Wan – Ferît Sevîm ku bi stîla xwe ya stranbêjiya muzîka bluesê tê zanîn balê dikişîne ser bindestiya gelan û dibêje: “Di muzîka bluesê de lêgerîna azadiyê heye.”
Muzîka bluesê cureyekî muzîka Afrîkayê ye. Di pêvajoyên ku afrîkîyan karkeriya mirovên çerm spî dikirin de derd û kulên xwe, êş û xemên xwe û hêviyên xwe û piştre jî çîrokên serhildanên xwe bi vê şêweya bluesê tînin ziman. Bi kurtasî em dikarin bêjin ku êş û zilma li ser reşikan tovên muzîka bluesê avêtiye.
Bi kinasî blues li ser êşên reşikan şîn dibe û di salên 1865an de dema ku pergala koletiyê di nav reşikan de tê rakirin, ev cureyê muzîkê hema bêje li tevahiya cîhanê belav dibe. Dema em bala xwe didin muzîka Kurdî jî êdî ev cureyên rojavayî yên wek rock, metal, punk, jazz û bluesê jî di van 30-20 dalên dawiyê de belav bûye. Bi taybetî di nav Kurdan de bi komên wek Koma Wetan, Tip-î Xanzad, Zanko Silêmanî û piştre jî bi Ciwan Haco, Koma Rewşen, Siya Şevê, Ferec û hwd. re berbalavtir dibe.
Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê di salên 90î de piştî ku gund hatin şewitandin û Kurdan berê xwe da bajaran. Êdî Kurdan bi wê bingeha xwe ya çandî gelek şêweyên muzîka rojavayî jî sentez kir û ev kom û stranbêjên li jorê navborî bi van şêweyên rojavayî stran û muzîka xwe afirandin.
Di roja me ya îro de hejmareke gelek zêde di Kurdan de heye ku bi van şêweyên wek rock, punk, jazz, heavy metal û bluesê stran û muzîkê diafirînin. Yek ji van kesan jî stranbêjê ku ev ji 7 salan zêdetir e li ser dikê ye û tenê ne bluesê, bi şêweya rock, regae û gelek caran heavy metalê jî distre, Ferît Sevîm e û ew ji Botanê ye.
Ji naverokên stranên wî yên wek “Xelîn, Rasthatinek, Gulê heta Ho Reşo” û Regae û Botanê nêzî 32 sitran di nav van heft salan de çêkiriye.
Em li gel Ferît Sevîm li ser bluesa Kurdî û kar û xebatên ku daye pêşiya xwe û her wiha li ser dibêtiyên “muzîka Kurdî ya bajarî” û bêderfetiyên vê şêweyê, axivîn.
Stranbêj Ferît Sevîm têkildarî muzîka Kurdî û şêweya bluesê diyar kir ku ji ber bindestî û bêstatubûna Kurdan hê jî ne mimkun e ku em stranên evînê, yên kêfê û hwd. di şert û mercên îroyîn de çêbikin û wiha dibêje, “Di nav ewqas dewlemendiya cîhanê de dema ku hê jî mirov û gelên bindest hebin, bêguman ev yek li zora min diçe. Bêguman bandora mêtingeriyê li ser muzîka Kurdan û gelên bindest heye. Di stranên wan/me de her çiqas mesela evînê hebe jî di dawiya wê de lêgerîna azadiyê jî heye.”
Sevîm di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser bêderfetiyên stranbêjên di nav muzîka bajarî de û got: “Qad ji me kesên ku bi şêweyên rojavayî muzîka xwe îcra dikin re, girtî ye”