• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
25 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Amedê 18 kes hatin girtin: We çima şala kesk, sor û zer girê da?

    Li Amedê 18 kes hatin girtin: We çima şala kesk, sor û zer girê da?

    Li Stenbolê yek jê zarok 10 kes hatin girtin

    Li Stenbolê yek jê zarok 10 kes hatin girtin

    Bafil Talabanî: Armanckirina Pêşmergeyan binpêkirina serweriyê ye

    Bafil Talabanî: Armanckirina Pêşmergeyan binpêkirina serweriyê ye

    Cenazeyê Taşar ber bi Êlihê ve bi rê ket

    Cenazeyê Taşar ber bi Êlihê ve bi rê ket

    Li Kerkûkê ji ber baranê rewşa awarte hate ragihandin

    Li Kerkûkê ji ber baranê rewşa awarte hate ragihandin

    Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Êrîşên li dijî pêşmergeyan binpêkirina serweriyê ye

    Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Êrîşên li dijî pêşmergeyan binpêkirina serweriyê ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Rojên Pirtûkan ên Şaredariya Erxeniyê dest pê dike

Fexredîn Kiliç / AW

27 NÎSAN 2025 - 08:57
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Amed – Rêveberê YEWKURDê Jêhat Rojhilat da zanîn ku di navbera 2-5ê Gulanê de 1emîn Rojên Pirtûkan ên Şaredariya Erxeniyê tê lidarxistin û got: “Kesên ku dizanin niha zimanê wan di bin xetereyê de ye, bila bên xwedî li pêşengehê derkevin.”

Di pêşengtiya Şaredariya Erxeniyê de dê di navbera 2-5ê Gulanê de bi gelek sazî û dezgehan re li Park Orman a Yenîşehîrê ya navçeya Erxenî ya Amedê 1emîn Rojên Pirtûkan a Şaredariya Erxeniyê bê lidarxistin. Di pêşengeha ku 32 weşanxane û 50 nivîskar dê tev li bin de gelek panel, gotûbêj, konser û aktîvîteyên cuda bên lidarxistin. Rêveberê Yekitiya Weşangerên Kurd (YEWKURD) Jêhat Rojhilat têkildarî 1emîn Rojên Pirtûkan ên Erxeniyê axivî.

‘Ji bo ku çand û zimanê kurdî di nava gel de xuya bike ev xebat danîne pêşiya xwe’

Jêhat Rojhilat da zanîn ku weke Weşangerên Kurd ji bo ku çand û zimanê kurdî di nava gel de xuya bike xebateke wisa dan pêşiya xwe û wiha got: “32 weşanxane û 50 nivîskar dê beşdarî pêşengehê bibin. Ligel rojên îmzeyan ev hejmara nivîskara digihe sedan jî. Ji ber wê ev ji bo Erxeniyê gaveke girîng e û cara ewil pêk tê. Bi taybetî hevalên me yên Egîtîm Senê xebateke baş kirin. Odeya Bazirganî û Senayiyê ya Amedê (DTSO), Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şaredariyên Peyas, Hênê, Pîran, Erxenî gelek sazî di nav vê xebatê de hene jî piştevaniya vê pêşengehê dikin. Di vê çarçoveyê de dê li navçeya Hênê şano were lîstin, li navçeya Pîranê wê li ser zaravayê kirmanckî yê kurdî panelên me hebin. Mamoste Suleyman Yilmaz û Hecî Ozkal dê tev li bin. 16 gotûbêj dê bên lidarxistin. 8 heb bi kurdî 8 heb bi tirkî ne. Ew jî an niştecihên Erxeniyê ne an jî tên nasîn û bi tirkî dinivîsin. Me xwest li Erxeniyê çiqas nivîskar û rewşenbîr dûr bin jî werin di nava wê pêvajoyê de cih bigirin.”

‘Daxwaza me ew e ku em xwe bigihînin gel’

Jêhat Rojhilat destnîşan kir ku daxwaza wan ew e ku xwe bigihînin gel û wiha domand: “Em dixwazin ji gel re bêjin ku ev xebatên li ser kurdî hene. Carna hin kes tên pirtûkxaneyê ji me pirs dikin em dibêjin li ser kirmanckî kurmancî ev qas pirtûk hatine nivîsandin şaş dimînin. Xebatên li ser pirtûkên kurdî hene, arşîveke baş çêbûye. Dibe ku îro qedr û qiymetê vê arşîvê pir tune be lê sibê dê bêtir baş bê fêmkirin.”

‘Werin em weke mihrîcanekê vê pêşengehê derbas bikin’

Jêhat Rojhilat wiha bang li pirtûkhezan kir: “Kesên kurd bin û dizanin niha zimanê wan di bin xetereyê de ye. Bila bên xwedî li pêşengehê derkevin. Da ku weşangerên kurdan li ser piyan bimînin û xebatên xwe bidomînin. Bi taybetî gelê Erxeniyê û yên navçeyên derdora wê vedixwînin pêşengehê. Kesên ku derfeta wan hebe bila kerem bikin werin. Em weke mihrîcanekê vê pêşangeha xwe derbas bikin.”

Etîket: Jêhat Rojhilat
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Ehmed Huseynî şêxê helbesta nûjen a Kurdî bû’

‘Ehmed Huseynî şêxê helbesta nûjen a Kurdî bû’

13 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Klîba ‘Firtona Ji Agirin’ hat weşandin

    Klîba ‘Firtona Ji Agirin’ hat weşandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amed, Stenbol û Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Agiriyê dayîka Sema Yuce agirê Newrozê pê xist

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komîteya Amadekar a Newroza Amedê: Peyamên Newrozê zelal in niha jî dora dewletê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroza Colemêrgê: Bi ruhê yekitiyê dê bi agirê Newrozê bêtir geştir bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 15 jinên têkoşer li Hezoyê hatin bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika girtî Kinyas Ataman, Sarya Ataman jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş Edîp Taşar jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroza Colemêrgê li ber heybetiya Simbil dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê yek jê zarok 10 kes hatin girtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (973)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne