Navenda Nûçeyan – Rojnameger Bedran Dere ku 30 sal in li sirgûnê rojnamegeriyê dike diyar kir ku Rojnameya Kurdistanê hafizayeke neteweyî ava kir û got: “Rojnameya Kurdistan bû çavkaniya îlham û cesaretê ji bo rojnamegerên serdema îroyîn.”
Rojnamgerî ango ragihandina Kurdî 127 sal berê li sirgûnê dest bi rêwîtiya xwe kiribû. 22yê Nîsana 1898an Miqdat Mîthad Bedîrxan li paytexta Misrê Qahîreyê tovê rojnamegeriya Kurdî reşandibû û ev tov bi bi navê Rojnameya Kurdistan şîn bûbû. Yanî ev roj destpêkirina çapkirina rojnameya Kurdistan e. Tov û şitilên ku 127 sal berê hatibû çandin, her roj û her sal şîn dibe li welatê me û li çar aliyên cîhanê.
Sazî û dezgehên ragihandina Kurdî ya azad û rojnamegerên Kurd her sal tevî hemû zext, êriş, kuştin û girtinan jî 22yê Nîsanê bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Rojnamegeriya Kurdî ku ji aliyê Miqdat Mîthad Bedîrxan ve hat destpêkirin, îro bi hezaran rojnamegerên Kurd li ser vê şopê û heqîqetê rojnamegeriyê dikin û ruhê pêşengên û cangoriyan şad dikin.
Televîzyona ewil a Kurdî jî MED TV wek rojnameya Kurdistanê li sirgûnê dest bi weşana xwe kiribû. Rojnameger Bedran Dere ku ji dema MED TV heta niha rojnamegeriya Kurdî dike bi minasebeta 22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî pirsên Ajansa Welat bersivand.
* 22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî ji bo ragihandina Kurdî rojek girîng e, di şexsê nemir Miqdat Mîthad Bedîrxan ku bi rojnameya Kurdistan li xerîbiyê (sirgûnê) dest bi weşangeriya Kurdî hatiye kirin, ev roj ji bo rojnamegeriya Kurdî tê çi wateyê?
Ev roja rojnamegeriya Kurdî hersal tîne bîra me ka çiqas girînge ku mirov, wekî civak wekî neteweye, xwe bigîne asta şaristaniya serdemê. Bi derxistina Rojnameya Kurdisanê xebatên ku Miqdat Mithat Bedirxan û birayên xwe dan destpêkirin di dema xwe de şoreşeke mezin bû, avakirina bingeha netewbûnê bû. Pir dane hene nîşanî me didin ku Miqdat beg ne tenê ji bo wan rojan, bi armanca arşîvê, bi armanca avakirina hafizayeke netewî ev rojname derxistiye. Ji xwe wan deman ji ber ku rêjeya xwendin û nivîsandinê pir kêm bû, civakê nekarî ji rojnamê feyde bibîne. Derketina Rojnameya Kurdistanê bû çavkaniya îlham û cesaretê ji bo rojnamegerên serdema me.
* Em dikarin bêjin îro rojnamegeriya Kurdî li ser şopa heqîqeta 127 sal berê weşangeriyê dike, li gorî te çi guherî ye, ruhê wê demê û îro meriv bide ber dikare resmek çawa li ber xwe bibîne?
Wan deman xebatên rojnamegeriyê bi taybetî ji bo rewşenbîrên bê dewlet pir zehmet bû, mîna ku mirov bi serê derziyê bîrê bikole. Şertên aborî, tirsa girtin û kuştinê, jiyana li surgunê, zehmetiyên hevdîtin û danûstendina navbera rewşenbirên Kurdan, şertên seyahetê, peydakirina alav û malzemeyên derxisitina rojnamê, heryek ji wan bi serê xwe astengiyên mezin bûn li pêşiya xebatên Rojnamegeriya Kurdî. Bala xwe bidinê hemû hêjmarên Rojnamê tev li deverekê dernektine. Birayên Bedirxaniyan li kîjan welatî bana li wê derê derdixistin. Dema pê hesiyam ku hin hêjmarên Rojanamê li Cenevê, li Rue de Carouge 7 derketine pir şaş mabûm. Ji ber ku bi salan tesadufî min qahweya xwe ya serê sibê li kafeya bin wê xaniyê vedixwar. Gelo ya ku her sibe ji bo kahwê ez dikişandim wê derê ruhê birayên Bedirxaniyan bû ? Hê jî dema ji wê taxê derbas dibim muheqeq diçim pêşiya avahiya numureya 7an, bi deqeyan li valahiyê temaşe dikim, derketina birayên Bedirxaniyan ya ji deriyê avahiyê xeyal dikim, bi wan re dimeşim.
Em vegerin roja îroyîn. Ya baş herkes serdema xwe bijî lê bi harmoniya hafizaya borî. Îro hem ji aliyê teknîkî ve hem ji aliyê zanîn û agahiyan ve li ber destê me pir derfet hene, lê gelo em wan çiqas bikartînin, ev cihê gumanê ye.
* Di nava vê rêwîtiya 127 salan de rojnamegeriya Kurdî bedelên pirr giran dan, gelo ev bedeldayîn me anî van rojan?
Wekî hemî beşên jiyanê, Kurdan di rêwitiya xebatên Rojnamegeriyê de jî berdêlên giran dan e. Ez ji ber ku bi çavekî rexnegirî li rewşa çapemeniya Kurdî dinêrim asta ku em gihiştinê pir qels û lawaz dibînim. Dema em rewşa xwe û berdêlên me dane bidin ber hev, aliyê berdêl pir giran tê em nikarin ji bînî derkevin. Kalîteya xebatên Rojnamgeriya Kurdî li gorî salên 90î û 2000î kêm bûye. Ne akademiyên me yên rojnamegeran digînin bi têra xwe hene, ne em xebatên xwe li gorî usula pîşeyî dimeşînin. Ev rewş me ji çerxa amatoriyê dernaxe. Di vê demê de ku Rojhilata Navin şekil diguherîne û qedera Kurdan li ser masê ye gelo em çiqas dikarin bi analîz, perspektîf û bi bûyer û nûçeyên lezgîn bersiv bidin pêdiviyên civakê. Di vê rewşê de xebatên çapemeniyê bi qasî têkoşîna siyasî û eskerî girîngî qezenc kiriye.
* Îro jî rojnamegerên Kurd çi li Rojava, çi li Başûr û çi jî li Bakur bedelên giran didin, dîsa mîna salên 90î tên kuştin û girtin, sedema kuştin û girtina rojnamegerên Kurd çi ye?
Sedema girtin û kuştina rojnamegerên Kurd kêmasiya pergala me ya siyasî ye. Li derveyê Welêt jî sitatuya pîşeyî ya rojnamegerên Kurd nayê nasîn. Em wekî Kurd nebûne perçeyekî saziyên rojnamegeriya cîhanê. Lewma em bê parastin in. Nimûneya cînayeta Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn tam trajedî û rastiya me ye. Bi kuştinê têr nabin di ser de rê nadin cenazeyên me jî were definkirin. Bihostekî axa bav û kalên me layiqî me nabînin. Guherandina vê qedera reş di destê me de ye. Em dikarin pergaleke wisa ava bikin ku êdî em emrê xwe bi gilî û gazincan bi çîrokên maxdûriyetê derbas nekin. Binêrin kîjan dewlet dikare rojnamegerekî Îsraîlî yan Ewropî sirf ji ber xebatên wî/wê biavêje zindanê yan bikuje? Di rewşeke wisa de ew cîhanê radikin ser piyan krîzên dîplomatîk derdixin. Em jî dikarin bibin xwedî wê hêzê, eger em biryar bidin.
* Televîzyona ewil a Kurdî jî li xerîbiyê mîna rojnameya Kurdistan dest bi weşanê kir, lê îro li çar aliyên cîhanê rojnamegerên Kurd hene, ev şanaziyek çawa ye?
MED TV di dîroka Kurd û Kurdistanê de xwedî cihekî pir taybet e. Avabûna wê ji pirr aliyan ve watedar e. Wê demê hebûna kanaleke TV dihat wateya dewletbûnê. Di salên 90î de tenê dewlet dikaribûn saziyên wiha vekin û bixebitînin. An jî karsazên milyarder dikaribûn bikevin nava van xebatan. Dema mirov dide ber çavan ku li Tirkiyê kanalên TV yên taybet di 1993yan de dest bi weşanê kirin, avabûna MED TV ya di sala 1995an de şoreşeke ragihandinê bû. Eger ew kanal îro vebûya ewqas watedar nedibû. Her tişt di dema xwe de girîng e. Di dîrokê de cara yekem Kurdistan û zimanê Kurdî bi rêya satelaytê gihîşt bi milyonan. Di dîrokê de yekem car miletekî bê dewlet bû xwedî TV. Ev wêne bi serê xwe hêviyek mezin dida mirovan. Ji ber rewşa civakî Kurdan jî pirr zû ji MED TV hez kir û ew di mala xwe hewand. Ji rojname û kovaran zêdetir xelkê bala xwe da ser televîzyonê. Derfeteke mezin çêbû ku armanc û doza Kurdan rasterast bigihêja mala herkesî. Bifikirin ku wan deman keç û xortên Kurdan di bin xeteriyên mezin de bi şev û roj dimeşiyan ji bo xwe bigînin çend gundan û ji xelkê re behsa dozê bikin. Ev xebat êdî hêsan bûbû. Bi xêra Televizyonê hem hunermend hem rewşenbîr hem rojnamevan herkes dikaribû her saet bibe mêvanê mala herkesî. Bi televizyonê nûçe, edebiyat, zanist û siyasetê xwe digihand her Kurdî. Ger em MED TV bi yek hevokekê vebêjin, ez ê bibêjim şoreşa ragihandinê ya Kurdistanê bû. Avabûna Kurdistaneke fezayî bû. MED TV bû zanîngeh. Li ku dera dinyayê profesorekî Kurd hebûya, kîjan hunermend, şêx, mela, meşaîx û xoce hebûya, kîjan serok, sekreter û siyasetmedar hebûya tev hatin bi rêya MED TV xwe gihandin gelê Kurd. Tu Kurdekî yan jî ti meletekî li Kurdistanê nikare bêje: Di MED TV de firsenda min nebû em xwe îfade bikin. Xebatkar, rêvebir û derhênerên vê saziyê pir bi xwe bawer bûn, tim hewl dan prensîbên gerdûnî yûn çapemeniyê di vê kanalê de bînin cîh. Hêzên xêrnexwaz pêşî lê girtin asteng kirin. Her kanala ku nû vebû hêdî hêdî ji prensibên rojnamegeriya gerdûnî dûrket û bandora wê ya li ser civakê jî kêm bû.
* Kurd îro li çar aliyên welat û cîhanê di qonaxek girîng de derbas dibin, gelo bandora medyaya Kurdî li ser vê têkoşîna Kurdan çiqas e? Yanî rojnamegeriya Kurdî çiqas bandorê li ser Kurdan kir?
Îro mixabin ji aliyên pişeyî ve em pêş neketine. Çapemeniya Kurd ji hestên neteweyî dûr ketiye, bandora wê ya li ser civakî gelek qels e.
* Li gorî te zimanê medya Kurdî têr dike, rewşa ragihandina Kurdî çawa ye, divê rojnameger û ragihandina Kurdî ji niha şûn ve çi bikin, çi dikeve ser milê wan?
Îro ji ber pêşketina teknolojiyê û medya civakî derfet û îmkanên mezin ketine destê me. Bi xêra vê rewşê cara yekeme zexta dewletan nikare pêşî li xebatên çapemeniya Kurdan bigire. Ji bo pêşxistina akademiyên rojnamegeriyê, ji bo danûstendina bi rojnamegeriya cîhanê re, ji bo mezinkirina medya civakî ya Kurdî ti astengî li pêşiya me nemaye. Wekî di her xebatî de, ji bo pêşketinê formula sereke ewe ku mirov ji prensibên vê pîşeyê re rêz bigire. Ji tecrûbe û hafizayê fayde bibîne. Yanî her sal tekerê ji nû ve keşif neke. Em wekî milet doza me bi têra xwe mafdar e, pêdivî bi ajitasyon û propagandayê tine. Zimanekî estetîk bedew, ji dil dikare xwe bigihîne dilê her ferdî.