Daneyên 31 salên dawî pirsa ‘Li Tirkiye ÇED xizmeta kê û çi dike’ tîne hiş û aqilan. Armanca raporên ÇEDê parastina xweza û çavkaniyên jiyanê ye. Lê dane nîşan didin ku hewcehî bi raporên ÇEDê nayên dîtin.
Li bajarê Kurdistanê bi hezaran proje hatin avakirin. Lê ji bo projeyên talankirinê hewce bi raporên ÇEDê nehat dîtin.
Armanca raporên ÇEDê parastina xwezayê ye. Parastina çavkaniyên jiyanêê û nirxên civakê ye. Lê ji ber ku xwediyên şirketan û saziyên dewletê, bertîlê didin kesên ku raporên ÇEDê amade dikin, ev kesana li şûna li gorî parastina xweza û çavkaniyên jiyanê raporan amade bike, hewcehiyê bi raporan nabînin.
Armanca rapora ÇEDê ewe ku xwezayê ji hilberîn û berhemên sazî û şîrketên ku zerarê didin xwezayê biparêze. Rapora ÇEDê armanc dike ku zerar û fêdeyên bermahiyan baş di parzûn re derbas bike û destûr nede ku berhem û hilberînên xwezayê talan û wêran dike, ji parzûn re derbas bibe. Lê li Tirkiyeyê tê dîtin ku Raporên ÇEDê esas nayên girtin û rapor bêtir xizmeta şîrket û bazirganan dike.
Armanca Raporên ÇEDê ew e ku xweza û ekolojî bê parastin. Sedema rapora ÇEDê parastina ekolojî û xwezayê ji êrîşên şîrketên bazirganiyê ye. Armanc dike ku bi raporan rê li pêşiya talankirin û wêraniyê bigire. Lê li Tirkiyeyê her çend ÇED ji bo parastina xwezayê raporan amade dike jî, şîrketên bazirganiyê bi bertîl û pereyan rayedaran m
Rapora ÇEDê, armanc dike ku bandorên neyînî yên bermahiyên sazî, rexistin û şîrketên ku di encama xebatên hatine plankirin de derketine holê; wan asteng bike. Armanc dike ku rê li pêşiya qirêjkirina xwezayê bigire û yên zerarê dide jî bîne asta ku zerarê nede derdorê. Li gorî rêziknameya ÇEDê; sazî, dezgeh û rêxistinên ku girêdayî raporên ÇEDê ne, divê ji bo projeyan, raporên wezaretê ya “Pêdîvî bi ÇEDê heye” bistîne.
Navê wê heye lê hewce pê nayê dîtin
Li gorî vê rastiyê dema mirov li daneyên 31 salan ên Tirkiyeyê dinere, dibîne ku hewceyî bi 80 hezar û 870 Raporên ÇEDê nehatiye dîtin. Li Tirkiyeyê di sala 1993an raporên ÇEDê ketin qeydan. Ji 1993an heta 2024an li Tirikeyê ji bo 80 heza rû 870 projeyeyan biryara “Pêdivî bi ÇEDê tune” hat girtin. Di dîroka heman demê de ji bo 8 hezar û 78 projeyan biryara erênî ya “Rapora ÇEDê” hat dayîn. Ji bo 88 raporên ÇEDê neyînî û ji bo hezar û 422 raporên ÇEDê jî biryarê hewce pê heye hat dayîn.
Li Tevahiya cîhanê her ku diçe kanên madenê û petrolê zêde dibin û ev yek zerarê dide xwezayê. Ji bo berhemên madenê derxin, xweza tê talankirin û wêrankirin. Kanên komir û madenê zerarê dide av, hewa û xwezaya herêmê. Ji bo xweza bê parastin; sazî, şîrket û rêxistinên ku li berhemên madenê digerin û kanan ava dikin, divê beriya her tiştî Rapora Nirxandina Bandora li Derdorê (ÇED) bistînin. Lê gelek şîrket û sazî dema kanan vedikin û berhemên madenê ji xwezayê kom dikin, bêyî raporên ÇEDê bistînin dest bi kar dikin. Şîrketên bazirganiyê bêyî raropên ÇEDê bistînin dest bi kar dikin. Biryarên raporên ÇEDê jî ji aliyê Wezareta Derdor, Bajarvanî û Avhewayê ve tê dayîn.
Piştî AKP hat edî hewce bi ÇEDê nedîtin
Li gorî daneyên Wezaretê di 23 salên ku AKP bûye desthilat, rêjeya ‘Pêdivî bi raporên ÇEDê tune’ zêde bû. Li gorî daneyên 31 salên dawî tê dîtin ku navê ÇEDê heye, lê hukmê wê tune. Li gorî daneyên di navbera 1993 û 2024an de, der barê 80 hezar û 870 projeyan de biryara “Pêdivî bi Rapora ÇEDê tune” hatiye dayîn. Di navbera salên 2002 û 2024an ku AKP bûye desthilat de der barê 75 hezar û 769 projeyan de “Pêdivî bi rapora ÇEDê tune ye” hatiye dayîn.
Biryarên erênî yên ÇEDê
Biryarên erênî yên ÇEDê tê wateya ku projeyên ku bandora wan a neyînî li ser xwezayê heye, bi tedbîrên bên girtin, dê ev bandor bê asta herî kêm, an jî de zerarê nede xwezayê. Bi raporên erênî yên ÇEDê, şîrket û sazî dikarin kanên madenê vekin û mudaxaleyî xwezayê bikin. Li gorî vê yekê di 31 salên dawî de ÇEDê der barê 8 hezar û 78 projeyan de biryarên erênî daye. Di serdema AKPê de jî ÇEDê der barê 7 hezar û 870 projeyan de biryarên erênî daye.
Rêjeya ‘Pêdivî bi ÇEDê tune’ zêde bû
Li Tirkiyeyê raporên ÇEDê ji aliyê Wezareta Derdor, Bajarvanî û Avhewayê ve tên amadekirin. Lê di serdema AKPê de ji bo gelek projeyan pêdivî bi rapora ÇEDê nayê dîtin. Li gori daneyên 31 salan ji bo 80 hezar û 870 projeyan pêdivî bi raporên ÇEDê nehat dayîn û biryara “Hewce bi ÇEDê tuen’ hat dayîn.
Li gorî daneyên Wezaretê di serdema AKPê de li hin bajarên Kurdistana Bakur biryarên “Raporên ÇEDê yên erênî” û “Pêdivî bi ÇEDê tune” wiha ye:
“Li Amedê ji bo 50 projeyan ÇED erênî, ji bo 1145 projeyan pêdivî bi ÇEDê tune hat dayîn.
Li Wanê ji bo 70 projeyan ÇED erênî, ji bo 668 projeyan jî pêdivî bi ÇEDê tune hat dayîn.
Li Şirnexê ji bo 38 projeyan ÇED erênî, ji bo 350 projeyan jî pêdivî bi ÇEDê tune hat dayîn.
Li Rihayê ji bo 97 projeyan ÇED erênî, ji bo 866 projeyan jî pêdivî bi ÇEDê tune hat dayîn.
Li Sêrtê ji bo 52 projeyan ÇED erênî ji bo 263 projeyan jî pêdivî bi ÇEDê tune hat dayîn.
Li Erziromê jî ji bo 104 projeyan ÇED erênî, ji bo 993 projeyan jî pêdivî bi ÇEDê tune hat dayîn.
Li Erzinganê jî ji bo 55 projeyan ÇED erênî ji bo 625 projeyan jî pêdivî bi ÇEDê tune hat dayîn.
Li Dîlokê ji bo 121 projeyan ÇED erênî û ji bo 1163 projeyan jî pêdivî bi ÇEDê nehat dîtin.
Li Semsurê jî ji bo 41 projeyan ÇED erênî û ji bo 64 projeyan jî pêdivî bi ÇEDê nedîtin.
Li Meletîyê jî ji bo 117 projyan ÇED erênî û ji bo 830 projeyan jî pêdivî bi ÇEDê nedîtin.
Li Mereşê jî ji bo 142 projeyan ÇED erênî û ji bo 1209 projeyan jî pêdivî bi ÇEDê nedîtin.