• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
11 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Aygul Kapçak piştî 32 salan hat berdan

    Aygul Kapçak piştî 32 salan hat berdan

    Koma 8emîn a koçberan Efrînê gihiştin warê xwe

    Koma 8emîn a koçberan Efrînê gihiştin warê xwe

    Kemal Kiliçdaroglu îxrackirina 9 parlamenteran xwest

    Kemal Kiliçdaroglu îxrackirina 9 parlamenteran xwest

    Ji bo Elewiyên li Sûriyeyê kampanyaya îmzayan hat destpêkirin

    Ji bo Elewiyên li Sûriyeyê kampanyaya îmzayan hat destpêkirin

    Gulcan Kaçmaz Sayyîgît: Divê meclis demildest bikeve dewrê û qanûnên pêwîst çêbike

    Gulcan Kaçmaz Sayyîgît: Divê meclis demildest bikeve dewrê û qanûnên pêwîst çêbike

    Xwendekarên Kurd rastî êrişa nîjadperest hatin: Dekan êrişkaran diparêze

    Xwendekarên Kurd rastî êrişa nîjadperest hatin: Dekan êrişkaran diparêze

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Aygul Kapçak piştî 32 salan hat berdan

    Aygul Kapçak piştî 32 salan hat berdan

    Koma 8emîn a koçberan Efrînê gihiştin warê xwe

    Koma 8emîn a koçberan Efrînê gihiştin warê xwe

    Kemal Kiliçdaroglu îxrackirina 9 parlamenteran xwest

    Kemal Kiliçdaroglu îxrackirina 9 parlamenteran xwest

    Ji bo Elewiyên li Sûriyeyê kampanyaya îmzayan hat destpêkirin

    Ji bo Elewiyên li Sûriyeyê kampanyaya îmzayan hat destpêkirin

    Gulcan Kaçmaz Sayyîgît: Divê meclis demildest bikeve dewrê û qanûnên pêwîst çêbike

    Gulcan Kaçmaz Sayyîgît: Divê meclis demildest bikeve dewrê û qanûnên pêwîst çêbike

    Xwendekarên Kurd rastî êrişa nîjadperest hatin: Dekan êrişkaran diparêze

    Xwendekarên Kurd rastî êrişa nîjadperest hatin: Dekan êrişkaran diparêze

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

’20 Mijdarê Roja Mafên Zarokan ji bo welatê me girîng û watedar e’

Esra Polat / AW

19 MIJDAR 2025 - 09:12
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Endama Komelaya Berî Her Tiştî Zarok Hîvran Tîmûr ji bo 20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê wiha got: “Em di hemû xebatên xwe de bingeha xwe li ser parastina mafên zarokan diafirînin”

Ji sala 1954an vir ve, her 20ê Mijdarê wek Roja Mafên Zarokan ya Cîhanê tê pîrozkirin. 20ê Mijdarê di heman demê de salvegera ragihandina mafên zarokan a ku di 1959an de hate weşandin û peymana mafên zarokan a ku di 1989an de li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hate pejirandin. Endama Komeleya Berî Her Tiştî Zarok Hîvran Tîmûr derbarê 20ê Mijdarê û xebatên komeleyê yên ji bo zarokan de axivî.

‘Zarok di temenê biçûk de tên zewicandin’

Hîvran Tîmûr diyar kir ku bi salane li Kurdistanê şer didome û li gel şerê çekdarî şerê taybet jî tê meşandin. Hîvran Tîmûr bal kişand ser bandora şerê taybet a ku li ser zarokan dike û wiha got: “Welatên mîna welatê me bi salane şer lê didome ji bilî şer polîtîkayên şerên taybet ên dewletê lê didome. Her wiha li gel pirsgirêka xizaniyê wekî din jî pirsgirêkên zarokan hene. Zarokên karker li welatê me pirr in. Zarok di temenê biçûk de tên zewicandin. Ev zewac bi darê zorê tê kirin. Di çarçoveya van pirsgirêkan de 20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan girîng e. Bi her awayî parastina mafên zarokan ji bo me girîng û watedar e. Em jî wek Komeleya Berî Her Tiştî Zarok ku ji 2017an vir ve ava bûye, hemû xebatên me li ser bingeha parastina mafên zarokan e.”

‘Em hemû xebatên xwe bi zimanê zikmakî dimeşînin’

Hîvran Tîmûr derheqê xebatên ku ji bo zarokan dimeşînin jî parve kir û wiha axivî: “Em ji bo zarokan gelek kargehan û xebatan li dar dixin. Bi taybetî jî li herêmên erdhejê li Semsûrê me ji bo zarokan gelek çalakî li dar xistin. Kargehên şanoyê û muzîkê ji bo zarokan çêdikin. Em xebatên ji bo zarokan bi Şanoya Bajêr a Amedê, Zarok Mayê û Zarok TV re bi rê ve dibin. Em hemû xebatên xwe bi zimanê dayikê bi Kurdî dikin. Em dixwazin bi zarokan re hişmendiyekî wisa ava bikin ku mafên wan hene. Zarokên Kurd ji mafê xwe yê perwerdehiya bi zimanê zikmakî bêpar man e. Xebatên me perwerdehiyek alternatîf e. Niha jî em li gundên navçeya Çinarê xebatên zarokan dikin. Em li ser mafên zarokan û li dijî zewicandina bi temenê biçûk disekinin. Em li dijî vê yekê dixwazin hişmendiyekî ava bikin.”

‘Dewlet bi salane li Sûrê xebatên qirêj dimeşîne’

Hîvran Tîmûr anî ziman ku wan komeleya xwe li Sûrê vekirine û ji bo zarokên Sûrê deriyê wan her dem vekirî ye. Hîvran Tîmûr bal kişand ser komeleyên ku bi destê dewletê hatine avakirin û got: “Li Sûrê bi destê dewletê li ser zarokan polîtîkayên qirêj tên meşandin. Heya niha em ne li Sûrê bûn, ji niha şûn ve em dixwazin xwe bibihînin zarokên navçeyên wek Sûrê û Rêzanê. Em dixwazin li ber polîtîkayên qirêj rabin. Deh sal berê dewletê şerekî giran li vir meşandibû û gelek tax hatibûn xerakirin. Ev şer li ser jiyana zarokan bandorek neyînî kiribû. Em dixwazin van polîtîkayên dewletê bê bandor bikin. Êdî zarokên me ne bi tenê ne li Sûrê saziyek û malek wan heye. Tenê ne ji bo zarokan her wiha ji bo jinên li Sûrê jî em dixebitin. Em bi hev re dikarin xwe xurttir bikin.”

‘Di pêvajoyê de divê li zarokan were guhdarîkirin’

Hîvran Tîmûr di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bal kişand ser girîngiya mafên zarokan û destnîşan kir ku wan di çarçoveya pêvajoyê de li zarokan û xwestekên wan guhdar kiriye û got: “Hê jî li welatê me metirsiya şer heye. Her çiqas em di nav pêvajoyekê de bin jî lê hê jî metirsiya jin û zarokan heye. Di pêvajoyên wiha de herî hindik li daxwaz û fikra zarok û jinan tê guhdarîkirin. Divê em di pêvajoyek wiha girîng de bêtir li jin û zarokên mexdûr guhdar bikin. Divê her kes guh bide daxwazên zarokan û mafên zarokan piştguh neke û bi baldarî nêz bibin. Parastina mafên zarokan bi her awayî pirr girîng e û li li welatê me hin bêtir girîngtir e.”

Etîket: 20ê Mijdarê Roja Mafên ZarokanKomelaya Berî Her Tiştî Zarokmafên zarokan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Komxebata ‘Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re’ dest pê kir

Komxebata ‘Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re’ dest pê kir

17 GULAN 2026
Li Amedê dê komxebata ji bo zarokan bê lidarxistin

Li Amedê dê komxebata ji bo zarokan bê lidarxistin

15 GULAN 2026
DÎSMEKê 15 kursên pîşeyî dide destpêkirin

Baroya Amedê: Li Girtîgehên Amedê zarok di bin zextê de ne

4 GULAN 2026
ÎHDa Amedê: Di salekê de 192 bûyer li dijî zarokan pêk hatin

ÎHDa Amedê: Di salekê de 192 bûyer li dijî zarokan pêk hatin

21 MIJDAR 2025
Tora Mafên Zarokan: Pêkanîna mafên zarokan, pêkanîna aştiyê ye

Tora Mafên Zarokan: Pêkanîna mafên zarokan, pêkanîna aştiyê ye

20 MIJDAR 2025
Li Zarokistanê çalakiya ‘Zarok bi mafên xwe zarok in’ pêk hat

Li Zarokistanê çalakiya ‘Zarok bi mafên xwe zarok in’ pêk hat

20 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çemê Mûradê, xweza, çandinî û sewalkarî di xetereyê de ye

    Çemê Mûradê, xweza, çandinî û sewalkarî di xetereyê de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 10ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ruştu Tîryakî: Îro roja avêtina gavan û çêkirina qanûnan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Keda 35 salan: Bîrsen Guneş bû stûna odeyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Encamnameya Konferansa Rêveberiyên Herêmî: Em ê pergala qeyiman pûç bikin, hevserokatiyê belavî her qadê bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gundê Porê: Li qeraxa Behra Wanê şibakeyek bihûştê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Çima hemû xelk dikarin bi alaya xwe werzîşê bikin lê em nikarin?’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • AVAMED li gundê Duxruk a Xana Axparê dawî li hesreta avê ya 15 salan tîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • TEV ÇANDê bertek nîşanî êrişên li hemberî hunermend Diyar da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (291)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne