Amed – Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Herkes hazir e dewlet çima ne hazir e? Ji bo ev pêvajo bimeşe divê dewlet jî gavan biavêje û birêz Ocalan azad bibe.”
Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 1ê Nîsanê de bi dirûşma “Em bi civaka demokratîk re ber bi azadiyê ve dimeşin” ji Qada Şêx Seîd a Amedê ber bi Amarayê ve meşek li dar xistin û meş di 4ê Nîsanê de li gundê Amarayê yê Xelfetiyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jê dayik bûye bi dawî bû. Gelek nûnerên sazî û dezgehên sivîl û partiyên siyasî û parlamenter jî tev li meşa ciwanan bûn. Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren ku ew jî tev li meşa ciwanan bû têkildarî meşa ciwanan, banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafê hêviyê ji ajansa me re axivî.
‘Ciwanan ji bo piştgiriya banga birêz Abdullah Ocalan meş dan destpêkirin’
Serhat Eren qala meşa ciwanan a ji Amedê ber bi Amarayê ve çar rojan berdewam kir û wiha got: “Ji bo ku birêz Abdullah Ocalan di şert û mercên azad de bixebite û pêvajoyê bimeşîne, civakeke demokratîk were avakirin û ji bo piştgiriyê bidin banga birêz Abdullah Ocalan ciwanan ev meş da dest pê kirin. Ji bo ku ev pêvajo encam bibe divê şert û mercên wî jî bên zelalkirin û azad bibe. Em jî weke partiya me, jin, sazî, dezgeh û gelê me em bi hev re tev li vê meşê bûn. Me hem destek da meşa ciwanan hem jî me got em rojbûna birêz Ocalan pîroz bikin. Wekî din jî ev der cihê ku bi destê birêz Ocalan tovê têkoşîna kurdan lê hatibû çandin e. Bi hezaran însanên me ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hatibûn. Dixwestin ew jî tev li vê meşê bibin. Herin heta Amarayê rojbûna birêz Ocalan pîroz bikin. Gelek astengî hatin derxistin lê gelê me bi biryar û bawerî bû. Ji bo barîkatan derbas bikin ji çiyanan û çolan xwe gihandin Xelfetiyê. Pişt re jî çûn Amarayê.”
‘Peyama herî mezin li Xelfetî û Amarayê hate dayîn’
Serhat Eren diyar kir ku ji navçeyên tê re derbas bûn gel ew bi awayekî bi coş pêşwazî kir û ev tişt gotin: “Peyama herî mezin li Xelfetî û Amarayê hate dayîn. Di 8ê Adarê û Newrozê de jî bi milyonan mirovan sê peyamên herî girîng dan. Van mirovan gotin ‘em bangawaziya birêz Ocalan destek dikin, ji bo ku bigihe armancê jî çi ji destê me were em ê bikin. Ji her demê zêdetir em ê xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe bi pêş bixin.’ Ya duduyan gotin ‘Ji bo ku birêz Ocalan di şert û mercên azad de xebata xwe bike, ji bo ku bi rêxistina xwe re têkiliyê bi pêş bixe, sazî û dezgehên sivîl re, bi çapemeniyê re, bi gelê kurd û gelên Tirkiyeyê re were gelhev, derbarê vê pêvajoyê de wan agahdar bike, em azadiya birêz Ocalan dixwazin’ Ya sêyan jî gotin ku ‘Divê dewlet gavan biavêje.’ Birêz Ocalan bangeke dîrokî kir. Pişt re ne tenê li Tirkiyeyê ji Rojhilata Navîn heta gelek welatên cîhanê, sazî û dezgehên sivîl daxuyanî dan û piştgiriya vê pêvajoyê kirin. Gotin ‘Em vê rast dibînin û ji bo ku bigihe armancê jî çi bikeve ser milê me hazir in. Li qadên Newrozê bi milyonan mirovan, sazî û dezgehên kurdan gotin em hazirin. Heta ne tenê li bakurê Kurdistanê ji çar parçeyên Kurdistanê sazî û dezgehên sivîl, partiyên siyasî yên kurdan di Newroza Amedê de dengê xwe bilind kirin û gotin ‘em piştgiriyê didin vê pêvajoyê, em gelek girîngî didin bangawaziya birêz Abdullah Ocalan’ her kes hazir e rêxistina birêz Ocalan PKKê jî got ‘em hazir in’. Herkes hazir e dewlet çima ne hazir e? Pêwîste ku ji bo ev pêvajo bimeşe dewlet jî gavan biavêje. Operasyon bên sekinandin. Birêz Ocalan azad bibe.”
‘Ev şeş meh in hevdîtin hene lê dewletê tu gav neavêtine’
Serhat Eren, bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27ê Sibatê de bi raya giştî re parve kir û wiha domand: “Birêz Ocalan ne tenê 27 sibatê zêdetirî 30 salan e dibêje ‘divê pirsgirêka kurd di zemîneke demokratîk de were çareserkirin.’ Di 27ê sibatê de jî bangeke dîrokî kir û ji bo ‘Pirsgirêka kurd were çareserkirin, aştiyeke mayînde û birûmet bê avakirin, kurd bi nasname, ziman û çanda xwe bijîn, gelê Tirkiyeyê xwe di nava civakê de bêtirs bikare xwe îfade bike, çapemenî azad bibe, edaletek were tesîskirin’ ev bang kir. Ev 6 meh e hevdîtin hene lê dewletê ne di vê pêvajoyê de ne jî ji 27ê sibatê ve tu gav neavêtine. Ji bo aştiyeke bi rûmet divê makezagon biguhere. Lê beriya wê hinek qanûn bên guhertin jî girîng e. Dê vê pêvajoyê rehettir bike. Weke mînak dikarin ‘Qanûna Têkoşîna bi Terorê re (TMK)’ biguherînin. Her wiha di sala 2014an de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê ‘mafê hêviyê’ de ji bo birêz Ocalan biryarek da. Lê 11 sal in ev biryar nayê bi cih anîn. Desthilat berpirsyariya xwe bi cih naîne. Ne tenê ev biryar gelek biryarên ku DMMEyê dane hene. Em dixwazin ev biryar werin bicihanîn. Heke ev kirin ev jî gaveke. TMK li pêşiya her tiştî asteng e divê were guhertin. Her wiha Qanûna Înfazê. Gelek nexweşên giran hene di girtîgehan de, dema ku ev qanûn were guhertin dê girtiyên nexweş jî û rêzdar Ocalan jî azad bibin. Ne tişteke zor û zehmete ku Qanûna Mûhakemeya Ceza (CMK), Qanûna Ceza ya Tirkan (TCK) û TMK bên guhertin. Kesê destê AKPê û dewletê ne girêdaye. Pir bi rihetî dikarin van derxin bînin Meclisê û ji Meclisê bên derxistin. Ev bên kirin dê gelek gav bên avêtin.”
‘Divê birêz Ocalan di şert û mercên azad de bixebite’
Serhat Eren, bi bîr xist ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêj tecrîd berdewam dike û wiha pê de çû: “Pirsgirêka herî sereke ev e. Divê ev tecrîd rabe. Birêz Ocalan bikare bi malbata xwe, parêzerên xwe, şandeya Îmraliyê, gel, çapemeniyê re hevdîtinan pêk bîne, nîqaş bike. Di vê pêvajoyê de bi rêxistina xwe re hevdîtinê pêk bîne. Ji bo ku ev pêvajo bimeşe û bigihe encamekê. Ya duyan divê di şert û mercên azad de xebatên xwe bike û azad bibe. Ya sêyan divê polîtîkayên qeyûm ku îradeya gelan xesp dikin bi dawî bibin. Ya çaran her kes bêtirs bikare xwe îfade bike. Her roj xebatkarên çapemeniya azad tên binçavkirin, darizandin û dikevin hefs û zindanan. Ya pêncan gel bi rehetî derkeve kolanan daxwazên xwe biqîrin. Tu li aliyekî dibêjî bila çek berdin, kongreya xwe pêk bînin li aliyê din jî her roj bombe baran dikî. Ev wiha nameşe.”
Serhat Eren, destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn hevsengî tên guhertin, pergaleke nû tê dîzaynkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev dîzaynkirina pergala nû, wê bandorê li Tirkiyeyê jî bike. Dewlet Bahçelî jî ev yek dît. Di ferqê de ye ku heke li Tirkiyeyê aştiya gelê kurd û tirk û gelên din pêk neyê ku ev pirsgirêk neye çareser kirin dê pêşeroja Tirkiyeyê jî xetere be. Lê niyeta dewletê ya vê pêvajoyê bimeşîne, aştiyeke mayînde ava bike nîne. Ji ber kiryarên wan li holê ne. 6 meh in û piştî 27ê sibatê ve tu gav neavêtine, pratîkên wê jî baş xuya nakin. Dewlet pêwîste berpirsyartiya xwe bi cih bîne û birêz Ocalan azad bibe. Dewlet Bahçelî jî çend caran anî ziman lê em dibêjin anîna ziman ne bes e. Her kes behsa mafê hêviyê dike, biryara DMMEyê dike. Lê ne desthilat ne jî Dewlet Bahçelî di aliyê pratîkê de gavan naavêjin. Pêwîste ku gotin û kirinên wan bibe wekehev. Gotin heye kirin nîne ev nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê em dibêjin li çareseriya vê meseleyê li derve negerin. Hêj jî hêvî û bendewariyên wan hene. Dibêjin em ji derekê destûrê bistînin û em êrişî Rojava bikin li vir pêvajoyê bi dawî bikin. Em dibêjin ev ne rast e. Sed salan we ceriband. Gelo we encamek stand? Na. Em sedsal in dibêjin ev mesele ne meseleya ewlehiyê ye. Ev nenaskirin û nêzîkatiya dewletê ye. Heke wiha nêzîk bibin dê civaka Tirkiyeyê winda bike. Em dibêjin bi vî awayî nêzîk nebin. Birêz Ocalan laşê xwe xistiye bin kevir. Divê em vê meseleyê çareser bikin. Heke em çareser nekin. Em ê bi hev re zirarê bibînin, civaka Tirkiyeyê dê zirarê bibine. Em dixwazin demildest ev pirsgirêk were çareserkirin.”