Keleha Zerzewanê di navbera Amed û Mêrdînê de li ser zinarên asê hatiye avakirin û bûye şahidê dîrokê. Ev keleh, bi dîroka xwe û bi atmosfera xwe ya efsunî mirovan sermest dike. Her wiha ev keleh, serdema borî radigîhîne me û hema her roj bi sedan geştiyaran pêşwazî dike.
Keleha Zerzewanê ya 3 hezar salî cihekî kevnar e û biqîmet e. Ev der di serdema Împeretorîya Romayê de cihê leşkerîyê bûye. Li vir esnaf, bazirgan û bawermend jî dijiyan. Persan ji vir re gotine Rêya Qralî û asûriyan jî navê Rêya Bazirganiyê dane vir. Zêdetirî 3 hezar salan ji bo mirovan bûye jîngeheke şên. Ji bilî şopên Romayiyan, şopên Asûriyan jî li vir hatine dîtin ku ev şop jî digihêjin bi qasî 880 salî Berî Zayînê.
Keleh li ser girekî ji zinar ku bilindiya wî 124 metre ye, avabûye. Qada kelehê bi mezinatiya 60 donimî ye. Bilindiya dîwarê wê li dora 15 metreyan e û dîwarê sûra li dora wê 1200 metre dirêj e, bilindiya dîwêr jî li dora 20 metreyî ye. Li ser dîwêr cihê nobedaran hebûye. Di nava kelehê de perestgeh, avahiyên malbatan, enbarên çekan, gorên kevirî, kunkên avê û 54 sarincên avê hene. Her wiha dema lêkolîna li ser kelehê çêbûye, di binê wê de cihê veşartina hezar kesî jî hatiye dîtin.
Her wiha Keleha Zerzewanê perestgeha dawî ya Mîtraîzmê ye. Ev perestgeh û keleh di sala 2020an de Ji aliyê UNESCOyê ve hatiye qebûlkirin ji bo Lîsteya Derbazdarî ya Mîrateya Dinyayê. Ji sala 2014an ve lêkolîn û şopandina li ser kelehê dewam dike.
Li Zerzewanê di bin her kevirekî de çîrokeke veşartî heye, li pişt her siyê bîranînek heye. Keleha Zerzewanê, ne tenê dîroka me ronî dike, bi atmosfera xwe ya efsûnî mirovan sermest dike û şopa mirovan jî di xwe de dihewîne. Keleha Zerzevanê hêviyên mirovahiyê yên herî pak heya roja îro tîne.
Ji Keleha Zerzewanê deşta Amedê heta çiyayên Pîranê û Licê xuya dikin. Ev yek jî bilindahiya cihê ku keleh lê hatiye çêkirin dide nîşandan.
Nûçe: Nûçegihana dilxwaz Gulnuş Ergul
Wêne: Bîlal Guldem