• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    Roja duyemîn a hevdîtina ciwanan bi dirûşme û govendê bi dawî bû

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    MED-DERê li gundên Amedê bi zarok û jinan re bername li dar xist

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    ‘Rewşa Sabrî Yavuz giran e divê demildest were berdan’

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ji 70 milyar budçeyê tenê sedî 5 ji bo bajarên Kurdistanê hat veqetandin

Enqere / AW

14 MIJDAR 2025 - 21:57
Kategorî: POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Parlamentera DEM Partî Sabahat Erdogan Saritaş diyar kir ku ji 70 milyar budçeya Wezareta Çand û Turîzmê tenê sedî 5 ji bo bajarên Bakurê Kurdistanê hatiyê veqetandin û bertek nişan da.

Hevdîtinên pêşniyarên budçeya Wezareta Çand û Turîzme berdewam dikin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Merdînê Berîtan Guneş Altin bi lêv kir ku zimanên li Tirkiyeyê ber bi windabûnê ne û wiha axivî: “Li Cizîrê Mala Dengbêjan ku dîrokî ye û bi salan mazuvaniya çanda Kurdî kiriye niha xebatên wê hatine sekinandin. Dîsa li Cizîrê Birca Belek heye ew dîrok niha ji bo ofisa Seroka Baskê Jinan a AKPê ya berê Hatîce Altin tê bikaranîn. Hûn dibêjin em avahiyên dîrokî diparêzin. Lê ji bo zimanan jî cihekariyê dikin dibêjin divê tenê bi tirkî be. Her wiha bi bendavan dîrok tê hilweşandin û hûn jî berpirsin.”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hûn jî destnîşan kir ku xebatkarên turizmê 14 seatan dixebitin û got ku keda karkeran tê xwarin. Yilmaz Hûn wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wezareta Çand û Turîzmê bi rastî li ser yek nasnameyekê sekiniye, rastiya pirzimanî û pirçandî ya Anatoliyê paşguh kiriye. Di bin navê ‘çanda neteweyî’de, zimanên wekî Kurdî, zaravayê Zazakî, zimanên Ermenî, Lazî, Suryanî û Erebî têne paşguhkirin. Polîtîkayên pişaftinê li dijî cemxaneyên Elewî û Bektaşî bi navendê ve girêdidin, qedexeyên li ser konserên hunermendên Kurd û dozên li dijî hunermendên ku bi Kurdî stranan dibêjin – ev ne siyaseta çandî ne, lê endezyariya çandî ne. Wesayeta hikûmetê nikare li ser ziman, bawerî û çanda gel were damezrandin.”

Parlamenterê DEM Partî yê Mêrdînê George Aslan jî destnîşan kir ku ji bilî nasnameya tirkîtiyê nasnameyên din tune tên hesibandin. George Aslan anî ziman ku çand û dîroka gelan tên binpêkirin û got ku ev binpêkirin ji ber polîtikayên dewletê pêk tê.

Ji bo bajarên Bakurê Kurdistanê sedî 5 budçe

Parlamentera DEM Partî Sabahat Erdogan Saritaş diyar kir ku ji 70 milyar budçeya Wezareta Çand û Turîzmê tenê sedî 5 ji bo bajarên Bakurê Kurdistanê hatiye veqetandin û ev tişt gotin: “Ev budçe vê yekê ji me re dibêje: Dînamîkên civatek pirçandî nayên qebûlkirin. Ji ber ku niyeta demokratîkkirina çavkaniyan tune ye, armanc ew e ku li derveyî siyaseta çandî ya navendî tu nasname, ziman û çand neyê qebûlkirin. Hûn îdia dikin ku çandê neteweyî dikin, lê çanda neteweyî tenê bi temsîliyeta wekhev a hemû gelan, hemû zimanan û hemû nasnameyan mimkun e. Lêbelê, ev budçe wekheviyê çênake; ew înkarkirinê bi xwe re tîne.”

Etîket: budçeDEM Partîwezreta çand û turizme
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

12 HEZÎRAN 2026
Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

12 HEZÎRAN 2026
‘Jinên Kurd dê rê nedin gotinên nijadperestî’

‘Jinên Kurd dê rê nedin gotinên nijadperestî’

7 HEZÎRAN 2026
DEM Partiyê giliyê Rahmî Koç kir

DEM Partiyê giliyê Rahmî Koç kir

6 HEZÎRAN 2026
Ayşegul Dogan: Divê desthilat berpirsyariya xwe pêk bîne û gav biaveje

Ayşegul Dogan: Divê desthilat berpirsyariya xwe pêk bîne û gav biaveje

6 HEZÎRAN 2026
Abdullah Ocalan ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirine

Abdullah Ocalan ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirine

5 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kercewsê cotkaran dest bi çinîna nîskan kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê Di Sedsala Duyemîn De’ dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 13ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Axêverên Konferansê: Komarek demokratîk bê Kurdan nabe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Di avakirina komarê de şaşiya herî mezin netew dewlet e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Mihrîcan hevgirtina jinan xurt dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo pêvajoyeke rast divê azadiya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (380)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne