Hevserokê PYDê Xerîb Hiso têkildarî geşedanên li herême anî ziman ku plana komên çekdar parçekirina Suriyeyê ye û guherandina demografiyayê ye û got: “Em ê asta têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin û di çarçoveya Şerê Gelê Şoreşgerî de parastina xwe bikin.”
Heyet Tehrîr el-Şamê (HTŞ) di 26ê Mijdarê de êrişî bajarê Halebê kir. Piştî hêzên hikûmeta Şamê, Îran û Rûsyayê vêkişiyan Heleb ji aliyê van komên çekdar ve hat dagirkirin. Piştî ku Heleb dagir bû êrişên komên çekdar belavî qadeke berfireh bûn. Komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê jî êriş birin ser herêmên Şehba û Til Rifatê. Piştî êrişên komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê li Şehbayê bi sedhezaran kes neçarî koçberiyê bûn. Êrişên komên çekdar 10 roj li pişt xwe hiştin û di encama êrişan de Himsê jî ji aliyê van komên çekdar ve hat dagirkirin. Komên çekdar ku Himsê dagir kirin berê xwe dan herêma Derêzor û li wir jî gelek gund û bajarok dagir kirin e. Komên çekdar ku berê xwe dane Şamê li ser herême xetereyên mezin derdixînin holê. Piştî êrişên komên çekdar Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê seferberî ragihandibû û di vê çarçoveyê de ji bo parastina herême amadekariyên xwe dike.
Hevserokê Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) Xerîb Hiso geşedanên li herême û amadekariyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û xetereyên li ser herêmê ji Ajansa Welat re nirxand.
‘Wisa berdewam bike wê hikûmeta Şamê nikaribe bigihîje sala 2025an’
Xerîb Hiso diyar kir ku êrişên komên çekdar belavî qadeke berfireh bûne û ev yek ji bo hemû welatiyên Suriyeyê xetereyên mezin derdixînê hole. Xerîb Hiso destnîşan kir ku êrişên komên çekdar êrişeke plankirî ye û wiha got: “Êrişên komên çekdar ên vê dawiyê giredayî şerê Ukrayna û Rusyayê ye, Îsraîl û Hamasê û hevdîtinên ku Tirkiye dixwaze bi Esad re çêbike ne. Her wiha girêdayî lawazkirina Îranê ye. Ji bo vê jî rejîma Şamê nikare li ber xwe bide. Diyar dibe ku artêşa Sûriyeyê bi her awayî di nava aloziyekê de ye. Diyar e Hîzbûllahê ew li ser pêyan hiştin e. Piştî Hîzbullah li Lubnan û Sûriyeyê têk çû rejîma Suriyeyê jî li dijî van çeteyan têk çû. Tirkiyeyê jî dît ku ew lewaz ketine dest bi êrişan kirin. Niha rewş pir xetere ye. Gefên mezin li gelê me jî dixwin. Ew yek jî pirsgirêkên mezin derdixîne holê. Heke wisa berdewam bike hikumeta Şamê nikarê bigehejê sala 2025’an. Hemayê girtin û berê xwe dane Himsê. Her wiha li aliyê Derêzorê jî çeteyên DAIŞê gelek navend û gundewar ji destê rejîma Şamê, bi dest xistin e. Ew yek jî divê sedema metirsiyên mezin. Di nav dewletên navneteweyî de jî dewleteke ku bêje em vî şerî bidin sekinandin û rê li pêşiya çeteyan bigirim tune ye. Gelê Himsê jî koçber dibe. Di nava hemû xelkên Sûriyeyê de metirsiyên mezin hene. Di nav van qetlîaman de Tirkiyeyê jî aliyê sûcdar e.”
‘Armanc parçekirina Sûriyeyê ye û guherandina demografiyê ye’
Xerîb Hiso bi lêv kir ku Tirkiye dewleta sereke ya li pişt komên çekdar e û planên wê yên mezin li ser herême hene. Xerîb Hiso têkildarî êriş û planên li ser herême ev nirxandin kir: “Dewletên ku dixwazin Rûsya û Îranê lawaz bikin jî di nav de ne. Cihê ku hatine dagirkirin xeta Sûniyan e. Di dema DAIŞê de xeta Sûniyan şikest. Tirkiyeyê dixwaze bi van komên çeteyan re vê xeta Sûniyan bi ser bixe. Armanca sereke jî parçekirina Suriyeyê ye û guherandina demografiya heremê ye. Her wiha Tirkiye dixwaze planên xwe yên Mîsak-î Millî pêk bîne û xeta Şîî jî li sînorên xwe dûr bixe. Her wiha dixwaze destwerdanê li ser herêmên Kurdan jî bike û Kurdan jî bixe di nav şerêkî mezin de. Armanca vê planê ya sereke qîrkirina gelê Kurd e. Dema ku DAIŞ derket berê wan dan herêma Kurdan lê têk çûn. Niha jî berê wan didin Şamê. Piştî Şamê jî di hedefa wan de Bexda heye .Ji ber ku Bexda piştgiriya xwe ji bo Şamê diyar kir. Piştî ew lawaz kirin jî wê berê xwe bidin herêmên Kurdan û armanca xwe ya têkbirina destkêftiyên Kurdan bixînin meriyetê. Dewleta Tirk jî bi vê armancê piştgiriya van çeteyan dike. Ji ber wê jî planeke pir xeter û mezin heye.”
‘Têkçûyîna hikûmeta Şamê wê aloziyên pir mezin bi xwe re bîne’
Xerîb Hiso anî ziman ku hêzên garantor li dijî van êrişan bi rola xwe ranebûn û axaftina xwe wiha domand: “Gelek armancên Tirkiyeyê li ser heremê hene. Di nav dewletên ku rola wan di vê aloziyê ya li Suriyeyê heye de para herî mezin a Tirkiyeyê yeç Tirkiye her tim ji bo xwe li ser dewletên herême ferz dike û dixwaze wan lawaz bike gefan li wan dixwe. Niha aloziya heyî dewletên li herême jî lawaz dike. Dewletên garantor jî di vir de bi rola xwe ranabin. Amerîka û Rûsyayê bi rola xwe ranebûn û berpirsyariya xwe bi cih neanîn. Heke hêzên garantor bi berspirsyariya xwe tevbigeriyana ew qas salan aloziyên li Sûriyeyê berdewam nedikir. Hemû gelê Sûriyeyê di nav xetereyê de hiştin. Gelê Sûriyeyê koçber kirin. Heke bi rola xwe rabûna ew alozî dernediketin û li pêş çavê dinyayê hikûmeteke têk nediçû. Têkçûyina hikûmeta Şamê jî wê aloziyên pir mezin bi xwe re bîne.”
‘Em ê di çerçoveya Şerê Gelê Şoreşgerî de parastina xwe bikin’
Xerîb Hiso da zanîn ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê di asteke bilind de amadekariya parastina herême dike û ev tişt gotin: “Komên çete bi hovîtiyeke mezin herême dagir dikin. Ji ber wê jî li ser tevahî herême xetereyên mezin derdixînê. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê xwedî tecrûbeyeke mezin e û li dijî van êrişan amadekariyên xwe pêk tîne. Xwedî hêz û îrade ye. Têkoşîn û berxwedana ku Bakur û Rojhilatê Suriyeyê kiriye bûye mîrateyek. Ev mîrate û ruhê ku hatiye avakirin û projeya Netewa Demokratîk e û ev yek îradeyeke pir mezin li ser civakê ava kiriye. Ji ber wê jî dewletên dagirker ji vê projeyê ditirsin. Tirkiyeyê jî ditirse ku projeya wan a Misak-î Millî bi ser nekevê û projeya Netewa Demokratîk bi ser bikeve. A rast jî ew ê projeya Netewa Demorkatîk wê bi ser bikeve. Ji ber ku aloziyên Suriyeyê bi awayekî demokratîk nehat çareserkirin îro vê xeterê li herême rû da. Berpirsyarê vê dewletên garantor û rejîma Suriyeyê ye. Heke rejîma Suriyeyê diyalog qebûl bikira û bi şêwazeke demokratîk ew pirsgirêk bihatina çareserkirin îro hikûmeta Şamê bi vê xetereyê re rû bi rû nedima. Hezên garantor jî nexwastin ew alozî bên çareserkirin. Ji ber wê jî îro rewşeke pir aloz û hesas heye. Rêveberiya Xweser hemû tedbîrên xwe girtin e. Armanca Tirkiyeyê ew ê ku Rêveberiya Xweser ji holê rake. Em jî dibêjin berxwedan jiyan e. Em li her tiştî dibûrin lê ji berxwedana xwe nabûrin. Rêber Apo ku xwedî vê felsefeyê ye û daye hemû gelan em ji vê felsefê nabûrin. Em ê asta têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin û di çerçoveya Şerê Gelê Şoreşgerî de parastina xwe bikin. Em bi hêza xwe ya xweparastinê van êrişan bidin sekinandin.”
‘Hemû qetlîam û êriş di çerçoveya vê pêvajoyê de ne’
Xerîb Hiso bal kişand ser nîqaşên hevdîtinên bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Axaftinên rayedarên Tirkiyeyê hev nagirin. Di nav wan de parçebûneke siyasî, aborî û civakî heye. Dewletên herêmê hemû di nav parçebûn û aloziyan de ne. Rêyedarên Tirkiyeyê ji aliyekî ve dibêjin em birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinan bikin û vê pirsgirêke çareser bikin ji aliyê din ve jî şerê li dijî Kurdan berdewam dikin. Pirsgirêka Kurd ne tenê bi hatina Rêber Apo di Meclise de biaxive wê çareser bibe. Jixwe Rêber Apo jî di hevdîtina xwe ya bi Omer Ocalan re gotibû, pirsgirêk bi vê şewazê çareser nabe. Mûxatabê vê pirsgirêkê Rêber Apo ye. Tevgera Azadî ya Kurdistanê ye. Ji aliyekî ve êrişên xwe li dijî Tevgera Azadî ya Kurdistanê berdewam dike ji aliye din ve jî qala çareseriye dike. Ji aliyê din ve jî êrişî Rojava dike. Ji bo vê jî ew hemû qetlîam û êriş di çerçoveya vê pêvajoyê de ne. Ev yek di çerçoveya şerê taybet de pêk tên. Dervayî vê tiştek nîn e. Gelê Tirk û hemû pêkhateyên ku li Tirkiyeyê dijîn êdî baweriya van ji desthilat tune ye. Axaftina wan bawer nakin. Ew nikarin tu pirsgirêkan çareser bikin. Heke di gotina xwe de rastbûna dê tecrîdê rakirina û agirbest ragihandina. Bi van gotinan wext derbas dikin. Ev yek tiştên demkî ne ne tiştên demdirêj in. Êrişî Kurdan dikin û şerê qirkirinê didin meşandin.”