Berdevkê Ragihandina Meclisa Giştî ya Eşrefiye û Şêxmeqsûdê Mûnaf Cafo, diyar kir ku gelê taxê xwe diparêze û wiha got: “Di salên 2012-2015an de gelek caran êrîşî taxên me kirin. 3 salan taxên me dorpêç kirin. Lê 11 sal in taxên me di konrola Rêveberiya Xweser de ye. Gelên taxê gelê şoreşger û berxwedêr in û taxên xwe vala nakin.”
Komên çete yên Heyet Tehrir El Şam (HTŞ) û Ceyş El Vatanî di 27ê Mijdarê de li Heleb, Şehba û Til Rifhatê dest bi êrişan kirin. Di çar rojan de piranî tax û gundên Helebê dagir kirin. Artêşa Şamê tax û gundên Helebê teslîmî çetenên HTŞ û Ceyş El Vatanî kirin û gel bê parastin hişt. Çeteyên HTŞê êrişî taxên bajarê Helebê kirin û gelek tax kontrol kirin. Êrişên xwe li ser gundewarên kantona Efrîn û Şehbayê zêdetir kirin. Ji ber vê yekê zêdetirî sed hezar koçberên li Şehba û Efrînê berî xwe dan herêmên Rêveberiya xweser bi taybetî Reqa û Tebqayê.
Di hefteyekî de bi hezaran welatiyên Şehba, Til Rifhat û gelê herêmê ji cih û warên xwe koç kirin û li herêma Rêveberiya Xweser a Tebqa û Reqqayê bi cih bûm. Li gorî daxuyaniya Midûrê Koordînasyona Rewşa Lezgîn ya Bernameya Xidayê ya Cîhanê Samir Ebdulcabir ji 27’ê Mijdarê heta niha di pevçûnan de 280 hezar kes ji cih û warên xwe bûne. Li aliyê din gelê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku di salên 2013-2015an de jî gelek caran rastî êrîşan hatin û taxên xwe parastin, dîsa biryara berxwedanê dan û taxên xwe vala nekirin.
Divê gelên herêmê dest bidin hev û xwe biparêzin
Piştî êrîş zêde bûn û Heleb ket kontrola HTŞê, di 1ê Kanûnê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê Seferberiya giştî îlan kir. Hevseroka Meclisa Rêveber Evîn Siwêd destnişan kir ku êrîşa dewleta Tirk berdewamiya plana ku Tirkiye–DAIŞ tê de têk çûne ye. Evîn Siwêd destnîşan kir ku armanca êrîşa ku ji Heleb û Hemayê dest pê kir ne tenê herêmek bû, tevahiya Sûriyeyê bû. Evîn Siwêd xwest weke Ereb, Kurd, Suryan, Asûr û Tirkmen li hemberî van êrîşan destê xwe bidin hev û yekîtiya xwe xurt bikin.
Bang li NYê kirin ku deriyê Til Koçer vekin
Piştî bi deh hezaran koçberên Şehba û Til Rifhatê koç kirin, Hevserokê Nivîsgeha Kamp û Koçberan a Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed jî diyar kir ku hejmara koçberên ku hatine herêmê û peydakirina pêwîstiyên wan hêza Rêveberiya Xweser derbas dike. Şêxmûs Ehmed di serî de Neteweyên Yekbûyî bang li tevahî hêz û rêxistinên navneteweyî kir ku deriyê sînor ê Til Koçerê yê di navbera Sûriye û Iraqê de vekin da ku alîkariyên mirovî tê re derbas bibin.
Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di kontrola gel de ye
Berdevkê Ragihandina Meclisa Giştî ya Eşrefiye û Şêxmeqsûdê Mûnaf Cafo der barê rewşa taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nirxandi kir û wiha got: “Taxa Şêxmeqsûd ji sedî 80 kurd in. Ên din jî ermenî, erebî û civakên din hene. Tax niha di kontrola gelê herêmê de ye. Gelê vir niha xwe diparêzin. Li taxê hêzên hundirîn û xwecihî heye. Hêza asayişê tenê xwe diparêzin. Heta niha êrîşkeran negotine em ê êrîş bikin. Lê şert danîne. Şertê wan ew e ku dijminantî çênebe. Dibêjin em ne nijminê kurdan in. Dixwazin em êrîşî wan nekin. Dixwazin em piştgiriya rejîma berê nekin. Wekî tenzîq (peymanek) devkî hatiye kirin. Tenzîqek ji bo kesên dîl hatibin girtin em wan biguherînin. Meclisa me ya taxê raste rast bi wan re rûneniştiye. Lê bi rêya hin navbênkaran hin diyalog hene.”
Kurd û Ereb bi hevre dijîn
Mûnaf Cafo anî ziman ku li vê taxê berê rejîm hebû û wiha axivî: “Di dema rejîmê de rê û koridor hebûn. Me di vê rêyê de pêdiviyên jiyanê pêk dianîn. Niha ev rê tam hatiye girtin. Lê dîsa ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya bazirganan wekî mazot û pêdiviyên jiyanê digêjin me. Niha li taxê tu şer nehatiye kirin. Li taxan bi sed hezaran mirov hene. Çar-hawîr nêzî 15 kîlometre çargoşe fireh e. Li vir kurd û ereb bi hevre dijîn.”
Hêzên hikûmeta Erdogan li pey lîstikan in
Mûnaf Cafo, bal kişand ser çeteyên Ceyş El Vatanî û wiha berdewam kir: “Hinek alî hene. Wekî artêşa neteweyî navê Ceyş El Vatanî li xwe kirine. Ev hêzên hikûmeta Erdogan in. Ev dixwazin di navbera me û El Nusra de pevçûn çêbibe. Her tim li pey lîstik û komployan in. Dixwazin em şerê hev bikin. Lê em naxwazin têkevin vê xefikê. Em hewl didin bi rêya rûsipî û kesên pêşeng ev şer çênebe. Em hewl didin gelê taxê di ewlehî û aramiyê de bijî. Em dixwazin ne ew nêzî me bibin û ne em nêzî wan bibin.”
Arêşa Niştimanî bi hovane êrîşî Şehbayê kir
Berdevkê Ragihandina Meclisa Gişti ya Eşrefiyê û Şêxmeqsûd Mûnaf Cafo bal kişand ser êrîşên Tehrîr El Şam û wiha got: “Dema Tehrîr El Şam (HTŞ) êrîşî Helebê kir, kesên navê Artêşa Niştimanî li xwe kirin, dest bi êrîşên gelekî hovane kirin. Êrîşî Şehbayê kirin. Ev kesana ne niştiman in, ajan in. Gelekî hovane êrîşi Şehbayê kirin. Şehba nêzî Şêreva ye. Şêreva navçeyek Efrînê ye. 11 gundên me li Efrînê mabin. Ev gund di kontrola rejîmê debûn. Lê di rastiyê de hevalên me bûn. Şehba ji 4 navçeyan pêk tê. Navçeya Ehrez, Til Rifat û du şûnwarên din hebûn. Li vir Rêveberiya Xweser hebû. Hemû koçberên Efrînê li vê herêmê bi cih bûbûn. Herêmek ku dirêjahiya wê 50 û firehiya wê 10 kîlometre ye. Ev herêm digihişt çiyayê Efrînê. Kesên girêdayî “Artêşa Niştimanî” Cehş El Vatanî li vir dest bi êrîşan kir. Rêveberiya Xweser ji bo komkuji pêk neyê, gelê vir şandin Tebqa û Reqayê.”
Çeteyan gelek kes revandin û kuştin
Mûnaf Cafo bal kişand ser kiryarên çeteyan ên li dijî gel û ev agahî dan: “Li Şehba çi pêk hat? Gelek kesên ku telefonên wan tune bûn û agahiya wan ji van êrîşan çênebû, ji aliyê van çeteyan ve hatin revandin û kuştin. Lê em niha nikarin reqamekê bidin. Li milê Helebê di navbera Heleb û Şehbayê de nêzî 15 kîlometre heye. Ev der di destê hêza rejîma Baasê de ye. Dema hêzên me yên parastinê dixwest ji Helebê derbasî Şehbayê bibin an jî ji Şehbayê bên Helebê, bi 4 seyareyên têkiliyan diçûn û dihatin. Rê kirîbûn û di vê rêyê de diçûn û dihatin. Lê dema gel diçû dihat, reya 10 deqîqeyan 2 saetan diçûn û dihatin. Leşkeran welatî li ser rê radiwestandin û nasnameya wan qontrol dikir. Pere ji wan digirtin. Heqê rê 2-4 hezar bû. Lê ajokaran ew bi 15 hezaran dibirin. Leşkerên rejîmê pere ji ajokaran digirtin. Ev leşker bi xwe hîzbûllahên Îranê bûn. Di navbera 15 kîlometreyan de 4 senger (enî) hene.”
Eşrefiye û Şêxmeqsûd 11 sal in di konrola gel de ye
Mûnaf Cafo, da zanîn ku ew li Helebê tenê Kurd nêzî 150 hezar niştecih dijîn û wiha pêde çû: “Taxa Şêxmeqûd û Eşrefiye taxên xweser in. Ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tê rêvebirin. Me tu carî destûr nedaye ku rejîm têkeve van taxan. Ji 2012-13an ve heta niha Şêxmeqsûd û Eşrefiye di kontrola Rêveberiya Xweser de ye. Niha hêza me ya li vir ne bi qasî ku karibe bi van hêzan re şer bike ye. Lê di salên 2013-15an de dîsa heman çeteyan êrîşî taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd kirin. Lê hêzên êrîşi me kirin têk çûn. Dîsa heman çete bûn. Wê demê me gelek kes ji wan kuştin. Gelek caran xwe ceribandin, lê her tim têk çûn.”
Gelê taxê gelekî şoreşger e
Mûnaf Cafo bal kişand ser têkoşîna gelê taxê û wiha lê zêde kir: “Taxa Şêxmeqsûd taxek gelê şoreşger in. Ev tax 3 salan di bin dorpêçê de ma. Çiqas çete hatin jî nikaribûn derbasî taxê bibin. Ji ber vê yekê rejîmê xwe paşve kişand. Rejîm li dijî hêzên El Nusra yên berê têk çû. Ev hêza El Nusra ya berê ji Artêşa Nijtimanî (Cehş el Vatani) cudatir e. Ji ber ku El Vatanî, axa Efrîn, Cerablûs, Ezaz û El Bab dagir kirine û xistine kontrola xwe. El Vatanî bi heza tirkan ev herêm dagir kirine. Lê El Nusna hêzeke din e. Ev hêzek îslama radîqal in. Dixwazin xwe demokrat nîşan bidin û xwe wekî terorîst nîşan nedin. Ji ber vê yekê hin pîvanên azadiyê digirin dest. Dixwazin ji cîhanê re bibêjin ew nêzî kêm netewe, kêmolan nabin. Lê rastî ne ev e. Çima êrîşî me nakin. Çend caran hewl dan êrîş bikin. Lê Şêxmeqsûd û Eşrefiye li Helebê taxên herî bilind e. Nêzî 300 metre bilind e. Ji ber bilind e, dema êrîş dikin li jêr dimînin. Hevalên me yên jor dikarin bi hêsanî xwe biparêzin û êrîşên wan bişkînin.”