Yek ji dewleta herî zêde mirovan darve dike Dewleta Îranê ye. Li gorî daneyan Rejîma Îranê di 2024an de 972 mirov darve kirin û di 3 mehên dawî yên 2025an de zêdetirî 230 welatî darve kirin. Rojnameger Kawe Fatehî anî ziman ku darvekirin tirsa desthilatê nîşan dide.
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên 2024an li Îranê herî kêm 901 kes hatin darvekirin. Li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NYê di 2023an de 853 mirov û di 2024an de jî 972 mirov hatin darvekirin. Di nava wan de 31 jin hatin darvekirin. Daneyên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî yên 2022an destnîşan dikin ku li 55 welatan cezayê darvkirinê di meriyetê de ye. Li 23 welatan cezayê darvekirinê heye, lê di 10 salên dawî de pêk neanîne. Li gorî rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di sala 2023an de darvekirin zêde bû. Li gorî raporê di 2023an de hezar û 153 kes hatin înfazkirin. Li gorî raporê 5 welatên ku herî zêde mirov lê hatine darvekirin wiha ne: Çin, Îran, Erebîstana Siûdî, Somalî û DYA.
Rojnameger Kawe Fatehî li ser darvekirinên li îranê rawestiya û agahî parve kir û got: “Komara Îslamê ya Îranê piştî avabû, politikaya wê ya sereke darvekirin bû. Ji 1979an heta niha 46 sal in Komara Îslamê ya Îranê bi polîtîkayên darvekirinê xwe li ser piyan dihêle. Bêyî darvekirinê nikare hikûmetên xwe bi rêve bibe.”
Hikûmet xwe wekî Xweda dibîne
Kawe Fatehî li ser armanca darvekirinê jî rawestiya û wiha axivî: “Darvekirin faktora sereke ya hikûmeta Komara Îslamî ye. Ji wê demê heta niha darvekirin nesekiniye. Desthilat hikûmetê wekî cîgirê Xweda dibîne. Komara Îslamê ya Îranê, kesên çalakiyan bike, xebatê bike, çi karê ferheng, pirtûk, çand û siyasî wan wekî kesên muxalif dibîne û wekî kesên li dijî xweda şer dikin dibîne. Ji bo vê yekê dikarin wan bi hêsanî darve bikin. Hikûmet xwe wekî xweda dibîne û darvekirina wan kesan ji bo xwe rewa û heq dibîne. Bi hinceta ku li dijî wan şoreş pêk anîne, xebat kirine darve dike. Darvekirin di qanûna Komara Îslama Demokratîk de esasî ye. Kurd be, Beluc be, Ereb be, Fars be kî dibe bila bibe, eger li dijî hikûmetê muxalif be wan darve dike.
Kî li dijî wan be darve dike.
Kawe Fatehî da zanîn ku ji ber Kurd zêde çalak in zêde têne darvekirin û wiha lê zêde kir: “Di 2024an de 972 kes hatin darvekirin. Ji 927 kesên hatin darvekirin nêzî 200 kesî Kurd bûn. Eger li Îranê kî çalak be û kî li dijî komarê tev bigere darvekirinê ji bo wan rewa dibîne. Li Rojhilat Kurd pir çalak in û ji ber Kurd pir çalak in herî zêde Kurd têne darvekirin. Li gorî saziyên mafên mirovan ên li Îranê di 2024an de 972 kes hatin davekirin. Li welaten cîhanê herî zêde li Îranê mirov têne darvekirin. Li gorî raporên mafên mirovan ên Îranê, nêzî 200 kesên ku hatine darvekirin Kurd in. Zêdetir Kurd têne darvekirin. Herî zêde li Rojhilatê Kurdistanê Kurd çalak in. Rêjeya darvekirina milletê Belucî jî zêde ye. Lê bi qasî ya Kurdan zêde nîne. Sedema darvekirina Kurdan siyasî ye. Lê ji kesên têne darvekirin kesên karê tiryakê û kolberiyê dikin jî têne darvekirin.”
Kawe Fatehî bal kişand ser xebatên saziyên mafên mirovan ên li dijî darvekirinê û ev agahî dan: “Saziyên mafên mirovan ên herêmî û navneteweyî hemû raporan dinivîsin. Mînak Saziya ‘Em bi Hevre Li dijî Îdamê’ heye. Hemû sazî raporên ku amade dikin didin rêxistinên mafên mirovan ên Ewropayê. Dixwazin ev rêxistinên neteweyî zextan li ser Rejîma Îranê bikin ku biryarên Îdamê betal bikin. Dikarin li dijî biryarên îdamê karekî bikin. Lê hikûmeta Îranê bersîva van rêxistin û saziyan nade. Gelek kampanyayên li dijî darvekrinê têne meşandin. Li hundirê Îranê jî gelek kampanyayên li dijî Îdamê hene. Li Kurdistan, li Tahran û gelek cihên din kampanya hene. Mînak ji bo 3 jinen xebatkar ên wekî Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhamedî kampanya hatiye destpêkirin. Heta niha gelek kampanya hatin amedekirin. Bi van kampanyayan dixwazin balê bikişînin ser darvekirina wan. Dixwazin bi van kampanyayan zextan li ser Îranê çekin ku rê li pêşiya Îranê bigirin. Li hundir û derve ev kampanya û çalakî hene. Lê ev kampanya çiqas bandorê li ser Îranê dike.”
Di 3 mehan de 230 kes darvekirin
Kawe Fatehî da zanîn ku bi taybetî piştî serhildana “Jin Jiyan Azadî” zextên li ser jinan zêde bûn û wiha dirêj kir: “Di 2023an de nêzî 835 kes hatin darvekirin. Ji destpêka 2025an heta niha 230 kes hatin darvekirin.
Dixwazin bi van darvekirinan zorê li welatiyan bikin da ku kesek li dijî wan muxalefetê neke û li dijî wan dernekve. Dema kesan darve dikin zextan li malbatê dikin û dixwazin ku sedema darvekirinê bi derdorê re par venekin. Ew kes ji siyasî û asrarê be jî sedem nayê parvekirin.”
Kawe Fatehî li ser darvekirina jinan jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Di sala 2024an de nêzî 38 jin hatin darvekirin. Piştî serhildana Jin Jiyan û Azadî di civakê de jî gelek tişt hat guhertin. Berê saziyan û rêxistinan zêde girîngî nedidan jinan. Lê niha êdî her kes vîna jinê esas digire. Vê serhildanê bandor li ser mêr û civakê jî çêkiriye. Hikûmetê jî ev hêza jinan dîtiye. Tê dîtin ku dijberiya jinan heye û jin xwe bi rêxistin dikin. Êdî sergirtina jinan li gorî berê wekî nîne û hinek nerm bûye. Hikûmet jî li dijî jinan hin tişt guhertine.”
Kawe Fatehî anî ziman ku berê “polîsên exlaqê” hebûn û wiha pêde çû: “Lê niha dixwazin erka “polîsên exlaqê” hêdî hêdî kêm bikin. Bandora çalakiyên Jin Jiyan Azadî li ser hikûmetê zêde ye. Hikûmet ji çalakiyên jinan ên Jin Jiyan Azadî pir zêde ditirse.”
Kawa Fetahi herî dawî anî ziman ku Rejîma Îranê bi van îdaman encamê nagire û got: “Lê ji bo tirsê ava bike û kes ne axive vê polîtikayê berdewam dike. Nêzî 45 salin ev rejîm mirovan darve dike. Lê dîsa çalakî didomin, dîsa xwe bi rêxistin û dijberî didome. Ev nîşan dide ku 45 sal in encam negirtine. Ji gelek beşên civakê û rêxistinan gelek mirov darvekirin. Lê em dibînin ku tu encam negirtine. Dîsa çalakî didomin û çalakî di rojevê de ne.”