Şirnex – Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ku di navenda netew dewletan de maye, bi pergala Neteweya Demokratîk tê rêveberin. Li dijî rêveberina totalîter rêvebirina gel esas tê girtin. Hevserokê Meclîsa Firatê yê berê Mehmet Şahîn anî ziman ku gel ji pergela Neteweya Demokratîk kêfxweş in.
Di sala 2011an de bi navê “Bihara gelan” di nava gelek dewletên Ereb de serhildanên gelan pêk hatin. Di encama wan serîhildanan de li Suriyeyê jî şerê navxweyî derket. Di şerê navxweyî yê Suriyeyê de ewil gel li bajarên Rojavayê Kurdistanê dest bi serîhildanê kir. Bi îlankirina kantonan xweseriya xwe ava kirin. Piştî têkbirina DAIŞê ya ku hêza xwe ji dewletan digirt, bi pêngava “Şoreşa Rojava” re Kurdan bi gelê herême re dest bi pevajoya avakirina jiyaneke nû kirin. Li ser esasê paradîgmaya Neteweya Demokratîk ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li dijî pergala kapîtalîzme pêş xistibû, jiyaneke nû ya wekhev hate avakirin. Bi avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re paradîgmaya Neteweya Demokratîk hat rûniştandin û hemû gelê herêmê bi hev re bi awayekî wekhev û azad dijîn. Bi paradîgmaya Neteweya Demokratîk li gundan komun hatin avakirin. Li bajarok û bajaran meclis û di ser meclisan re jî kanton hatin avakirin. Bi vê yekê re beşdarbûna gel a nava rêveberiyê esas hat girtin û gel xwe bi rê ve dibe.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji perwerdehiyê heta tenduristiyê, ji hunerê heta çandê gelek gav hatin avêtin ku di ronahiya paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de roj bi roj jiyaneke nû şîn û geş dibe. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku paradîgmaya Neteweya Demokratîk tevî êrişên Tirkiyeyê jî hatiye rûniştandin, ji bo jiyaneke nû roj bi roj gav tên avetin. Hevserokê Meclisa Firatê yê berê Mehmet Şahîn tekildarî pergala Neteweya Demokratîk a rêvebêriyê ji ajansa me re axivî.
‘Pergala Netewe Dewletê kaos e’
Mehmet Şahîn anî ziman ku pergala netew dewletê ji bo gelên Rojhilat Navîn bûye sedema qirîz û şer û ji ber wê jî Rojhilata Navîn hertim di nava aloziyan de ye. Mehmet Şahîn destnîşan kir ku pergala netew dewletê li ser gelên Rojhilata Navîn hat ferz kirin û wiha got: “Ew pergal ne li gor taybetmendiyên gelên Rojhilata Navîn bû. Lê ji aliyê dewletên serdest ên rojavayî cihanê ve li gelan hat ferzkirin. Ji ber ku ew pergal ne li gor taybetmendiyên gelên Rojhilata Navîn bû bi awayekî tundî li gelan hat ferzkirin. Ji ber ku bi awayî tund hat ferzkirin jî her tim bû sedema alozî û qirîzan. Gelên li Rojhilata Navîn ji ber vê pergalê hertim di nava qirîz, alozî û şer de bûn. Di heman deme de vê pergalê di nava gelan de jî gelek pirsgirêk ava kir. Bi dehan netew, pêkhate û bawerî hene û bi hev re dijîn. Lê vê pergalê di nava gelan de jî nakokî ava kirin û bû sedem ku gel li dijî hev şer bikin. Netew dewletê bi xwe re desthilat jî ava kir û bû sedema çêwisandina gelan. Pergala dewletê biryarên yek kesî li ser civakeke ferz kir. Gelê Kurd ji vê pergala netew dewletê bêpar hatibû hiştin. Ji ber wê jî me pirsirêkên heyî dualî jiya. Yanî ji aliyekî mafê me ye hebûn û azadî hatibû desteserkirin ji aliyê din ve jî mafê me ye demokrasiyê hatibû desteserkirin. Lê gelên din tenê mafê wan ê demokrasiyê hatibû desteser kirin.”
Navê êvebirina gelan: Neteweya Demokratîk
Mehmet Şahîn diyar kir ku piştî “Bihara gelan” li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi navê pergala Netewa Demokratîk rêveberiyeke nû hatiyê avakirin û li dijî pergala netew dewletê pergala Netewa demokratîk ji pirsgirêkên civakî re dibe bersiv. Mehmet Şahîn destnîşan kir ku paradigmaya Netewa Demokratîk li dijî pergala netew dewlet alternatîfa herî xurt e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî şerên navxweyî yên ku bihara gelan jî tê binavkirin gel li dijî desthilatdariyê rabû ser pêyan. Di nava gelek dewletên Ereb de serîhildanên gelan çêbûn. Gelan edî nedixwast di pergala netew dewletê ya ku desthilatdaran ava dike de bijîn. Lê wan serhildanan tenê li Rojavayê Kurdistanê encam girt. Sedema wê yekê jî ew bû ku li vir li dijî wê pergalê alternatîfeke me hebû. Lê yên din alternatîfeke wan tune bû. Wan çareserî di guherîna desthilatê de ditîn. Lê pirsgirêk dewlet bixwe bû. Ji ber ku wan nekarî wê pirsgirêkê teşhîs bike nekarîn encameke ku pirsgirêkê ji holê rake bi destbixin. Ji ber wê jî li wan welatan pirsgirêk hê jî berdewam dike. Ji ber ku li Rojavayê Kurdistanê em xwedî felsefe bûn û me teşhîs kiribû ku pirsgirêk pergala netewa dewlet bixwe ye. Me karî encamê bigirin. Bi şoreşa gelan pengavek da destpêkirin û di encamê de li Bakur û Rojilatê Suriyeyê bi paradîgmayeke nû ya Netewa Demokratîk ku rêvebirina gelan esas digrê hat rûniştandin. Ne civakeke ku li gor dewletê civakeke ku li gor pîvanên exlaqî û polîtîk di bin baneya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê tê rêxistin kirin.”
‘Hemû gel wekhev bi hev re dijîn’
Mehmet Şahîn bi lêv kir ku piştî avabûna Rêveberiya Xweser ew ji bo avakirina komînan û meclîsan bênavber xebitîne û derbarê pêvajoya avakirina komînan de ev tişt gotin: “Di destpêkê de ji bo rêxistinkirina jin, ciwan û tevahiya civakê em mal bi mal geriyan. Me li gundan komîn ava kirin. Her wiha komînên jinan, komînên ciwanan û komînên civakê hatin avakirin. Bi komînan re meclîs hatin avakirin ku gel bikarê biryarên xwe bi xwe bide. Li gundan di komînan de civakê pirsgirêk û kêmasiyên xwe nîqaş dikirin û ji bo rêvebirinê biryar dikirtin. Di wan biryaran de fikra hemû kesan dihate girtin. Hemû ferdên civakê xwe di nava rêveberiyê de didît. Her wiha ji bo pêdiviyên civakê bên dabinkirin di heman deme de saziyên aborî, çandî, xweparstinê, izmetê û saziyên civakî hatin avakirin. Me niha jî ispat kiriyê ku civak dikarê xwe bi xwe birêve bibe û bikare biryarên xwe bixwe bide. Civakê pergala Neteweya Demokratîk nas kir û baweriya wan jî pêhat. Bawer dikin ku dikarê xwe rêvebibe û li dijî êrişan xwe biparêze. Piştre jî Rêveberiya Xweser hat avakirin û hemû sazî giredayî rêveberiya xweser di nav wê de dadgeh û bi hezaran sazî hatin avakirin. Ji komînan heta meclîsan ji meclîsan heta kantonan pergaleke ku gel bi xwe bi xwe bi rê ve bibe hat rûniştandin. Hemû gel û netewên li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi vîna xwe tevlî pergala Netewa Demokratîk dibin. Tevî êrişên Tirkiyeyê û çeteyên giredayî wê jî baweriya gelan çêbûyê û hemû gel bi awayekî wekhev, demokrat û xwedî îrade bi hev re dijîn.”
Gel rêveberê xwe ye
Mehmet Şahîn da zanîn ku ew li dijî rêveberiya yek kesî rêveberiya gel esas digirin û tekildarî pergala rêveberina hêrema Bakur û Rojhilata Suriyeyê ev agahî dan: “Tenê li Kantona Kobanê nezî 450 komîn hene. Li gor pêwistiyê gel komîn tên avakirin. Yanî li ku derê pêwistiya civakê hebe li wir komîn tên avakirin. Rêveberiya Xweser her tim di nava guherîn û pêşxistinê de ye. Ji bo rêveberina herêmê meclîsa gelan heye. Ev der weke parlamentoyayê. Her wiha meclîsa edaletê û lêşkeriyê jî heye. Yanî hemû kar û xebatên civakê di meclîsan de ne û di bin meclîsan de jî komite hene û ew komite jî giredayî meclîsan in. Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi giştî 7 kanton hene. Kantona Efrîn û Şehba, Minbîç, Tebqa, Reqa, Derêzor, Cizîr û Firatê heye. Ew heft kanton li herêma Bakur û Rojhilatê Suriyeyê tên cem hev. Her kantoneke di asteke bilind de xwedî îrade ye. Kanton dikarê gelek biryaran bigre. Di nava hevpeymana civakî de hemû kantonan li hev kirinê û li gor wê tev digerin û di nav xwe de jî xwedî xweseriyek e.”
‘Gel bi pera Neteweya Demokratîk kêfxweş e’
Mehmet Şahîn anî ziman ku tevî êrişan jî gelên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji pergala Neteweya Demokratîk kêfxweş in û bi awayekî aram dijîn. Şahîn wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di pergala netew dewletê de gel li dûrî siyaset, aborî û perwerdehiye yê. Desthilat li ser birçîbûna civakê û nezanhiştina civakê siyasetê dimeşîne. Ji bo bikarê xwe li ser civakê ferz bike civakê li dûrî van yeke dihele. Lê di pergala Netewa Demokratîk de dema komînek tê avakirin ew komîn dibe vîna civakê. Hemû kes dibe xwedî biryareke giştî. Hem ji aliyê civakî û hem jî ji aliyê siyasî ve dibe xwedî biryar. Yanî beşdarî siyaseta giştî tê kirin. Di hûndirê komînê de biryar tên girtin ew biryar diçin meclisa bajar û di meclise de derbasî kantonê dibe û di kantonê de jî derbasî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dibe. Yanî bi vî awayî her ferdekî komînê ji aliyê siyaset û rêveberina Bakur û Rojhilatê Suriyeyê de xwedî biryar e. Gel jî vê cûdahiyê dibine. Ji aliyekî ne xwedî biryar bû û nezan bû lê ji aliyê din ve jî dibînê ku xwedî biryar e û bi vîna xwe dikarê beşdarî siyaseta giştî bibe. Ji ber vê yekê jî civak pir kêfxweş e. Heta niha mînaka vê yekê li tu cihekî cihanê tune bû. Kesekê-î nikaribû ji aliyê rêveberin û siyaseta giştî ve bibe xwedî biryar. Ew cara yekem li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê pêk hatiye. Civak polîtîk e û xwedî berpirsyar e. Ji ber wê yekê jî tevî êrişan jî civak ji aliyê aborî û siyasî ve aramê û kêfxweş e. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî her tim li gor civakê pergala xwe pêş dixê û li gor pêdiviyên civakê guherînan jî dike.”