• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Komploya 9ê Cotmehê li Bakurê Kurdistanê hate şermezarkirin

Navenda Nûçeyan

9 COTMEH 2025 - 18:10
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê hate protestokirin. Di çalakiyan de hate diyarkirin ku divê her kes li dijî komployan dengê azadiyê bilind bikin û gotin: “Azadiya Abdullah Ocalan dê ji bo aştiya gelan û siberojê gava herî şênber be.”

Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmeha 1998an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelek bajaran bi pêşengtiya Platforma Sazadiyên Demokratîk (DEKUP) û bi dirûşma “Bi Rêbertiya azad ber bi civaka azad ve” hate protestokirin. Di çalakiyan de daxuyaniya hevpar hate xwendin.

Daxuyaniya hevpar wiha ye:

“9ê Cotmeha 1998an, ne tenê destpêka komployeke navneteweyî ye ku li dijî birêz Ocalan hatibû plankirin. Di heman demê de mîladek e ji bo êrîşeke berfireh a li dijî hêviyên aştiyê yên gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn. Ev komplo, operasyoneke navneteweyî bû ku li dijî îradeya azadiyê ya gelê Kurd, li dijî ramaneke ku dikaribû di Rojhilata Navîn de bibe pêşengê veguherîna demokratîk, hatibû plankirin.

Ramanên Abdullah Ocalan komplo vala derxist

Ji ber ku raman û paradîgmaya ku birêz Ocalan, Ocalan pêş xistibû, li hemberî sîstema şer, îstîsmar û serdestiyê ku gelan rû bi rû dihêle, bi perspektîfa Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk, derketineke aştiyê bû. Navendên modernîteya kapîtalîst xwestin vê ramanê teslîm bigirin û îradeya azad a gelan dîl bigirin. Lê belê, tevî şertên giran ên tecrîdê yên ku 26 sal in li Îmraliyê didomin, berxwedana birêz Ocalan, weke rawestiyeke ramanî û siyasî ya di asta dîrokî de armanca komployê pûç kiriye.

Gelê Kurd ji zêdetirî sedsal e li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê li ber xwe dide. Têgîna ‘Kurd tune ne’, bûye îdeolojiya hevpar a avakirinê ya her çar netewe dewletan, her hewldana mafdarî bi tundî hatiye tepisandin. Lê belê kevneşopiya berxwedanê ya li ser vê axê, her carê ev tarîtiye parçe kiriye. Derketina birêz Ocalan a li ser qada dîrokê, mohra ‘em hene’ ya gelê ku zincîrên înkarê lê hatibûn danîn e. Qonaxa dîrokî ya ku gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya azadiyê ya 52 salan gihîştiye, êdî demeke wisa afirandiye ku tu hêz nikare bibêje ‘Kurd tune ne.’ Îro îradeya gelê me, ramana wî û rêxistinbûna wî, nîşana herî berbiçav a vê rastiyê ye.

‘Azadiya Abdullah Ocalan ji bo demokratîkbûnê pêdiviyeke neçar e’

Lê em vê yekê dizanin ku; azadiya gelekî ku rêberê wî dîl girtiye, kêm dimîne. Tecrîda giran a ku birêz Ocalan salan e li Îmraliyê tê re derbas dibe, ne tenê li ser kesekî lê êrişek e li dijî hêviya aştiyê ya gelekî ye. Ji ber vê yekê, azadiya fizîkî ya birêz Ocalan, ji bo paşeroja demokratîk a gelê Kurd û hemû civaka Tirkiyeyê, pêdiviyeke neçar e. Îro gelê Kurd li meydanan bi gotina ‘Bê Serok jiyan nabe” vê rastiyê bilind dike. Ev gotin ne tenê dirûşmek e; daxuyaniya îradeyê ye ku têkiliya diyalektîk a di navbera jiyana azad û rêbertiya azad de, bi awayekî herî zelal tîne ziman. Di Cotmeha 2025’an de, Kampanyaya Azadiyê ya Cîhanî ku sala duyemîn tijî dike, bi armanca misogerkirina azadiya fizîkî ya birêz Ocalan, belavkirina tarîtiya ku komployê afirandiye û gihandina gelên Rojhilata Navîn ber bi asoyê aştiyê ve, mezin dibe. Em jî weke parçeyek ji vê kampanyaya dîrokî, di biryardariya mezinkirina têkoşîna gelê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê de ne. Hewldanên modernîteya kapîtalîst ên ji bo vemirandina agirê azadiyê yê ku birêz Ocalan pêxistibû, pûç derketin; berevajî vê, ev agir roj bi roj zêdetir geş bûye û îro bûye meşaleyek ku rêya azadiyê ya gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn ronî dike.

Niha erkê ku dikeve ser milê me ew e ku em vê meşaleyê dest bi dest bigerînin, li çar aliyên cîhanê belav bikin û rêya azadiya birêz Ocalan vekin. Azadiya birêz Ocalan, ji bo aştiya gelan û paşeroja demokratîk gaveke herî berbiçav e. Dema ku em li dijî komployê dengê xwe bilind dikin, bila em dengê azadî û aştiyê jî bi hev re mezin bikin.”

                             

Şirnex

Li Qada Emerê Ereb a Şirnex bi tevilbûna Parlementerê DEM Partiyê yê Şirnex Mehmet Zekî Îrmez, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl û gelek welatiyan  pankarta li ser, ‘Bi Rêbertiya azad ber bi civaka azad ve’ hat vekirin û daxuyanî hat xwendin. Di daxuyanî de bê navber diruşmên, ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Bê Serok jiyan nabe’ , ‘ Qazidê aştiyê li Îmraliyê ye’ hatin berzkirin.

Hevserokê TUHAD-Der a Şirnexê Aydin Denîz daxuyanî xwend.

Piştî Denîz, Parlementer Îrmez axivî û got; “Îro ji bo gelê Kurd rojek reş e. Hêzên hegemonîk wê serdemê xwestin fikr û ramanên Ocalan desteser bikin. Armanca wan azadiya gelê Kurd bû. Ev 27 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi têkoşîna xwe armancên hêzên hegemonîk têk birin û vale derxist. Pêvajoyek dîrokî li ber Tirkiye ye. Divê Tirkiye li gor wê gavan biavêje û azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan pêk were.”

Piştî azaftina Îrmez girseyê xwest heya avahiya DEM Partiyê bimeşe lê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Li ser vê girseyê çalakiya rûniştinê pêk anî. Piştî çalakiyê polîsan destûr da Îrmez û hevserokên DEM Partiyê ku bimeşin.

Sêrt

Li Sêrtê bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk a Sêrtê dijî salvegera Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmeha 1998an a li dijî Abdullah Ocalan hatiye pêkanîn meşek û daxuyanî li dar xist. Girse pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Sertê kom bûn polisan di serî de xwest meşê asteng bike lê girse li ber xwe da û dest bi meşê kir û heta Cadeya Guresê meşiya. Di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin Jiyan Azadî Azad Bike Rêbertî” hat berzkirin û pankartê “Bi rêbertiya azad ber bi civaka azad ve” hat vekirin. Nûner, rêveberên partiyên siyasî, endamên saziyan sivîl û gelek kes tev li meş û daxuyaniyê bûn.

Girse dema hat Cadeya Guresê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mustafa Dayanan ve hat xwendin.

Agirî

Platforma Saziyên Demokratîk, li navenda Agiriyê bi tevlibûna nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek kesan daxuyanî da. Di çalakiyê de pankarta “Bi Rêbertîya azad ber bi civaka azad ve” û dovîzên “Belê rewşa me gelek bi heybet e”, “Li dijî komployê berxwedan, bi berxwedanê jî aştî” û “Bijî berxwedana Îmraliyê” hatin hilgirtin.

Girseyê xwest piştî meşê daxuyaniyê bide lê polîsan hewl dan asteng bikin û rê li ber rageşiyê vekirin. Polîsan bi hinceta biryara walîtiyê xwest çalakiyê asteng bike. Girseyê jî bi dirûşmên “Zext nikarin me têk bibin”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Bijî berxwedana Îmraliyê” bersiv da polîsan. Piştî rageşiyê, daxuyanî hat dayin û metna hevpar ji hêla Hevserokê DBP’a Bajar Sebîh Kaya ve hate xwendin.

Girseyê, piştî daxuyaniyê dorpêça polîsan ji holê rakirin û dest bi meşê kir. Di meşê de dirûşmên “Bijî Serop Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, jiyan, azadî azad bike Rêbertî” berz kir. Girse, bi dirûşm û çepikan heta Cadeya Tahir Elçî meşiya û meş li pêşiya avahiya DBP’ê bi dawî bû.

Erzirom

Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê li navçeya Qere Çoban a Erziromê jî hate protestokirin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bû. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi Rêbertiya azad ber bi civaka azad ve” hate hilgirtin. Metna daxuyaniya hevpar ji hêla Hevserokê DBP’a Bajar Ramazan Karakaş ve hate xwendin.

Îdir

Li Îdirê jî daxuyanî hate dayin. Rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên bajar û navçeyan û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî, li pêşiya avahiya DEM Partiyê hte dayin. Di daxuyaniyê de komplo hate şermezarkirin û girse xwedî li banga Aştî û Civaka Demokratîk derket.

Edene

Li Qada Beşocak a Edeneyê daxuyanî hat dayin û metna hevpar ji hêla Hevseroka DEM Partiyê ya Edeneyê Helîn Kaya ve hate xwendin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan jî di daxuyaniyê de got ku divê têkildarî “Mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan de gav bên avêtin.

Dêrsim

Li Kolana Hunerê ya Dêrsimê jî daxuyanî hate dayin û komplo hate protestokirin. Gelek siyasetmedar û nûnerên saziyan tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Na ji komployê re azadî ji birêz Ocalan re” hate hilgirtin. Metna hevpar, ji hêla endama DAD’ê Hulya Bozkurt ve hate xwendin. Wekîla Dêrsimê Ayten Kordu jî diyar kir ku tevî şertên giran ên tecrîdê ku 26 sal in didomin jî gelê Kurd dev ji aştî û demokrasiyê benedaye. Ayten Korduyê herî dawî ji komplo şermezar kir.

Çewlîg

Platforma Saziyên Demokratîk, li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Çewligê jî daxuyanî da û komploya 9ê Cotmehê şermezar kir. Pêkhateyên platformê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi Rêbertiya azad ber bi civaka azad ve” hate hilgirtin. Metna hevpar ji hêla Hevserokê DBP’a Çewligê Şevket Kalindamar ve hate xwendin.

Xarpêt

Platforma Saziyên Demokratîk li Xarpêtê jî daxuyanî da. Daxuyanî, li Garaja Hozatê hate dayin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi Rêbertiya azad ber bi civaka azad ve” hate hilgirtin. Metna hevpar, ji hêla Hevseroka DEM Partiyê ya navçeya navendî Saadet Yavuz ve hate xwendin.

 

Etîket: KomploKurdistanmesşermezarkirin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îran naxwaze ûranyûmê bide: Deriyê tunelên ûranyûmê hatin mayînkirin

Îran naxwaze ûranyûmê bide: Deriyê tunelên ûranyûmê hatin mayînkirin

13 HEZÎRAN 2026
Îranê êrîşî Komelayê kir

Îran: DYA êriş bike em dê bersivek tund bidin

11 HEZÎRAN 2026
Şewata li Meydana Qiyam a Tehranê mezin dibe

Şewata li Meydana Qiyam a Tehranê mezin dibe

11 HEZÎRAN 2026
Wezîrê Şer ê DYAyê: Em dê îşev bombeyan li Îranê bibarînin

Wezîrê Şer ê DYAyê: Em dê îşev bombeyan li Îranê bibarînin

11 HEZÎRAN 2026
Jinan li Amedê bang kir: Em ê bersiva herî xurt bidin nijadperestan

Jinan li Amedê bang kir: Em ê bersiva herî xurt bidin nijadperestan

7 HEZÎRAN 2026
Li Nisêbînê li dijî hişbirê meş hat lidarxistin

Li Nisêbînê li dijî hişbirê meş hat lidarxistin

7 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kercewsê cotkaran dest bi çinîna nîskan kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê Di Sedsala Duyemîn De’ dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 13ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Axêverên Konferansê: Komarek demokratîk bê Kurdan nabe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Di avakirina komarê de şaşiya herî mezin netew dewlet e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Mihrîcan hevgirtina jinan xurt dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo pêvajoyeke rast divê azadiya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (380)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne