• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Enqereyê Komuna Ziman a Ciwanan hate vekirin

    Li Enqereyê Komuna Ziman a Ciwanan hate vekirin

    Bi hevgirtinê bersiv dan êrişa li dijî formayê Amedsporê

    Bi hevgirtinê bersiv dan êrişa li dijî formayê Amedsporê

    Dayika Aştiyê Saadet Akmanê jiyana xwe ji dest da

    Dayika Aştiyê Saadet Akmanê jiyana xwe ji dest da

    Li 4 bajaran aqûbeta windayan hat pirsîn: Heta kujer neyên darizandin aştî pêk nayê

    Li 4 bajaran aqûbeta windayan hat pirsîn: Heta kujer neyên darizandin aştî pêk nayê

    Hate xwestin ku girtiyên nexweş Aytaç û Yulu tavilê bên berdan

    Hate xwestin ku girtiyên nexweş Aytaç û Yulu tavilê bên berdan

    Erdogan derbarê pêvajoyê de daxuyanî da

    Erdogan derbarê pêvajoyê de daxuyanî da

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Abdullah Ocalan: Endamên çapemeniyê di dayîn kedê de xwedî berpirsyariyeke dîrokî ne

Navenda Nûçeyan / AW

20 ÎLON 2025 - 19:49
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nameyek ji Merasîma Xelatên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad re şand û got, “Di pêkanîna berpirsyarî û ked  dayînê de endamên hêja yên çapemeniyê, xwedî berpirsiyariyeke dîrokî ne.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo 32emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad name şand.

Nameya Abdullah Ocalan wiha ye:

“Divê atmosfera salên 1970iyan, ji aliyê Kurdan ve baş bê fêmkirin. Înkar di asta bilind de ye. Ji xwe rev, di asta herî bilind de ye. Ji bikaranîna navê Kurd jî rev heye. Înkar serwer e. Heta behskirina navê wan jî tê wê wateyê ku tu her tiştî winda bikî. Di destpêka salên 1970yiyan de, min xwest veguherîneke dîrokî bikim. Min gava xwe ya yekem bi çûna komeleyan li Stenbolê avêt. Min biryar da ku ez navê ‘Kurd’ bikar bînim û min bikar anî. Her wiha li wir min Musa Anter cara yekem dît. Ew cara yekem û ya dawîn bû ku min ew dît.

Apê Mûsa pir biqîmet e, pir nirxdar e. Ew yek ji wan kesan bû ku piştî salên 1940î dengê xwe bilind kir. Dibe ku ew piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn yekane welatparêzê cidî bû. Ew bi tena sere xwe wekî partiyekê tevgeriya. Ew nîv sedsalekî bi tena sere xwe wekî partiyekê tevgeriya. Dibe ku wî partî ava nekiribû. Lê wî hewl da ku bi rêya edebiyatê ji bo Kurdan hin tiştan bike. Di wêjeyê de Yaşar Kemal çi be ew jî ew e. Yaşar Kemal di Tirkî de ew di Kurdî de. Ev pir biqîmet bû. Di vê wateyê de, ew xwedî taybetmendiyeke bingehîn e. Û ji ber vê yekê, ew ji hêla kontrayan ve hate kuştin.

Di hevdîtina me ya li Stenbolê de, her çend kurt be jî me derfet dît ku em bi hev re bimeşin. Şîretên wî ji bo me hebûn. Got: “Li xwe miqate bin.” Me hewl da ku vê yekê bikin û em hîn jî dikin. Bi vî awayî em gihîştin roja îro.

Em niha bi armanca aştî û civakeke demokratîk pêvajoyekê dimeşînin. Serkeftina wê hewldaneke dilsoz û hêja dixwaze. Bawerî û hêviyên min ên mezin ji bo serkeftinê hene.

Divê neyê ji bîrkirin, dema ku gotin bi heqîqetê re werin ba hev pir bi bandor, afirîner û karîger dibin. Li gor vê heqîqetê, di pêkanîna berpirsyarî û ked  dayînê de endamên hêja yên çapemeniyê, xwedî berpirsiyariyeke dîrokî ne.

Ez şehîdên çapemeniya azad bi rêzdarî bi bîr tînim. Ji hemû endamên çapemeniyê yên ku li ser şopa Musa Anter dimeşin û ji bo pêkanîna îdealên wî têdikoşin re serkeftinê dixwazim.

15.09.2025

ABDULLAH OCALAN

Etîket: Abdullah OcalançpemenîdîrokKed
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Abdullah Ocalan: Peymana Sykes-Picot têk çû, statukoya berê ji holê rabû

Abdullah Ocalan: Peymana Sykes-Picot têk çû, statukoya berê ji holê rabû

16 GULAN 2026
Siyasetmedaran ji bo meşa ‘Gavek ji bo aştiyê’ banga tevlibûnê kir

Siyasetmedaran ji bo meşa ‘Gavek ji bo aştiyê’ banga tevlibûnê kir

14 GULAN 2026
Ahmet Turk: Gelê Kurd ji bo aştî û azadiyê gavên berbiçav dixwaze

Ahmet Turk: Gelê Kurd ji bo aştî û azadiyê gavên berbiçav dixwaze

13 GULAN 2026
‘Paradîgamaya Ocalan dê bandorê li Tirkiye û cihanê bike’

‘Paradîgamaya Ocalan dê bandorê li Tirkiye û cihanê bike’

12 GULAN 2026
Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

12 GULAN 2026
Dayikên Aştiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê dan

Dayikên Aştiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê dan

8 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Peymana Sykes-Picot têk çû, statukoya berê ji holê rabû

    Abdullah Ocalan: Peymana Sykes-Picot têk çû, statukoya berê ji holê rabû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bi banga Abdullah Ocalan rihê parastina zimanê kurdî xurt bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi hevgirtinê bersiv dan êrişa li dijî formayê Amedsporê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 16ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nivîskar Yildiz Çakar li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyên çûn pincarê qeza kirin: Kesek mir û 8 kes birîndar bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nûrettîn Ataman: 34 salên din jî girtî bimînim, dîsa nabêjim poşman im

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (421)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne