Weşangerên kurd ku beşdarî 8emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê bûn li ser girîngiya weşangerî û zimanê Kurdî axivîn.
Li Amedê 8emîn Pêşengeha Pirtûkan didome. Gelek weşangerên Kurd li pêşengehê standên pirtûkên xwe vekirin û pirtûkên Kurdî difiroşin. Weşangeran li ser girîngiya ziman û weşangeriya Kurdî ji Ajansa Welat re axivîn.
Weşanger û nivîskar Servet Ozkan: Em tenê ji bo zimanê Kurdî xizmetê dikin. Ziman her tiştê mirov e. Dema ziman biqede mirov jî dê biqede.
Silêman Çevîk: Em dixwazin zimanê Kurdî ji aliyê xwendin û nivîsandinê ve li her cihî bicih bikin. Ya din jî bi salan zimanê Kurdî li Tirkiyeyê hatiye qedexekirin. Em dixwazin li dijî siyaseta qedexeyê bertekekê nîşan bidin.
Weşanger Esma Avci: Xebata me ji ber baweriya me ya ziman e. Dema bawerî tune be, berdewamkirina parastina ziman jî nabe. Li aliyekî xwendina civakê kêm e. Li aliyê din jî zextên dewletê hene. Dema me dest bi vî karî kir, haya me ji ve rastiyê hebû.
Weşanger Bahoz Baran: Kurdî zimanê 50 milyon mirovî ye. Divê ev 50 milyon Kurd ji vî zimanî berpirsiyar bin. Vî zimanî bi hezaran salan em xwedî kirin e. Divê em jî vî zimanî xwedî bikin. Helbet folklar qadeke taybet e. Ji van materyalên ku têne berhevkirin sibê hûn bixwazin şanoyekê çêbikin, sibê hûn bixwazin fîlmekî an jî romanekê amade bikin ev hemû çavkanî ne.
Weşanger Hakki Boltan. Em weşanê yekser ji bo zarokan dikin. Zarokên me yên Kurd hem fêrî xwendin û hem jî fêrî nivîsandinê dibin.
Weşanger Azad Zal: Xwîner tên li pirtûkan dinerin, yên diecibînin dikirin. Rêjeya xwînerên pirtûkan zêde bûne.
Nivîskar Herdem Merwanî: Di demên dawî de jin zêdetir li ser wêjeya Kurdî disekinin. Bi rengê xwe wêjeyê derdixin pêş. Ev ji bo me Kurdan pêşketinek mezin e di aliyê rengê jinan de.