Amed – Kordînatora Navenda Lêkolînên Qada Sosyo Polîtîk Yuksel Genç diyar kir ku geşedanên herî dawî dewlet bi xeterê re rû bi rû hiştiye û got: “Hevsengiyên ku di Rojhilata Navîn de tên avakirin, li gor berjewendiyên hêzên hegemonîk yên ku Rojhilata Navîn dîzayn dikin dê an Tirkiyeyê biguherin an jî mudaxele bikin.”
Di demên dawî de li Rojhilata Navîn guhertinên pir bi lez çêbûn. Li Suriyeyê di 8ê kanûnê de Rejîma Baasê ket û HTŞê paytexta Şamê kir kontrola xwe. Di vê pêvajoyê de Tirkiyeyê êrişî Minbiç û Bendava Tişrînê kir û di encama wan êrişan de di nav de rojnameger û hunermend zêdetirî 20 welatî hatin kuştin û 100 welatî jî birîndar bûn. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêj li Bendava Tişrînê li dijî êrişên Tirkiyeyê berxwe dide. Her wiha di van demên dawî de nîqaşên çareseriyê tên kirin û Şandeya DEM Partiyê ya ku ji Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldanê pêk tê di 28ê Kanûnê de çû li Îmraliyê û Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Di vê hevdîtinê de bi raya giştî re peyameke ku ji 7 xalan pêk tê hat parvekirin. Li ser vê peyamê gelek nîqaş hatin kirin. Şandeyê bi partiyên siyasî û siyasetmedaran re li ser daxwaza Abdullah Ocalan hevdîtin kirin. Lê hêj jî ji aliyê dewletê ve ji bo çareseriyê tu gav nehatiye avêtin. Piştî demekê şunde şande di 22ê Çileya 2025an de dîsa çû îmraliyê û hevdîtina duyemîn pêk anî. Di vê hevdîtinê de jî şandeyê diyar kir ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li ser peyamên dîrokî dixebite û dê piştre van peyaman parve bike. Di vê navberê de çîqasî ji bo aştiyê niqaş berdewam dikin jî lê hikumeta AKPê êrişên xwe didomîne. Hem êrişên li ser Rojavayê berdewam dikin hem jî qeyûm tayîni şaredariyên dikin. Herî dawî jî di 15ê Sibatê de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kirin û bi tûndî êrişî gelê wanê kirin. Rojnameger û gelek welatî bi îşkenceyê kirin binçavan. Her wiha berxwedana gelê Wanê ya dijî tayinkirina qeyûm hêj berdewam dike.
Têkildarî van geşadanên ku li Rojhilata Navîn û her çar aliyên Kurdistanê diqewimin û nêzîkatiya dewletê ya li dijî Kurdan, Kordînatora Navenda Lêkolînên Qada Sosyo Polîtîk Yuksel Genç ji Ajansa Welat re axivî.
‘Pirsgirêka kurd berê jî dikaribû bihata çareserkirin’
Yuksel Genç diyar kir ku pirsgirêka kurd bi salên berê jî dikaribû bihata çareserkirin. Lê ji ber ku hin komên hegemonîk, komên desthilatdar ji şer sûdwerdigrin, çareserî nexwastin û ev pirsgirêk heta roja îroyîn hat û got: “Li Tirkiyeyê heta niha tu pêvajo bi serê xwe destpê nekiriye. Heta niha dema ku dewlet di şer de tengav dibe pêvajo destpê dikin. Gelek caran rêwşa ku herdû alî nikarin hevdû têkbibin derketin holê lê desthilatdaran ev rewş ji bo berjewendiyên xwe guncavtir dîtin û çareseri pêş nexistin. Pêvajoya niha ji aliyê hin dînamîkan ve ji yên berê cudatir e. Pêvajoyên berê li ser encama hevdû têknebiririna du hêzan û encamên ku şer derxistin holê yên ku ne li gor berjewendiyên desthilatê bûn destpê kirin.”
‘Qirîzên ku AKPê ji holê rakin zêdetir bûne’
Yuksel Gençê da zanîn ku pêvajoya niha hinekî jî bi rewşa Rojhilata Navîn a ku ji bo Tirkiyeyê xetereyan derdixe holê ve girêdayiye û wiha got: “Rewşa Rojava, ji holê rabûna rejîma Baasê Tirkiyeyê mecbûrî gavavêtinê dike. Sedemeke bingehîn jî ruxmê evqas operasyonan jî encam negirtina dewletê ya ji şer e. Vî şerî pirsgirêkên AKP û Dewleta Tirk ên siyasî, aborî çandî zivirandin pirsgirêkên binyadî. AKPê heta niha bi qrîzan xwe xwedî dikir lê ji îro şûnde îhtîmala ku ev qrîz AKPê ji holê rakin zêdetir bûye. Plana li gor berjewendiyên Îsraîlê ji nûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn heye. Encamên ku têkçûna Hamas û Hizbûllahê derxistine holê hene. Piştî hilweşîna Rejîma Baasê ji nûve avakirina Sûriyeyê heye.”
‘Îhtimala ku Tirkiye rewşa Sûriyeyê bijî heye’
Yuksel Genç bi lêvkir ku bi van geşadanên herî dawî pêk hatin Dewlet bi xeterê re rûbirû ma û got: “ Paradîgmaya ku piştî şerê yekemîn yê cihanê hat pêşxistin têk çû, Tirkiye jî Îran jî xwe di bin tehdîdê de hîs dikin. Hevsengiyên ku di Rojhilata Navîn de tên avakirin, li gor berjewendiyên hêzên hegemonîk yên ku Rojhilata Navîn dîzayn dikin dê Tirkiyeyê jî biguherin anku mudaxele bikin. Îhtîmala ku Tirkiye jî rewşa Iraq û Sûriyeyê bijî heye. Vê rewşê dewlet kir nav tevgerê. Heke ev rewşa şer û pevçûnê, qeyranên heyî bên derbaskirin firsend jî derdikevin pêşiya Tirkiyeyê.”
‘Hikûmet îhtîmala çareseriyê tercîh nake’
Yuksel Gençê diyar kir ku heta niha di pêvajoyên çareseriyê de dema baskekî dewletê çareserî bixwasta hikûmet li dij dernediket û wiha axivî: “Cara destpêkêye ku hikûmet li dijî hewldanên gavavêtinê yên baskekî dewletê derdikeve. Hikûmet di nav hewldanên cuda de ye, armanca wê ya ku rîskên heyî bertaraf bike xuya nake. Îhtimala çareseriyê tercih nake, şûna vê li pey heldanên ku serweriya xwe bi rê û rêbazên cuda li Rojhilata Navîn zêde bike heye. Ji ber vê yekê ye em her roj rastî girtin, tayînkirina qeyuman tên. AKP dixwaze rewşa xwe ya têkçûyî ya ku piştî hilbijartinên 2023yan derket holê, ji holê rake. Hewldide iradeya xwecîhî bi rêya hiqûqê ji holê rake. Ev desthilatdar bi rê û rêbazên zordestî û çewisandinê dixwaze rewşeke ku teslîmgirtin zêdetir serwer be derxe holê û bi vî awayî ji alîgirên xwe re bibêje min pirsgirêk çareser kiriye. Dixwaze bi vî awayî rewşa xwe saxlem bike û Rojhilata Navîn de jî xwe wek hêzeke xurt nîşan bide.”
‘Planên AKPê hene’
Yuksel Gençê dest nîşan kir ku pergala ku di sedsala 20mîn de li Rojhilata Navîn hat avakirin ya ku bi peymana Syks-Picot paradîgmaya netew dewletê li Rojhilata Navîn serwer kir têkçû û wiha got: “Dewlet jî van rîskan dibîne. AKP ji bo ku van rîskan bertaraf bike li gor xwe planên vê hene. Pirsgirêka Kurd bi rêya muzakereyê çareserkirin plana wê ya duyemîn an jî sêyemîn e. Dewlet jî dixwaze di nav projeya ji nû ve dîzaynkirirna Rojhilata Navîn de cih bigire. Ji bo vê heta astekî destûr daye AKPê ji bo ku pirsgirêka Kurd bêyî muzakere çareser bike. Lê ev plan encam nagir e. Ji bo ku ev plan encam bigre dewlet û AKP pişta xwe daye HTŞê. Encamgirtina vê planê bi piştgiriya hêzên hegemonîk ve girêdayiye. Ev jî bi xwe re çareseriyê nayne, berovajî vê dê li Rojhilata Navîn şer û pevçûnan kûrtir bike.”
‘Ev pêvajo ji bo Tirkiyeyê derfet e’
Yuksel Gençê diyar kir ku ev pêvajo ji bo Tirkiyeyê derfeteke. Heke Tirkiye vê pêvajoyê ji bo çareseriyê bikar neîne encamê şer dê ji bo Tirkiyeyê girantir bibe û got: “Dema Abdullah Ocalan 26 sal berê bi pêşengtiya CIAyê, bi komployeke navdewletî teslîmî Tirkiyeyê kirin hikûmeta wê demê hewldana Abdullah Ocalan ya ji bo aştiyê nedît û kete nav qeyraneke kûr. Wê demê Bahçelî ji bo hilbijartinê bangewazî kir û hikimeta heyî têk çû. Bi destwerdana hêzên hegemonîk AKP hat desthilatdariyê û di pergala dewletê de di aliyê rejîmê de guhertinên bingehîn pêkhatin. Heke îro dewlet pirsgirêkan çareser neke dibe ku weke 2002-2003yan dîsa rastî guhertinên bingehîn were û rewşeke bêtir xerab derkeve holê. Pirsgirêkên wek pirsgirêka kurd yên neteweyî xwedî potansiyela ku rejîman hilweşîn in.”
‘Tenê Abdullah Ocalan vê pêvajoyê bi rêva dibe’
Yuksel Gençê dest nîşan kir ku di vê pêvajoyê de yên herî amade, erk û berpirsyarî digrin ser xwe û pêk tînin Abdullah Ocalan û DEM Partiye û axaftina xwe wiha dawî kir: “Ji bo çareseriyê kîjan hêz amade bin îhtîmala qezanckirina wan zêdetir e. Em kapasîteya Abdullah Ocalan ya ku firsend û derfeteke herî piçûk jî dixwaze çawa ji bo aştî û çareseriyê binirxîne di gavên wî yên berê de dizanin. Niha jî gor dixuyê piranî Abdullah Ocalan vê pêvajoyê bi rêve dibe û hewldide bixe rêya çareseriyê. Ji bo vê pêvajoyê dezavantaja herî mezin şert û mercên Abdullah Ocalan e. Divê saziyên sivîl bêtir xwe tevî vê pêvajoyê bikin. Ji bo çareseriyê di nav gel de jî bêbaweriyek heye û sedama vê jî berdewamkirina uslûba înkarê û polîtikayên êrişkar ên desthilatdariyê ne. Divê di vê pêvajoyê de DEM Partî jî xwe zêdetir rêxistin bike.”