• Nûçeyên Herî Dawî
Bombeya li ber teqînê: Kampa Holê

Bombeya li ber teqînê: Kampa Holê

24 NÎSAN 2025 - 09:00
Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê bi coş didome

Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê bi coş didome

1 TÎRMEH 2025 - 23:51
Li dijî qetilkirina jinan meşiyan

Li dijî qetilkirina jinan meşiyan

1 TÎRMEH 2025 - 19:34
Şaredariya Peyasê der barê hewldanên sixtekariyê gel hişyar kir

Şaredariya Peyasê der barê hewldanên sixtekariyê gel hişyar kir

1 TÎRMEH 2025 - 17:09
Eşkerayîya derheqê pêvînayîşê Heyetê DEM Partî û Erdoganî

Hefteya bê dê Erdogan û DEM Partî bicivin

1 TÎRMEH 2025 - 15:53
Bakirhan: Li Rojhilata Navîn hêza herî çalak Kurd in

Bakirhan: Li Rojhilata Navîn hêza herî çalak Kurd in

1 TÎRMEH 2025 - 14:44
Di 6 mehan de zedetirî 400 kes hatine darvekirin!

Di 6 mehan de zedetirî 400 kes hatine darvekirin!

1 TÎRMEH 2025 - 14:31
Malpera kovara Lemanê hat astengkirin

Malpera kovara Lemanê hat astengkirin

1 TÎRMEH 2025 - 14:24
Bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin

Bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin

1 TÎRMEH 2025 - 14:00
Heyeta Ewropî ji bo hevdîtina bi Ocalan re daxwazname da parêzeran

Heyeta Ewropî ji bo hevdîtina bi Ocalan re daxwazname da parêzeran

1 TÎRMEH 2025 - 12:59
TJAyê bi bernameyekê Zîlan û Sema bibîr anîn

TJAyê bi bernameyekê Zîlan û Sema bibîr anîn

1 TÎRMEH 2025 - 12:09
Bi girseyî serdana şîna Rojbîn Akgodan kirin

Bi girseyî serdana şîna Rojbîn Akgodan kirin

1 TÎRMEH 2025 - 12:06
Walîtiyê Şirnexê li Elkê 3 herêm qedexe kirin

Walîtiyê Şirnexê li Elkê 3 herêm qedexe kirin

1 TÎRMEH 2025 - 11:00
Amerîkayê pêkanînên li ser Sûriyeyê rakir

Amerîkayê pêkanînên li ser Sûriyeyê rakir

1 TÎRMEH 2025 - 10:54
Li Îzmîrê gelek endam û rêveberên CHPê hatin binçavkirin

Li Îzmîrê gelek endam û rêveberên CHPê hatin binçavkirin

1 TÎRMEH 2025 - 09:29
Lîsa Çalan: Em li benda serlêdanên Fona Sînebîrê ne

Lîsa Çalan: Em li benda serlêdanên Fona Sînebîrê ne

1 TÎRMEH 2025 - 08:24
  • |
  • Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê bi coş didome

    Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê bi coş didome

    Li dijî qetilkirina jinan meşiyan

    Li dijî qetilkirina jinan meşiyan

    Şaredariya Peyasê der barê hewldanên sixtekariyê gel hişyar kir

    Şaredariya Peyasê der barê hewldanên sixtekariyê gel hişyar kir

    Di 6 mehan de zedetirî 400 kes hatine darvekirin!

    Di 6 mehan de zedetirî 400 kes hatine darvekirin!

    Bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin

    Bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin

    Heyeta Ewropî ji bo hevdîtina bi Ocalan re daxwazname da parêzeran

    Heyeta Ewropî ji bo hevdîtina bi Ocalan re daxwazname da parêzeran

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • ROJANE
    Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê bi coş didome

    Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê bi coş didome

    Li dijî qetilkirina jinan meşiyan

    Li dijî qetilkirina jinan meşiyan

    Şaredariya Peyasê der barê hewldanên sixtekariyê gel hişyar kir

    Şaredariya Peyasê der barê hewldanên sixtekariyê gel hişyar kir

    Di 6 mehan de zedetirî 400 kes hatine darvekirin!

    Di 6 mehan de zedetirî 400 kes hatine darvekirin!

    Bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin

    Bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin

    Heyeta Ewropî ji bo hevdîtina bi Ocalan re daxwazname da parêzeran

    Heyeta Ewropî ji bo hevdîtina bi Ocalan re daxwazname da parêzeran

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bombeya li ber teqînê: Kampa Holê

Veysel Avci /AW

24 NÎSAN 2025 - 09:00
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Kampa Holê ku ji 2019an heta niha bûye wargeha malbatên DAIŞê gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriye û tevahiya cîhanê dixwe. Li dijî vê yekê YPJ û HSDê di 4 salan de 5 operasyon pêk anîn, lê hêzên navdewletî tenê temaşe dikin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 23ê Nîsanê de operasyona li kampa Holê bi dawî kirin. Di encamê de 20 DAIŞî hatin girtin. Her wiha gelek çek û cebilxane jî di kampê de hatin desteserkirin.
Ji 2021an heta niha Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya YPJ û HSDê 5 operasyonên ewlehiyê li dijî DAIŞê û malbatên wan pêk anîn. Lê şanê veşarî yên DAIŞê dîsa ji nûve zindî dibin û gefê li gelê cîhanê dixwin.
Di 2019an de hejmara malbatên DAIŞiyan û kesên biyanî ku li Kampa Holê diman, 74 hezar bû. Ji wan 50 hezar ji malbatên DAIŞiyan bû. Rêveberiya Xweser ji çileya 2025an heta niha 4 hezar û 547 kes kampê şandin malbatên wan.

Kampa Holê kampeke herî xeternak a cîhanê ye. Li gorî daneyên Nîsanê bi giştî 13 hezar û 124 penaberên Iraqî û 15 hezar û 805 koçberên Sûriyeyî, 6 hezar û 385 jin û zarokên çeteyên DAIŞî li kampê dimînin.
Kampa Holê ku li rojhilatê bajarê Hesekê ye û li nêzî sînorê Iraqê ye, ji cihên herî xeternak e. Kamp sala 1991an ji bo bicihkirina penaberên Iraqê yên ji Şerê Kendavê yê Duyemîn reviyane, hatibû avakirin. Piştî bidawîbûna şer penaberên Iraqê vegeriyan û kamp hat girtin. Lê bi êrişa li dijî Iraqê ya 2003yan re kamp dîsa hate vekirin.
Bi destpêka krîza Sûriyeyê re çeteyên DAIŞê kamp dagir kir û bajarê Holê ji bo çûn û hatina di navbera Iraq û Sûriyeyê de bi kar anî. Di 15ê Mijdara 2015an de HSDê bajarê Holê û kampa wê ji DAIŞê rizgar kirin û tê de koçberên Sûriyeyê yên ji şerê di navbera hikumeta Şamê, komên dewleta Tirk, Cebhet El Nusra û DAIŞê de reviyane, bi cih kirin.
Piştî têkbirina DAIŞê di Adara 2019an de li Baxozê ya Dêrazorê nêzî 12 hezar DAIŞî hatin girtin ku niha di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ne. Malbatên DAIŞiyan di kampa Holê de hatin bicihkirin. Di buhara 2019an de hejmara kesên li kampê hatibûn bicihkkrin nêzî 74 hezar kes bûn, ji wan 50 hezar ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên sûriyeyî, iraqî û biyanî ne.
Piştî ku hin malbatên Sûriyeyî û Iraqî yên ku destên wan neketiye xwîna gelê Sûriyeyê û Iraqê ji kampê hatin derxistin, hin dewletên biyanî welatiyên xwe vegerandin ba xwe.
Li dijî vê rewşê û xeteriyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi piştgiriya YPJ û HSDê rêzeoperasyonên ewlehiyê li kampa Holê, ji bo serdegirtina şaneyên DAIŞê û têkbirina fikr û rêxistinbûyîna tundraw di hundirê kampê de dan destpêkirin.

Qonaxa yekemîn: 2021

Qonaxa yekemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di 28ê Adara 2021an de dest pê kir. Heta 2yê Nîsanê dom kir. Di encamê de 125 endamên şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞê hatin girtin.

Qonaxa duyemîn: 2022

Qonaxa duyemîn a Operasyona Ewlehî û Mirovahî di 25ê Tebaxa 2022yan de dest pê kir û 24 rojan dewam kir. Di encamê de 226 DAIŞî hatin girtin, 25 tunel hatin vedîtin û hejmareke mezin a teqemenî, çek, cebilxane û amûrên din hatin desteserkirin. 2 jinên Êzidî ji çeteyên DAIŞê hatin rizgarkirin. Bi vî awayî di 4 salên dawîn de hejmara jinên Êzidî yên rizgarkirî bû zêdetirî 200an. 4 jinên Êzidî ku ji aliyê çeteyan ve hatibû qeydkirin û îşkence li wan dihat kirin, ji aliyê YPJê ve hatin rizgarkirin.

Qonaxa sêyemîn: 2024

Qonaxa sêyemîn a operasyonê di 27ê Çileya 2024an de dest pê kir. 10 rojan dom kir. Tê de 85 çeteyên DAIŞê û hevkarên wan hatin girtin. Çek û kelûpelên bi wan re hatin desteserkirin û 5 tunel hatin vedîtin û rûxandin. Keça Êzidî Kovan Îdo Xirto ku berî bi 10 salan di êrişa li dijî Şengalê de hatibû revandin, ji aliyê YPJê ve hat rizgarkirin.

Operasyona ewlehiya domdar

Di 6ê Mijdara 2024an de li kampa Holê “Operasyona Ewlehiya Domdar” hat destpêkirin. Ev operasyon cuda bû. Li derdora kampê û herêmên gundewar hat destpêkirin. Di operasyonê de zêdetirî 100 kîlomtre çargoşe hat paqijkirin, 79 DAIŞî hatin girtin.

Operasyona dawî

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kampa Holê, di 18ê Nîsana 2025an de, operasyoneke nû da destpêkirin. Ev operasyon piştî agahî hatin wergirtin ku tevgerên şaneyên DAIŞê li hundirê kampê zêde ne, hewldanên wan ên tevlêkirinê û qaçaxçîtiya malbatên çeteyan ji kampê berdewam dikin, hat kirin.
Heta 20ê Nîsanê di vê operasyonê de 20 DAIŞî hatin girtin, çek û cebilxane hatin desteserkirin.

Hêzên navdewletî trajediyê zêde dike

Tevî hewldanên ewlehî yên mezin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn, YPJ û HSDê pêk tînin, lê paşguhkirina navneteweyî ji kampê re, gefan zêde dike.
Dadgeheke navneteweyî ya darizandina DAIŞê li gorî qanûna navneteweyî li ser erdê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were avakirin, ji ber ku li wir sûc hatine kirin.

Serjimara dawî ya kampa Holê

Li gorî serjimariya dawî ku ajansa me ji Rêveberiya Kampa Holê bi dest xistiye, hejmara niştecihên kampa Holê 35 hezar û 323 kes e û li ser 3 beşên sereke belavkirî ne. Sûriyeyî beşeke mezin digire ku 15 hezar û 805 kes e, iraqî 13 hezar û 124 kes in û kesên biyanî jî yên ji welatên cihêreng 6 hezar û 385 kes in.
Ev hejmar nîşan didin ku li hundirê kampê têkelbûnek bi îdeolojiya DAIŞê heye û li kêleka wê bi hezaran zarokên nû bûne hene û ev jî zemînekê ji bo tundrawiyê çêdike. Bi wê re asta astengiyên ewlehî û mirovî yên kampê zêde dibe.
Ji lew re berdewamkirina paşguhkirina pirsgirêka kampa Holê, wê ne tenê firehkirina fikra tundrawiyê bîne, ji wê zêdetir wê bi xe re nifşekî nû ya çete û terorîstan bigihîne ku gefan li cîhanê bixwe. Kamp ne tenê krîzeke mirovî ye, lê astengiya ewlehî ya stratejîk e ku pêdivî bi bersivdana lez a navneteweyî û hevkariyeke rasteqîn a çareseriyan heye.

Operasyonên dawî

Herî dawî Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku di 23ê Nîsanê de operasyona li kampa Holê bi dawî bûye. Di operasyonê de 20 çeteyên DAIŞê û hevkarên wan hatin girtin. Gelek çek û cebilxane jî di kampê de hatin desteserkirin.

Bi hezaran şandin Iraqê

Di 15 Nîsanê de çarçoveya hevkariya di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Komîteya Koçberî û Koçberan a Parlamentoya Iraqê de, komeke malbatên Iraqî yên li kampa Holê ya li başûrê bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê, şandin Iraqê. Koma koçberan ji 241 malbatan anku 866 kesan pêk tê. Karwanê koçberan di bin çavdêriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û ya Koalîsyona Navneteweyî de ber bi xaka Iraqê ve bi rê ket.

Di 2ê Nîsanê de Medya Iraqê li gor agahiyên ku ji çavkaniyek agahdar wergirtiye, eşkere kir ku Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê 160 malbatên Iraqî ku hejmara wan 600 kesin, ji Kampa Hol vegerandiye Kampa Ceda ya li Musilê. Hat gotin ku piraniya wan jin û zarokin.

Di 29ê Adarê de Rêveberiya kampa Holê koma 7an penaberên Iraqî yên ku dixwazin li warê xwe vegerin, ber bi Iraqê ve bi rê kir. Kom ji 198 malbatan anku 670 penaberên Iraqî pêk dihat.

Di 23 Sibatê de di çarçoveya hemahengiya di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Komîteya Koç û Koçberan a Parlamentoya Iraqê de, komek nû ya penaberên Iraqî yên li kampa Holê diman, ber bi Iraqê ve şandin. Kom ji destpkêa îsal ve ya 5an bû û ji 618 kesan (167 malbaran) pêk dihat.

Di 30 Çile de di çarçoveya hemahengiya di navbera Rêvebriya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê de, 90 malbatên Iraqî (500 kes) ji kampa Holê ber bi Iraqê ve bi rê kirin.

Di 8ê Çileyê jî 196 malbat ku ji 715 penaberan pêk dihatin, ji Holê vegeriyabûnn Iraqê. Di 25ê Çileyê de jî 148 malbatên din ên iraqî ku ji 578 kesan pêk dihatin, ji Holê vegeriyabûn Iraqê.

Wezîrê Iraqê hişyar kiribû

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên di serê salê de têkildarî metirsiya xerabbûna rewşa kampa Holê û reva DAIŞî ji girtîgehan hişyarî dabû. Fuad Hisên bi rêya telefonê bi wezîrê Kar û Barên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê Brîtanî Hamish Falconer re axivîbû û hişyarî kiribû. Fuad Hisên diyar kiribû ku çeteyên DAIŞê xwe bi rêxistin dikin û piştî têkçûna artêşa Sûriyeyê dest danîn ser çek û cebilxaneyê û deverên din kontrol kirin.

Wezîre Alman: Kamp bûye dibistan

Wezareta Derva ya Almanya ragehandibû ku Kampa Holê ya bajarê Hesekê ji bo zarokên DAIŞî bûya dibistaneke perwerdeyê. Wezîr destnîşan kiribû ku tundutujiya DAIŞê ya 2020an ji ya sala 2019an bêtir e.

Berdevkê HSDê Ebcer Dawud jî têkildarî operasyona dawî da zanîn ku operasyona ewlehiyê ya li kampa Holê piştî wergirtina agahiyên îstîxbaratî yên zelal û zêdebûna gefên di hundirê kampê hat destpêkirin û got: “Operasyon digel valahiya siyasî û leşkerî ya ku di demên dawî de li Sûriyeyê çêbûbû hat ragihandin. Şaneyên DAIŞê hewl didan sûdê ji tevliheviya ewlehiyê û pêkhatina civakî ya girtî ya kampê werbigirin da ku çalakiyên xwe di hundirê kampê de zêde bikin. “

Etîket: DAIŞHSDKampa HolêYPJ
FacebookTweet

Nûçeyên Din

HSDê bîlançoya 24 saetan eşkere kir

HSDê îdiayên ’Operasyona Çolistana Sûriyeyê’ derewand

30 HEZÎRAN 2025
Endamên DAIŞê êrîşî hilberînerên petrolê kir

Endamên DAIŞê êrîşî hilberînerên petrolê kir

29 HEZÎRAN 2025
YRJ: Em ê armancên xwe pêk bînin

YRJ: Em ê armancên xwe pêk bînin

28 HEZÎRAN 2025
Noel Barrot: Me di navbera Rojava û Tirkiyeyê de navbeynkarî kir

Noel Barrot: Me di navbera Rojava û Tirkiyeyê de navbeynkarî kir

12 HEZÎRAN 2025
Polîsên Iraqê li Şengalê şaredariyek dagir kirin

Polîsên Iraqê li Şengalê şaredariyek dagir kirin

12 HEZÎRAN 2025
Yekemîn muzexaneya belgekirina sûcên DAIŞê hat vekirin

Yekemîn muzexaneya belgekirina sûcên DAIŞê hat vekirin

9 HEZÎRAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2025 (18)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Nafiye Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne