Amed – Projeya Raborî Siberoj e di roja seyemîn de bi dawî bû. Axêveran diyar kirin ku xeyala Abdullah Ocalan ber bi pêkhatinê vê diçe.
Bernameya “Raborî Siberoj e” ku di pêşengtiya Ûlaş Bager Aldemîr de tê meşandin û armanc dike ku mîrateya siyasî û entelektuel a salên 1960î berbiçav bike didome. Lansmana projeya “Raborî Siberoj e” di 16ê Nîsanê de bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Çand Amedê (Navenda Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê) dest pê kiribû. Xebata bîrê di roja sêyemîn de berdewam kir. Gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî beşdar bûn.
‘Paşeroja me rêya heqîqetê ye’
Destpêkê Ûlaş Bager Aldemîr peyama ku Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan ji bo raborî siberoj e şandin xwend. Hevserokên Giştî di peyama xwe de anîn ziman ku paşêroja wan, dîroka wan a devkî û çanda rêya heqîqetê ye. Hevserokan di peyamê de anîn ziman ku dê bi vê rêya heqîqetê li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn pergaleke wekhev, demokratîk û aştiyane ava bikin.
‘Ev proje nifşan tîne bahev’
Pişt re Ûlaş Bager Aldemîr behsa projeya “Raborî siberoj e” kir. Dûre Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak diyar kir ku piştgiriya projeyê dikin keyfxweş in û got: “Dîroka bidevkî, dengbêjî ji bo me gelekî girîng in û pêşeroja me ronî dikin.”
Pişt re têkildarî projeyê sînevizyonek hate pêşkeşkirin.
Pişt re rûniştina îro ya ewil a bi navê “Ji salên 60î heta 90î Hawira Çandî û Siyasî” dest pê kir. Di rûniştinê de nivîskar Omer Laçîner, siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak û feylesof Eleni Varikas weke axivêr axivîn. Ewilî ji ber Elenî Varikas berçavka xwe winda kiriye, gotara wê ya ku têkildarî bûyerên Gulana 68an ên li Fransayê qewimîn nivîsandiye, hevjînê wê civaknas Michael Lowy xwend.
Dûre nivîskar Omer Laçîner jî bal kişand ser tevgerên li dijî pergalê yên di salên 60î.
‘Divê em her dem di nav xeyala de bin’
Pişt re siyasetmedar Gultan Kişanak diyar kir ku Amed ji bo gelê kurd navendeke girîgng a polîtîk e û got: “Girtîgeha Amedê ji bo azadiya jinan gelek giring e. tevgera jinan di Girtîgeha Amedê xwe nû vê avakir. Ji bo rûmeta mirovahiyê em biparêzin divê em jin lipişt hevbin me girtîgeha Amedê vê yeke femkir.”
Piştî axaftina Gultan Kişanak rûniştina duyemîn dawî bû.
Rûniştina duyemîn navê “Dîrok. Nostaljî, Ûtopya destpêkir. Di rûniştina duyemîn de fikirkar Goran Thernborn, Michael Löwy û Mîthat Sancar axivî.
‘Bandora robarî ya li ser siberoj ê rastiya civakê ye’
Ewilî Goran Thenborn axivî û diyar kir ku dema ku min vê projeyê bihîst min got robarî yê çawa bandora xwe bide siberoj ê û wiha got: ‘’Min pirsa raborî yê çawa bondora xwe bide siberoj ê min li ser gelek fikirî. Raborî ji bo siberoj ê gelek giring e. Em li ser vê pirsê bifikirin em vê tiştê femdikin. Ew rastiya civakê ye, siberoja me, dayîkbûna me re hevr e girêdayî ye. Siberoja me raboriya me çiqas zêde bandor bike em ewqas azadiyê dûr dikevin. Em robariyê dinerin di nav gelan de ji bo azadiyê pêşeng diderkevin. Di nav gelê Kurd de jî ew pêşeng hene. Dema ku em dîrokê dinerin kî hêz bê gotinan wan wekî rastî tê qebûlkirin.”
‘Banga birêz Abdullah Ocalan ji bo Tirkiyeyê gelek giring e’
Paşê Mîthat Sancar axivî. Mîthar Sancar da zanîn ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gavek mezin e û wiha axivî: “Îro pêvajo heye, em jî dibêjin rêyek nû hewceye. Êdî şer divê bê rawestandin. Dewlet jî pişt vê gotinê xwe rêz kir. Di dîroka gelan de jî pêşi axaftin paşê hevgirtin di dawiyê de jî çêk berdan e ûher du alî li ser dikê ye. Lê niha ew rêz welê nayê pêk anîn. Birêz Abdullah Ocalan banga çêk berdanê kir divê ku ev tişt di dawiyê de biba. Ji ber ku we bi peyva em nikarin behsa pêvajoyê bikin. Çek ji bo PKKê gelek giring e lê niha di serî de Birêz Abdullah Ocalan banga çek berdanê kir. Civaka Demokratîk yê çawa bê avakirin bi çek berdanê yê were avakirin. Banga birêz Abdullah Ocalan ji bo Tirkiyeyê gelek giring e.”
‘Gele Kurd mafdar e’
Di dawiyê de Michael Löwy axivî û da zanîn ku îro em li vir Amedê bin piştgirê bidin gelê Kurd ê. Gelê Kurd di berxwedana xwe de mafdar e. Gelê Kurd ji bo aştiyê berxwe dide em jî ji bo piştgiriyê bidin gelê Kurd li vir in. Ji ber ku gelê Kurd gelek mafdar e, ji bo azadiya tevahiya gelan di nav tevgerê de ye. Tevgera Gelê Kurd demokratîk e feminîst e. Abdullah Ocalan siberojek jin ne bindest e, jin azad dijîn xeyal dikira lê ew xeyal em dibînin ku îro ber bi pêk hatine ve diçe.”
Projeya “Raborî Siberoj e” di roja seyemîn de bi konsera MA Musicê dawî bû.