Şirnex – CÛDÎ-DER ku li navçeya Silopiyayê ji bo perwerdehiya zimanê Kurdî bide, dest bi xebatan kir. Hevserokê CÛDÎ-DERê Omer Sansur diyar kir ku bi her awayî gel bi polîtikayên pişaftinê re rû bi rû dimîne û wan jî ji bo pêşî li polîtikayên pişaftinê bigirin CÛDÎ-DER ava kirin e.
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Cûdî (CÛDÎ-DER) di 23yê Adarê de li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê hat avakirin. Piştî sazûmankariyê, CÛDÎ-DER tavilê dest bi xebatên zimanê Kurdî kir û di asta yekemîn û dûyemîn de dest bi dayîna perwerdehiyê kir. CÛDÎ-DER ku niha li Navenda Çand, Huner û Ziman a Eyşe Şanê ku di bin baneya Şaredariya Silopiyayê de ye perwerdehiya Kurdî dide di demeke kurt de wê di avahiyeke de xebatên zimanê Kurdî berfireh bide meşandin. Mabesta avakirina CÛDÎ-DERê ew e pêşî girtina polîtikayên pişaftinê ya li ser zimanê Kurdî ye.
Hevserokê CÛDÎ-DERê Omer Sansur da zanîn ku armanca wan li dijî polîtikayên pişaftinê bi CÛDÎ-DERê re xwe bigihînin hemû beşên civakê.
‘Kurd bi pişaftinê re rû bi rû dimînin’
Omer Sansur bi lêv kir ku gelê Kurd ji her alî ve bi polîtikayên pişaftinê re rû bi rû dimîne û wan jî li dijî polîtikayên pişaftinê CÛDÎ-DER ava kiriye. Omer Sansur derbarê armanca avakirina CÛDÎ-DERê de ev yek anîn ziman: “Ziman her tişt e. Ziman têkiliya mirov û derdorê ye. Ji ber wê jî xwedî girîngiyeke mezin e. Ji ber wê jî me jî xwest em li navçeya Silopiyayê jî saziyeke zimanê Kurdî vekin. Me xwest bi saziya zimanê Kurdî xwe bigihînin civakê û zimanê Kurdî fêrî civakê bikin. Mamosteyên me jî bi salan e perwerdehiya zimanê Kurdî didin. Dewlet bi her awayî polîtikayên pişaftinê li ser gel dide ferzkirin. Ji aliyê din ve jî li ser medyaya sanal jî taybet li ser medyaya sanal jî polîtikayên pişaftinê tên meşandin. Ji ber wê me jî xwest bi rêya saziyê li ser medyaya sanal jî xwe bigîhinin zarok, ciwan û jinan û wan ferî ziman bikin. Zarok û ciwan bi polîtikayên pişaftinê re rû bi rû dimînin. Ji ber wê jî me bi armanca pêşîlêgirtina pişaftinê saziyeke zimanê Kurdî navê CÛDÎ-DER ava kir.”
‘Em ê hişmendiya zimanê Kurdî ava bikin’
Omer Sansur diyar kir ku di asta yekemîn û dûyemîn de wan dest bi perwerdehiyê kirin e û wiha got: “Di asta yekemîn û dûyemîn de polên me dest pê kirin e û em dersan didin. Armanca me ew e ku em polên xwe berfireh bikin. Ji bilî vê jî projeyên me li ser medyaya sanal hene ku bi rêya medyaya sanal jî xwe bigihînin civakê. Her wiha ji bo em xwe bigihînin dibistanên fermî jî pêşbirkan em ê li dar bixînin û bi vî awayî dixwazin bala zarok û ciwanan bikişînin ser komeleya xwe. Em dixwazin bi hemû beşên civakê re têkiliyên xwe çêkin. Her wiha em ê bi nexweşxaneyan re jî dan û standinê bikin û bi vî awayî projeyên me hene ku em xwe bigîhinin hemû beşên civakê û hişmendiya zimanê Kurdî ava bikin.”
‘Em dixwazin rê li ber polîtikayên pişaftinê bigirin’
Omer Sansur bal kişand ser polîtikayên pişaftinê yên dewletê û wiha pêde çû: “Li çar aliyên Kurdistanê Kurd bi polîtikayên pişaftinê re rû bi rû hatine hiştin. Zimanê Kurdî hatiye qedexekirin û Farisî, Erebî û Tirkî li ser Kurdan hatiye ferzkirin. Bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî ji mafê perwerdehiya fermî bêpar hatiyê hiştin. Kurd tune hatin hesibandin û heta niha jî zimanê Kurdî ji mafê perwerdehiya fermî bêpar e. Dema saziyek dixwaze zimanê Kurdî fêrî civakê bike tê girtin. Şeredarî dema dixwazin xebata zimanê Kurdî bidin meşandin tên astengkirin. Yanî qedexeyên li ser zimanê Kurdî bi her awayî berdewam dike. Bi taybetî jî polîtikayên pişaftinê li ser zarokan bandoreke mezin dike. Dema zarok ji perwerdehiya zimanê dayikê bêpar bimînin travmayên mezin dijîn. Dema di dibistanan de zarok nikaribin xwe bînin ziman, xwebaweriya wan dişkê û di jiyana xwe de zahmetiyan dikişînin. Em ê jî piranî li ser vê yekê bisekinin û ji aliyê fermî ve jî xwe bigihînin zarokan û hemû beşên civakê. Bi vî awayî em dixwazin rê li ber polîtikayên pişaftinê bigirin.”
‘Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî’
Omer Sansur destnîşan kir ku zimanê Kurdî yek jî zimanê herî dewlemend e û ji bo xwedî derketina ziman ev bang li gel kir: “Niha pêvajoyek hatiye destpêkirin. Divê di vê pêvajoyê de mafê zimanê Kurdî yê fermî jî bê mîsogerkirin. Weke saziya zimanê Kurdî daxwaza me ew e. Em dibistan û saziyên xwe ji aliyê fermî ve jî ava bikin û li hemû bajarên Bakurê Kurdistanê perwerdehiya zimanê Kurdî bê dayîn. Ziman di zikê dayikê de dest pê dike, heta emrê kes bi dawî dibe. Ji ber vê jî divê malbat û bi taybetî jî dayik û bav ziman fêrî zarokên xwe bikin û civaka me xwedî li zimanê xwe derbikevin. Bila malbat bi zarokên xwe re Kurdî biaxivin. Zimanê Kurdî yek jî zimanê herî dewlemend e. Divê em jî xwedî li zimanê xwe derbikevin û nehêlin zimanê me yê dewlemend winda bibe. Bila zarok, ciwan û hemû kes werin qeydên xwe li saziyê bikin û perwerdehiya Kurdî bibînin.”