• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
27 TÎRMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Iraqê biryara qedexekirina zimanê Kurdî li zanîngehan betal kir

    Iraqê biryara qedexekirina zimanê Kurdî li zanîngehan betal kir

    Veysî Aktaş gihişt Amedê: Em ê Girava Îmraliyê bikin girava aştiyê

    Veysî Aktaş gihişt Amedê: Em ê Girava Îmraliyê bikin girava aştiyê

    KNK: Pêşeroja gelê Kurd bi stratejiyeke hevpar pêkan e

    KNK: Pêşeroja gelê Kurd bi stratejiyeke hevpar pêkan e

    Bayindir: Çi dibe bila bibe dê Kongreya Neteweyî pêk were

    Bayindir: Çi dibe bila bibe dê Kongreya Neteweyî pêk were

    Kişanak: Ocalan ji bo temamkirina evînên neqediyayî yên di dilê me de têdikoşe

    Kişanak: Ocalan ji bo temamkirina evînên neqediyayî yên di dilê me de têdikoşe

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Suleyman Cîhan pirsîn

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Suleyman Cîhan pirsîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • ROJANE
    Iraqê biryara qedexekirina zimanê Kurdî li zanîngehan betal kir

    Iraqê biryara qedexekirina zimanê Kurdî li zanîngehan betal kir

    Veysî Aktaş gihişt Amedê: Em ê Girava Îmraliyê bikin girava aştiyê

    Veysî Aktaş gihişt Amedê: Em ê Girava Îmraliyê bikin girava aştiyê

    KNK: Pêşeroja gelê Kurd bi stratejiyeke hevpar pêkan e

    KNK: Pêşeroja gelê Kurd bi stratejiyeke hevpar pêkan e

    Bayindir: Çi dibe bila bibe dê Kongreya Neteweyî pêk were

    Bayindir: Çi dibe bila bibe dê Kongreya Neteweyî pêk were

    Kişanak: Ocalan ji bo temamkirina evînên neqediyayî yên di dilê me de têdikoşe

    Kişanak: Ocalan ji bo temamkirina evînên neqediyayî yên di dilê me de têdikoşe

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Suleyman Cîhan pirsîn

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Suleyman Cîhan pirsîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Peyama Ocalan a ji bo ziman: Min bêriya axaftina bi zimanê Kurdî kiriye

Şirnex / AW

14 SIBAT 2025 - 16:02
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Parlamenter Newroz Uysal Aslan di kongreya Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek de axivî bal kişand ser girîngiya zimanê Kurdî û got: “Birêz Abdullah Ocalan di hevdîtineke xwe de dibêje ‘Min bêriya axaftina bi zimanê Kurdî û guhdariya li dengbêjekî kiriye’. Ev bêrîkirin erkeke li ser milê me hemûyan ku em xwedî lê derbikevin.”

Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê xebatên ziman û çanda Kurdî bi rê ve dibe, bi dirûşma “Zimanê azad jiyana azad” kongreya xwe ya awartê ya 2yemîn li Eywana Konferansê ya Şeredariya Cizîrê li dar xist. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, rêveberên rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Şirnex û navçeyên wê, nûnerên saziyên sivîl, Hevberdevkê Komîsyona Çand, Huner û Ziman a DEM Partiyê Heval Dilbihar, parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û gelek kes tev li kongreyê bûn.

Bernameyê bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiye de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştî rêzgirtinê dîwana kongreyê hat hilbijartin.

‘Her Kurdek berpirsiyarê axaftin û xwendina Kurdî ye’

Di kongreyê de parlamenter Newroz Uysal Aslan axivî û bi lêv kir ku têkoşîna zimanê Kurdî gelek girîng e û wiha got: “Her gel û pêkhate bi ziman û çanda xwe hene. Gelê Kurd herî zêde ji aliyê ziman û çandê ve bi polîtikayên pişaftinê re rû bi rû ma. Bi sedan sal in têkoşîna ziman û çanda Kurdî didome û cihekî dîrokî digire. Ziman û çand ji bo miletekî girîng e. Ji bo ew milet bê çand û bê ziman bimîne, bê nasnameya xwe bimîne polîtikayên pişaftinê ji aliyê serdestan ve tên lipêşxistin. Ji ber vê têkoşîna qada ziman cihekî girîng digire. Bi KHKyan gelek saziyên ziman hatin girtin. Saziyên me yên ziman ên piştî wan hatine vekirin jî dîsa bi êrişan rû bi rû dimînin. Li Amedê operasyoneke qîrkirinê li ser saziyên ziman hat kirin. Mamosteyên Kurdî hatin girtin. Vê sibehê li Îzmîrê Mala Hunerê ya Jîn Artê ji aliyê polîsan ve dorpêçkirin û lêgerîn lê hat kirin. Em li Meclisê û li qadan ji bo zimanê Kurdî têdikoşin. Di dawetên me de ji bo cil û bergên Kurdî welatiyên me tên binçavkirin. Ji bo wê jî qada ziman di têkoşîna me ya azadiyê de pir girîng e. Niha li ser çareseriyê nîqaş tên kirin. Di vê pêvajoyê de nîqaşa zimanê Kurdî jî tê kirin. Di girtîgehan de jî dixwazin zimanê Kurdî qedexe bikin û asteng bikin. Axaftina bi Kurdî ya bi birêz Abdullah Ocalan re tê qedexekirin. Nikare bi malbat û parêzerên xwe re bi Kurdî biaxive. Birêz Abdullah Ocalan di hevdîtineke xwe de dibêje, ‘Min bêriya axaftina bi zimanê Kurdî û guhdariya li dengbêjekî kiriye’. Ev bêrîkirin erkeke li ser milê me hemûyan ku em xwedî lê derbikevin. Her Kurdek di axaftin û xwendina Kurdî de berpirsyar e.”

‘Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî’

Heval Dilbihar jî destnîşan kir ku xwedî derketina zimanê Kurdî berpirsyariya hemû Kurdan e û wiha axivî: “Bi sedan sal in dagirker û mêtîngerên li ser Kurdistanê çima xwestinê Kurdî tune bikin, gelek tişt hatine gotin. Hemû sewal û ajal bi zimanê dayikê xwe tên nasîn. Ji ber wê jî hemû netew bi zimanê xwe tên nasîn. Em gelek caran dibêjin ziman hebûn û rûmeta me ye. Ziman her tiştê neteweyekî di nav xwe de vêdişêre. Ji ber wê jî tunebûna zimanekî tunebûna dîrok û hebûna neteweyekî ye. Ziman ji ziman zêdetir e. Heke zimanek ji holê rabe ew gel jî ji hole radibe. Ji ber wê jî divê em xwedî li zimanê xwe derbikevin. Heke mirovek xwedî li zimanê xwe dernekeve, nikare xwedî li welatê xwe jî derbikeve. Dixwazin zimanê Kurdî bihelînin û ji holê rakin. Ew hovitî û sûcê li dijî mirovahiyê ye. Em Kurd jî çi parlamenter, çi hevşeredar û beşên civakê yên cuda divê bi şev û roj ji bo ziman nexebite ew jî hevparê vî sûcî ye. Hinceta ‘dewletê zimanê min qedexe kir ji ber wê ez nizanim û ez Tirkî baştir dizanim’ nayê qebûlkirin. Tenê ji bo xatirê dayika xwe be jî divê zimanê xwe hîn bibî. Em çi zimanan bizanibin baş e lê divê em zimanê xwe ji hemû zimanan baştir bizanibin. Dixwazin zimanê Tirkî li ser Kurdî ferz bikin û zimanê Tirkî şîrîntir nişan bidin û zimanê Kurdî jî weke zimanê gundiyan nîşan bidin ku Kurd jê birevin. Em ê jî li dijî vê yekê li malan û kolanan têkoşîna zimanê Kurdî li dijî desthilatdariyê û di nava xwe de mezin bikin. Divê zimanê Kurdî jî weke hemû zimanan li hemû qadan serbest be. Em perwerdehiya bi zimanê Kurdî dixwazin. Em dixwazin zimanê Kurdî bibe xwedî statu û di qanûna bingehîn de mafê Kurdî û hemû zimanan bê mîsogerkirin. Navên gund û cihên Kurdan ku kirine Tirkî divê dîsa vêgerînin Kurdî. Ji bo zimanê Tirkî çi budçe tê vêqetandin ji bo Kurdî û hemû zimanan din jî divê bê vêqetandin. Birêz Abdullah Ocalan dibêje ‘ziman laş e, xwedî li laşê xwe derkevin’. Her malekê bikin mala perwerdehiya zimanê Kurdî. Ji ber wê em dibêjin her der Kurdî her dem Kurdî. Me gelek şehîd dan lê em soz didin hemû nemiran ku em ê nehêlin ku zimanê Kurdî şehîd bikeve û ala zimanê Kurdî li asîmanê Kurdistanê bilind bikin.”

‘Ziman hebûna civakan e’

Hevşeredarê Cizîrê Abdurrahîm Durmuş jî anî ziman ku têkoşîna zimanê Kurdî divê bê xurtkirin û got: “Mirovahî bi ziman li pêş ketiye. Ziman hebûna civakan e. Xwedî derketina ziman ji her tiştî pêwîstir e. Em têkoşîna zimanê dayikê didin. Lewra em dibêjin jina azad û zimanê azad wê jiyanake azad bîne. Em pir kêfxweş in ku mazûvaniya kongreya Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek dikin. Divê em hemû xwedî li Kurdî derbikevin.”

Piştî axaftinan sînevîzyona ku qala têkoşîna zimanê Kurdî dike hat nîşandan. Piştre Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahît Akil rapora faaliyetê ya salane xwend. Piştî xwendina raporan hevserok û rêveberiya nû ya komeleyê hatin bijartin.

Peyman Urun û Edîp Ûrûç ji bo hevserokatiya Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek hatin hilbijartin.

Kongre bi berzkirina dirûşmeyên, “Bêziman jiyan nabe” bi dawî bû.

Etîket: Abdullah OcalançandHeval DilbiharKomeleya Birca BelekNewroz UysalŞaredariya Cizîrêziman
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Pêvînayîşê Heyetê Îmrali û Wezîrê Edaletî dest pêkerd

Şandeya Îmraliyê piştî hevdîtinê daxuyanî da

26 TÎRMEH 2025
Wextê pêvînayîşanê Heyetê Îmraliyî dîyar bi

Şandeya Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî

25 TÎRMEH 2025
Şandeya Îmraliyê bi Ozgur Ozel re hevdîtin kir

Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê

25 TÎRMEH 2025
Xelatgirên Nobelê ji bo Abdullah Ocalan ji saziyên navneteweyî re name şandin

Xelatgirên Nobelê ji bo Abdullah Ocalan ji saziyên navneteweyî re name şandin

25 TÎRMEH 2025
Ciwanên Ewropî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin

Ciwanên Ewropî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin

24 TÎRMEH 2025
Saziyên Şirnexê: Divê dewlet ji aliyê qanûnî ve gavan biavêje

Saziyên Şirnexê: Divê dewlet ji aliyê qanûnî ve gavan biavêje

24 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2025 (503)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne