Şirnex – Çemê Nerdûşê ku ji bin Çiyayê Cûdî diherike û yek jî çavkaniya avê ya welatiyên herême yê ji ber av û gemara kanên komirê qirêj dibe û diherike. Ji ber qirêjbûna çem, masî êdî di çem de nemane û ji bo welatiyên herêmê jî dibe sedema pirsgirêka avê.
Şirnex ku bi talankirina xwezayê û birîna daran her tim di rojevê de ye, bi avakirina kanên komir, xîz û lêgerîna petrolê hewa û çemên wê jî tên qirêjkirin. Kanên komir û madênên cuda ku ji aliyê aligirên desthilat û sermayedarên herêmê vê hatine çêkirin, xesarek mezin didin xwezaya herême. Wezareta Hewirdor û Bajarvaniyê bêyî ku hewcedarî bi rapora ÇEDê bibinê destûr daye kanên komirê. Kanên Komirê ku ji aliyê parlamenterê berê yê AKPê Suleyman Bolunmez vê hatine çêkirin, xesarek mezin didin xwezaya herême û welatiyan. Şîrketa Bolunmez Enerjî ya Suleyman Bolunmez ku li ser rêya û Şirnexê kana komirê çêkiriye dibe sedema qirêjbûna Çemê Nerdûş. Çemê Nerdûş ku ji bin çiyayê Cûdî diherike ji ber av û gemara kana komirê dikeve nava çem qirêj dibe û wek heriyê diherike.
Pezê gundiyan ji ber avê nexweş dikeve
Çemê Nêrdûş, ji gundên bi ser Şirnexê ve dest pê dike û heta navçeya Silopiyayê diherike û pêdiviya avê ya welatiyên herêmê dabîn dike. Lê ji ber qirêjbûna çem, ava vexwarinê ya welatiyên herêmê jî qirêj dibe û ev yek metirsiyên jiyanî bi xwe re tîne. Qirêjbûna çem ne tenê bandor li ser welatiyan dike di heman deme de ji bo sewalan jî metirsiyan derdixînê. Sewlên ku di çem de avê vêdixwin nexweş dikevin. Ji bîlî çem jî li wê derdorê cihekî ku sewal bikarin ava paqîj vêxwin tune ye. Tevî gilî û gazînên welatiyan jî lêçûnên kanên komirê re çareseriyek nehatiyê dîtin û hê jî lêçûnên kanên komirê diherikin nava çem.
Darên fêkiyan hişk bûne
Çemê Nerdûş di bin kontarê Çiyayê Cûdî diherike û li gundên Şirnexê heta gundên navçeya Silopiyayê ji çem sûd digrin. Gundê Avgamasiya ku ji nezî çem e, qirêjbûna avê herî zêde bandor li ser vî gundî dike. Welatiyên li gund bi ava çem, çandiniyê dikin û fêkî û sebzeyan xwedî dikin. Lê piştî ku çem hatiye qirêjkirin fêkî û sebzeyên welatiyan jî hişk dibin, êdî nikarin çandiyê jî bikin. Debara gund jî li ser sewalkarî û çandiniyê ye. Lewma ev yek bandorê li ser çavkaniya debara xelkê gund jî dike. Qirêjbûna çem ji aliyekî vê darên fêkiyan hişk dike û ji aliyê din ve jî dema sewalên wan ava çem vedixwin nexweş dikevin.
Çemê Nerdûşê qirêj diherike
Li gor gotinên şêniyên gund Çemê Nerdûşê beriya kanên komirê zelal diherikî û di nav de gelek masî hebûn e. Lê niha di dîmenan de jî xuya dike ku çem bi awayekî qirêj diherike û qirêjiya kanên komirê jî di nav çem de diyar dibe. Bi qirêjbûna çem re êd^ş masî jî di nav çem de nemane û dimirin. Dema me li wir dîmenê çem digirt, şivanekî temenê wî hê zarok bû, pezê xwe anîbû ber çem û neçar bû pezê xwe li vir av bide. Şivan da zanîn pez vê ava qirêj vêdixwe û nexweş dikeve. Lê ji bilî vir li cihekî din av tune ye û ji ber vê ew neçar dimînin li vir pezê xwe av bide. Qirêjiya çem bi di wêne û dîmenên me girtin de jî eşkere xuya dike.
Li ser Çemê Nerdûşê bendav wê bê çêkirin
Midûriyeta Herêma 10emîn a Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) plan dike ku li ser Çemê Nerdûşê bendavekê çêbike. Li gorî plana DSÎyê projeya HESê û avdanî, kanan, tesîsa perçekirina-hêrandinê û tesîsa betonê wê li bendava Nerdûşê bi cih bîne. Ji bo projeyê dê civîna ÇEDê bê lidarxistin. DSÎ jî bang li welatiyan dike ku beşdarî civînê bibin. Welatiyên ku li dijî projeya bendavê bi hêrs û nerazî ne tev li civîna ÇEDê nabin. Bi çêkirina bendavê re wê çavkaniya avê ya welatiyan bi temamî ji holê rabe.