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayhan Erkmen li Wanê jiyana Celadet Elî Bedîrxan vegot

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Vezîr Parlak: Li Colemêrgê ‘Konsepta Dêrsimê’ tê meşandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sûlava Emrûdê piştî salan careke din bi heybet diherike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çêkera naverokên medya dîjîtal: Hînbûna min a Kurdî bersivek bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Waliyên Hewlêr û Dihokê serdana Şaredariya Amedê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Payîzava serayek vekir: Armanc xurtkirina aboriya jinan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (302)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne