• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
24 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li 2 bajarokên Hesekê moşek ketin

    Li 2 bajarokên Hesekê moşek ketin

    Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê piştgirî da ‘Projeya Yekîtiya Neteweyî’

    Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê piştgirî da ‘Projeya Yekîtiya Neteweyî’

    Nextgen Kurdî li ser hişbirê forûmek li dar xist

    Nextgen Kurdî li ser hişbirê forûmek li dar xist

    Jinên li Hezexê bi meşaleyan Newroz pîroz kir

    Jinên li Hezexê bi meşaleyan Newroz pîroz kir

    34 namzetên Kurd li Fransayê hatin hilbijartin

    34 namzetên Kurd li Fransayê hatin hilbijartin

    Li dijî baregeha Koalîsyonê ya li Xerab El Cîr êrişa bi dronan

    Li dijî baregeha Koalîsyonê ya li Xerab El Cîr êrişa bi dronan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li 2 bajarokên Hesekê moşek ketin

    Li 2 bajarokên Hesekê moşek ketin

    Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê piştgirî da ‘Projeya Yekîtiya Neteweyî’

    Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê piştgirî da ‘Projeya Yekîtiya Neteweyî’

    Nextgen Kurdî li ser hişbirê forûmek li dar xist

    Nextgen Kurdî li ser hişbirê forûmek li dar xist

    Jinên li Hezexê bi meşaleyan Newroz pîroz kir

    Jinên li Hezexê bi meşaleyan Newroz pîroz kir

    34 namzetên Kurd li Fransayê hatin hilbijartin

    34 namzetên Kurd li Fransayê hatin hilbijartin

    Li dijî baregeha Koalîsyonê ya li Xerab El Cîr êrişa bi dronan

    Li dijî baregeha Koalîsyonê ya li Xerab El Cîr êrişa bi dronan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bakirhan: Li cihê ku pirsgirêka kedê lê nebe wê pirsgirêka kurd jî bê çareserkirin

Amed / AW

1 GULAN 2025 - 15:25
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ê li mitînga Amedê axivî destnîşan kir ku li Tirkiyeyeke ku pirsgirêka kedê lê nebe wê pirsgirêka kurd jî were çareserkirin û got: “Heke em ji vê pergalê aciz bin divê gelê kurd yê bi rêxistinkirî û çîna kedkarên a birêxistinkirî bên cemhev û bi hev re têbikoşin.”

Mitînga 1ê Gulanê di pêşengtiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Lijneya Kordînasyona Bajêr a Amedê ya TMMOBê û Odeya Bijîjkan a Amedê de bi dirûşma “Ji bo Azadiya Kedê û Civaka Demokratîk Di 1ê Gulanê de Em li Qadan in” li Qada Îstasyonê ya Amedê hate lidarxistin. Beriya mitîngê nûnerên çapemeniya azad, saziyên sivîl ên civakî, partiyên siyasî, şaredariyan û gelek kes ji xaçerêya semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê bi kortejê ketin qada mitîngê. Di kortejê de pankartên “Çapemeniya Azad Civaka Azad” , “Em bi pêşengiya keda jinê siberojan ava dikin” , “Em ji bo azadiya kedê û civaka demokratîk em amade ne” , “Em rê nadin kedxwariyê, têkoşînê bidomînin” , “Ji bo azadiya kedê aştî û civaka demokratîk” , “Rihê Şoreşger ê 1ê Gulanê rêya me ronî dike” hatin hilgirtin û dirûşmên “Bijî 1ê Gulanê” , “Bê Serok Jiyan Nabe” , “Bijî Çapemeniya Azad” , “Jin jiyan azadî” , “Bijî Yekitiya Karkeran” , “Bijî Azadiya Jinan” “Zimanê me rûmeta me ye” , “Bêziman jiyan nabe” hatin berzkirin. Di kortejê de sirûda “Çerxa Şoreşê” jî hate gotin.

Dû re girse bi tilîlî, çepik, dirûşm û coşeke mezin gihişt qada mitîngê û li vir li ber stranan govend gerand. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, Hevserokê Giştî yê KESKê Ahmet Karagoz, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn, parlamenter, hevşaredar, nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û gelek kes tev li mitîngê bûn.

‘Em ji bo azadiya kedê û civakeke demokratîk li qada ne’

Di mitîngê de ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê deqîqeyek rêz hate girtin. Di mitîngê de ewilî Hevseroka DÎSK Genel-Îşê ya Hejmara 2yan a Amedê Sabahat Sever axivî. Sabahat Sever, diyar kir ku di serdemeke ku pêdivî bi destpêkeke nû heye de derbas dibin û wiha got: “Ji ber ku keda me, mafên me yên bingehîn tune tên hesibandin. Rojnameger, xwendekar, jin, sendîkavan hedef tên nişandan. Hewl tê dayîn hemû beşên civakê werin bêdengkirin. Ev pergal pergaleke xerabe ye. Di vê pergalê de kes nikare serbikeve. Em ji bo azadiya kedê û civakeke demokratîk li qada ne. Maf bi têkoşînê tê stendin. Em ê bi yekbûnê serbikevin. Bijî 1ê Gulanê, yekitiya me piştevanî û têkoşîna me ye.”

Pişt re endamê Konseya Navendî yê Yekitiya Bijîjkan a Tirk (TTB) Şerîf Demîr derket ser dike girse silav kir û 1ê Gulanê pîroz kir. Dû re Hevseroke Giştî yê KESKê Ahmet Karagoz axivî. Ahmet Karagoz ji endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureya Onder re şifa xwest û silav jê re şandin. Ahmet Karagoz kesên li Enqere, Dîlok, Amed, Pirsûs û Stenbolê hatine qetilkirin, kesên bi kiryarên nediyar hatine windakirin û qetilkirin, rewşenbîr û hunermendên derveyî welat jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bi bîr anîn û Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê silav kir. Ahmet Karagoz bal kişand ser girtina siyasetmedaran û ji wan re jî silav şandin.

‘Divê aştî demildest pêk were’

Ahmet Karagoz diyar kir ku bi polîtîkayên şer tê xwestin xweza were talankirin û wiha got: “Em destûrê nadin van polîtîkayan. Mafên civakê yên bingehîn îro bi gefekê re rûbirû ne. Şûna kesên hatine hilbijartin qeyûm tê tayînkirin, em bêdeng nabin. Siyasetmedar, rojnameger, parêzer, hunermend, xwendekar, mûxalîf dixwazin bên girtin, em vê qebûl nakin.”

Ahmet Karagoz bal kişand ser pêvajoya heyî û wiha domand: “Em ê destûr nedin ku ev pêvajo were taloqkirin. Em soz didin ku em ê berpirsyartiya xwe bi cih bînin. Em dizanin ku çavkaniyên vî welatî ji senayiya şer, baronên şer re diçe. Ji ber vê yekê em dibêjin divê aştî demildest pêk were.”

‘Rêya xelasiya ji desthilatê ew e ku em vî welatî demokratîk bikin’

Ahmet Karagoz da zanîn ku Tirkiye îro bûye welatê mûçeyê kêmtirîn û wiha berdewam kir: “Bi pêkanînên antidemokratik mafê xebatkarên cemaweriyê ji destê wan hatiye girtin. Em dizanin îro hevalên me yên kedkar di nava xizaniyê de ne. Teqawîd mûçeyekî kêm digirin û neçar dimînin ku bixebitin. Xelasiya ji vê desthilata ceberût ew e ku em vî welatî demokratîk bikin. Em kesên vê pêvajoya aştiyê jehrî dikin dizanin. Me di 31 Adarê de bersiva kesên ku dixwazin bênefes bihêlin da. Ji bo li welatekî rojên xweş bijîn, ji bo em bêjin Jin jiyan azadî li vir in. Pêdiviya me pêdiviya vê axê aştî ye. Ji bo ku gel bi aştiyê bi hev re bijîn em li vir in. Ji bo ku çavkanî ji xizmetên cemaweriyê re werin veqetîn em li virin.”

Stran diyarî Bavê Teyar kir

Pişt re hunermend Kasim Taşdogan derket ser dikê. Kasim Taşdogan ku bi stranên xwe girse coşand strana bi navê “Navşirîna min” diyarî Bavê Teyar ku di Berxwedana Bendava Tişrînê de di êrişa SÎHAyê ya dewleta Tirk de hatibû qetilkirin kir.

‘Daxwaza weke kedkaran a weke mirovan hewcedariyeke’

Dû re Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan derket der dike. Tûncer Bakirhan hemû kedkarên ji bo têkoşîna aştî, azadî û demokrasiyê jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn. Tûncer Bakirhan diyar kir ku kedkarên ku evqas ked didin jiyaneke weke mirovan heq dikin û wiha got: “Kesên hildiberînin hûn in, xizmeta civakê dikin hûn in. Em jî weke DEM Partiyê ji bo mafê we têdikoşin. Daxwaza weke mirovan a kedkaran hewcedariyeke. Em bawer dikin ku em ê welatekî ku kedkar weke mirovan bijîn ava bikin. Ji bo ku çavkanî ji polîtîkayên şer re tên veqetandin, ji nan û sifreya we tê dizîn. Aştî bêyî ked û kedkaran nabe. Bila 1ê Gulanê bibe wesîleya têkoşîneke xurt.”

‘Xwedî derketina bangê herî zêde peywîra kedkaran e’

Tûncer Bakirhan bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: “Banga birêz Abdullah Ocalan bangeke ku li gel aştiyê maf û hiqûqa kedkaran diparêze ye. Heke em bi kedkar, bindest, teqawîd, xebatkar, Kurd û Elewiyan re xwedî li vê bangê derkevin dê rojên xweş li benda me bin. Heke ev bang pêk were dê çavkaniyên ji şer re diçe ji karker, kedkaran re were. Ji ber vê yekê xwedî derketina li vê bangê herî zêde jî peywîra we kedkaran e.”

‘Em xwedî li bangê derkevin û aştiya civakî pêk bînin’

Tûncer Bakirhan, destnîşan kir ku pergal keda karker û kedkaran pêşkeşî sermeyadaran dike û wiha pê de çû: “Ji ber vê yekê divê em bibin yek xurt bibin. Em li Girava Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan re çar saetan man. Herî zêde karker, kedkar, ciwan û jin hate axaftin. Birêz Ocalan ev tişt got ‘Kapîtalîzm hêviya me didize’ Ji ber vê yeke mezinkirina hêviyê ji me re deyn e. Em xwedî li vê bangê derkevin, aştiyê civakî bikin, kolan bi kolan bikin mijara kedkaran em ê aştiyê pêk bînin.”

‘Rizgariya me girêdayî hevdû ye’

Tûncer Bakirhan, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “DEM Partî tenê têkoşîna aştiyê nameşîne. Em her tim li cem kedkaran e. Rizgariya me girêdayî hevdû ye. Li Tirkiyeyeke ku pirsgirêka kedê lê nebe û mafê kedkaran were dayîn wê pirsgirêka kurd jî were çareserkirin. Ji ber vê yeke heke em ji vê pergalê aciz bin divê gelê kurd yê bi rêxistinkirî û çîna kedkarên a rêxistinkirî bên cemhev û bi hev re têbikoşin. Ji kedkaran re sozeke me heye. Tirkiyeyeke ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin heye. Bi baweriya ku em ê vê pêk bînin 1ê Gulanê li we hemûyan pîroz dikim û ji we hemûyan re serkeftinê dixwazim.”

Dawiya mitîngê hunermend Helîm Omerî derket ser dike û girse coşand. Mitîng bi gerandina govendê û dirûşmên hatin berzkirin bi dawî bû.

 

Etîket: AmedDİSKKESKMitînga 1ê GulanêOdeya Bijîjkan a AmedêTMMOB
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nextgen Kurdî li ser hişbirê forûmek li dar xist

Nextgen Kurdî li ser hişbirê forûmek li dar xist

23 ADAR 2026
Li Amedê ji ber vekirina deriyên bendavê gelek cih di bin avê de man

Li Amedê ji ber vekirina deriyên bendavê gelek cih di bin avê de man

23 ADAR 2026
Gel bi slogana ‘Bijî Serok Apo’ dikeve qadê

Gel bi slogana ‘Bijî Serok Apo’ dikeve qadê

21 ADAR 2026
Li Amedê hatina gel a qada Newrozê dest pê kir

Li Amedê hatina gel a qada Newrozê dest pê kir

21 ADAR 2026
Cudahî û Hemaniyên Newrozên Kurdistanê Newroz li Bakur Serhildan e

Cudahî û Hemaniyên Newrozên Kurdistanê Newroz li Bakur Serhildan e

21 ADAR 2026
Li Amedê resepsiyona Newrozê hate lidarxistin

Li Amedê resepsiyona Newrozê hate lidarxistin

20 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Em piştgiriyê didin pêngava ‘Projeya Yekîtiya Gelê Kurd’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li ser sînorê Elbakê bûyerek gumanbar: Welatiyek hat kuştin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pîrozbahiyên Şirnex û Gimgimê bi coşeke mezin dest pê kirin ZINDÎ

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroza Şirnexê: Kurd ji ber heq kirin aştiyê dixwazin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Azadiya Welat bi manşeta ‘Qadên azadî û yekîtiyê’ derket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Denizliyê Newroz hat pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Newroza Wanê çend hurgûlî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (932)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne