• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
25 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şîrovekarê siyasî Alan Pîrê: Pêkane ku piştî Îranê dor bê Tirkiyeyê

    Şîrovekarê siyasî Alan Pîrê: Pêkane ku piştî Îranê dor bê Tirkiyeyê

    Tengava Hurmuzê: Pira navbera şaristaniyan û korîdora enerjiyê ya cîhanê

    Tengava Hurmuzê: Pira navbera şaristaniyan û korîdora enerjiyê ya cîhanê

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 25ê NÎSANA 2026an

    Bi dronên xwekuj êrişî kampeke li Koye hate kirin

    Di êrişa ser malekê de du zarok birîndar bûn

    Birîna ku derman nabe: 111 salên qirkirina Ermeniyan

    Birîna ku derman nabe: 111 salên qirkirina Ermeniyan

    Nûçegihanê me Nedîm Oruç ji girtîgehê derket

    Nûçegihanê me Nedîm Oruç ji girtîgehê derket

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şîrovekarê siyasî Alan Pîrê: Pêkane ku piştî Îranê dor bê Tirkiyeyê

    Şîrovekarê siyasî Alan Pîrê: Pêkane ku piştî Îranê dor bê Tirkiyeyê

    Tengava Hurmuzê: Pira navbera şaristaniyan û korîdora enerjiyê ya cîhanê

    Tengava Hurmuzê: Pira navbera şaristaniyan û korîdora enerjiyê ya cîhanê

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 25ê NÎSANA 2026an

    Bi dronên xwekuj êrişî kampeke li Koye hate kirin

    Di êrişa ser malekê de du zarok birîndar bûn

    Birîna ku derman nabe: 111 salên qirkirina Ermeniyan

    Birîna ku derman nabe: 111 salên qirkirina Ermeniyan

    Nûçegihanê me Nedîm Oruç ji girtîgehê derket

    Nûçegihanê me Nedîm Oruç ji girtîgehê derket

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Em amade ne, hewce ye desthilat gavan biavêje’

Onder Akbulut - Omer Demîr / AW

10 SIBAT 2025 - 09:33
Kategorî: ROJANE
A A
Amed – Parlamenter Zeynep Oduncu û welatiyên ku beşdarî mitînga bi dirûşma “Ji bo Aştiyê Azadî” ya Amedê bûn diyar kirin ew li pey Rêberê PKKê Abdullah Ocalan in û gotin: “Dibe ku nêzîkatiya dewlet wekî birêz Abdullah Ocalan zelal be.’’

Şandeya ji parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk tê di 28ê Kanûna 2024an û 22yê Çile 2025an de li Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Piştî hevdîtinên li gel Abdullah Ocalan pêk hatin DEM Partî û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) sê mitîngên bi dirûşma “Ji bo Aştiyê Azadî” dan pêşiya xwe. 2yê Sibatê li Stenbolê, 8ê Sibatê li Amedê û mitînga dawî jî 9ê Sibatê li Mersînê hatin lidarxistin. Mitînga Amedê bi beşdariya hezaran welatî pêk hat. Kesên beşdarî mitîngê bûn têkildarî pêvajoyê ji Ajansa Welat(AW) re axivîn.

‘Divê daxwazên gelê Kurd bi awayekî fermî bên naskirin’

Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncu da zanîn ku ji bo pêvajoyê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û gelê Kurd amade ye û got: “Ev 40 sal in li dijî kurdan polîtikayên bişaftin, qirkirin û tunekirinê tên meşandin. Hêj tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan berdewam dike lê Abdullah Ocalan ji bo aştiyeke mayînde di sekna xwe de tiştek winda nekiriye û ji bo aştî pêk bê hewl dide. Birêz Abdullah Ocalan peyamên ku bi reya giştî re hatin parvekirin de diyar kir ku ji bo azadiyê amade ye û gelê kurd jî amede ye. Ev bi salan e li Kurdistanê xwîn tê rijandin. Li dijî ewqas qirkirinê lê dîsa gelê kurd di qadan da ji bo aştî û azadiyê dengê xwe bilind dike. Armanca vê mitîngê jî xurtkirina bingeha aştî û azadiyê ye.”

Zeynep Oduncu da zanîn ku peyamên Abdullah Ocalan ji bo aştiyê pir girîng in û wiha got: “Divê rewşenbîr, nivîskar, siyasêtmendar herkes pistgiryê bide pêvajoyê û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê di TBMMê de di warê qanûnî de gav bên avêtin. Hewceye ku daxwazên gelê Kurd bi awayekî fermî bên naskirin. Di 2013-2015an de dewletê pêvajo xerab kir û pişt re gelek siyasetmedar girtin. Ji ber vê jî divê ji bo çareseriyê yekemin gavên qanûnî bên avêtin. Em wek partî û gelê kurd amedene. Divê partiyên siyasî yên din jî piştgiriyê bidin pêvajoyê.”

‘Hewceye dewlet gavan biavêje’

Yek ji beşdarên mitîngê Mehmet Kose anî ziman ku ji bo pêvajo li pêş bikeve pêwîste desthilat-dewlet gavan biavêje û got: “Armanca me ya tevlibûna vê mitîngê aştî, wekhevî û azadî ye. Em azadî û aştiyê dixwazin, em şer naxwazin. Gelê kurd di aliyê şer de tu carî gava pêşî neavêtiye. Her tim aştî, wekhêvî û azadî xwestiye. Îro jî tevlibûna me ji bo pêvajoyê ye. Em jî dibêjin ji vî şerê qirêj ê ku li ser gelê kurd tê meşandin re êdî bes e. Tu carî me înkara Dewleta Tirk qebûl nekiriye û em qebûl nakin. Pêwîste ku zimanê Kurdî bi fermî werê naskirin. Pêvajo ji aliyê birêz Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, em li pişt birêz Ocalan in. Lê di destpêkê de em dixwazin dewleta Tirk gav biavêje û vê pêvajoyê di aliyê fermî de nas bike. Bi înkar û îmhaya gelê Kurd ev pêvajo nameşe. Behsa çekberdanê dikin lê piştî çekberdanê dê çi bibe nayê gotin, ew welê nabe. Erdogan dibêjê an dê çek berdin an jî dê îmha bibin, em bikuştinê naqedin.”

‘Birêz Ocalan ji bo aştiyê li Îmraliyê li ber xwe dide’

Jiyan Acar jî bal kişand ser polîtîkayên desthilatdariyê û wiha got: “Hatina me ya vê qadê ji bo azadiya Kurdistanê ye. Ji bo ku şer xelas bibe hewceye em bibin yek. Em dixwazin di nav çar parçeyên Kurdistanê de aştiyeke birûmet pêk were. Heta ku em kurd dest nedin hev ev şer dê berdewam bike. Birêz Abdullah Ocalan ji bo aştiyê li Îmraliyê li berxwe dide. Çend caran daxuyanî da û got ez amade me lê dewleta tirk naxwaze aştî çebibe û şerê qirêj dimeşîne. Heta ku dev ji polîtîkayên qirêj bernedin aştî nabe. Dewleta Tirk dixwaze zimanê kurdî tune bike. Em dixwazin bi zimanê kurdî bijîn lê ew nahêlin em bizimanê xwe biaxivin. Dixwazin ciwanên me tevlî nava xebatên qirêj bikin û naxwazin ciwanên me pêşeroja xwe bibînin.”

‘Gel li benda daxuyaniya Abdullah Ocalan e’

Hevserokê MEBYA-DERa Amedê Mehmet Emîn Kiliç durûtiya AKPê bibîrxist û wiha got: “Dîmena mitîngê armanca mitîngê derdixe holê. Îro gel bibandora gotina aştiyê û peyamên Birêz Abdullah Ocalan herikî mitîngê, qad tijê kir, ev tiştêkî gelek balkêş e. Gel li benda daxuyaniya ku dê di 15ê Sibatê de ji aliyê Birêz Abdullah Ocalan ve bê dayîn e. Êdî gel birçiyê azadiyê ye û azadiyê dixwaze. Gel ji qirêjiyê, ji vê bêhiqûqiyê aciz bûye. Dewlet di şer de nikare serbikeve. Di gelek mînakên cîhanê de jî dixuyê, çiqas xwîn hatibê rijandin jî di dawiyê de aştî çêdibe. Êdî herkes bi dil û can dixwaze aştî pêk were, ev xwastin mizgîneyeke ji bo gelê herêmê. Ev mitîng gelekî hêjaye, armanc dawîkirina kuştin û talanan e, daxwaza aştî û aramiyê ye.”

‘AKP ne alîgirê aştiyê ye’

Mehmet Emîn Kiliç bal kişand ser pratîkên AKPê û ev yek anî ziman: “Di vê pêvajoyê de durûtiya AKPê derket holê, AKP heta niha jî ne zelal e. Xuyaye pêvajoyeke derveyî îradeye AKPê derketiye holê. AKP dizane dema ku aştî pêk were êdî AKPyê li holê rabe. Ji ber ku AKP li ser xwînê desthilatê di destê xwe de digire û naxwaze aştî çêbibe. Ji aliyekî ve dibêje aştî ji aliyê din jî bi kayûman îradeya gelê kurd xesp dike. AKP îro jî dixwaze pêvajoyê xera bike, ne alîgirê aştiyê ye. Li gel AKPê exlak û rêgez tunene, AKP tenê berjewendiyên aborî esas digire. Lê ji ber ku naxwaze were tewanbarkirin vê armanca xwe aşkere nake. Piştî vê durûtiyê ez bawerim ku gelê li pişt AKP jî dê êdî durûtiya wan bibine û êdî li pey wan neçe. Heta niha AKPê gelê alîgirê xwe jî xapandiye. Îro MHP ji AKPê bi pêşdetir e, partiyeke weke MHPê xetereyên li ser welatê xwe dibîne û dixwaze gav biavêje.”

Etîket: Abdullah OcalandesthilatdewletŞandeya Îmraliyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mehmet Emîn Ekmen: Bêyî tespît û teyîdê divê qanûn bihata çêkirin

Mehmet Emîn Ekmen: Bêyî tespît û teyîdê divê qanûn bihata çêkirin

23 NÎSAN 2026
Tulay Hatîmogullari: Pêvajo di qonaxeke krîtîk de ye divê qanûn bên çêkirin

Tulay Hatîmogullari: Pêvajo di qonaxeke krîtîk de ye divê qanûn bên çêkirin

22 NÎSAN 2026
Poyraz: Ewropa li benda zagonan, civak li benda mafê hêviyê ye

Poyraz: Ewropa li benda zagonan, civak li benda mafê hêviyê ye

22 NÎSAN 2026
Remzî Kartal: Divê ev sal bibe sala yekîtî û azadiya gelê Kurd

Remzî Kartal: Divê ev sal bibe sala yekîtî û azadiya gelê Kurd

21 NÎSAN 2026
Rojnameger Ulug: Gelê Kurd êdî naxwaze bêstatu li Rojhilata Navîn bijî

Rojnameger Ulug: Gelê Kurd êdî naxwaze bêstatu li Rojhilata Navîn bijî

20 NÎSAN 2026
Li Gemlîkê piştî meşê daxuyanî hate dayîn

Jinan ji Gemlîkê bang kir: Dem dema azadiya Abdullah Ocalan e

19 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Nûçegihanê me Nedîm Oruç du roj in di binçavan de ye

    Nûçegihanê me Nedîm Oruç û 19 kesên girtî tehliye bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xelkê Gimgimê li dijî talana xwezayê mitîng li dar dixe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nûçegihanê me Nedîm Oruç ji girtîgehê derket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Prof. Dr. Polat: Rêzefîlmên mafyatîk tundîtûjiyê normalîze dikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Girtiya siyasî Ardil Çeşme piştî 32 salan hat berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Gimgimê bi deh hezaran kes peyam da: Em dev ji axa xwe bernadin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Danişîna doza nûçegihanê me Nedîm Orûç dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Gimgim û Kanîreşê têkoşîna man û nemanê: Jeotermal an jiyan?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 25ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (871)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne