Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê bi daxuyaniyekî eşkere kir ku dê sempozyûma ” sosyo-polîtîkaya ziman” di 17-18ê Gulanê de li dar bixe û xwest zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) a Wanê, têkildarî sempozyûma ku wê di 17-18ê Gulanê de bi boneya 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li dar bixe, li Eywana Konfederasyona Sendîkeya Kedkarên Kamûyê (KESK) ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê daxuyanî da. Hat zanîn ku dê gelek mamoste û rewşenbîrên Kurd tev li sempozyûmê bibin.
‘Kurd jî weke her neteweyekê daxwaza mafê xwe yê zimanî dikin’
Li ser navê komîteya amadekar a sempozyûmê endamê Egîtîm Senê Lokman Babat metna daxuyaniyê xwend. Lokman Babat, diyar kir ku qedexekirin û astengiyên li ser ziman afirandina kesayetê û civakê kêm dihêle û anî ziman ku ziman, ne tenê mîraseke çandî ye, di heman demê de pira di navbera civakan de ye. Lokman Babat destnîşan kir ku astengkirina vê pirê, tenê dibe sedema dûrketin û nakokiyan û wiha got: “Komara Tirkiyeyê li ser bingehên yeknetewî û yekzimanî hatiye avakirin. Encama vê pergala yeknetewî û yekzimanî bû sedemên nakokiyan di navbera Kurdan û dewletê de. Ji ber zext û qedexeyên li ser zimanê Kurdî roj bi roj zimanê Kurdî ber bi tunebûnê ve diçe. Ev wekî polîtîkayekê dewletê hate meşandin û armanca vê polîtîkayê jî asimilasyona kurdan bû. Mixabin gelek deveran jî ev asîmîlasyon serket. Kurd hemwelatiyên vê dewletê yên birûmetin. Kurd jî wekî her neteweyek daxwaza mafê xwe yên zimanî dikin û ji ber vê jî êşên pir mezin dîtine. Berpirsyariya dewletan yên sereke yek jî piştgirtin û parastina çand û zimanên hemwelatiyên xwe ne.”
‘Astengiya li ser zimanê Kurdî, astengiya li ser mafên mirovan e’
Lokman Babat da zanîn ku pirsgrêka mafê perwerdehîya zimanê zikmakî jî qadek ji qadên têkoşîna wan ya sereke ye û astengiyên li ser mafê perwerdehiya zimanê Kurdî astengiyên lî ser mafên mirovan e. Lokman Babat bi bîr xist ku Egîtîm Sen mafê perwerdehiya zimanê dayikê wekî mafek mirovahiyê yên bingehîn dibîne û daxwaza mafê perwerdehiya zîmanê dayikê ji pêşdibistanê heta zanîngehê dike. Lokman Babat axaftina xwe wiha berdewam kir: “Li dijî van polîtîkayên asîmîlasyonê em wek Egîtîm Senê li gor derfetên xwe xebatên ziman dikin û têkoşîna xwe ya li hember asîmîlasyonê didomînin. Lijneya Zimanê Kurdî ya Egîtîm Senê xebatên weke kursên ziman, panel, komxwebat, komên xwendinê û gelek xebatên din yên li ser ziman pêktîne.”
Wê gelek kes tev li sempozyûmê bibe
Lokman Babat destnîşan kir ku ew ev du sal in sempozyûmên li ser zimanê Kurdî li dar dixin û wiha behsa xwebatên sendîkayê kir: “Îsal jî dîsa me amadekariya sempozyûmê kir û 17-18ê gulanê em ê li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê sempozyûma xwe pêkbînin. Bêguman polîtîkayên asîmîlaosyonê ya dewletê ne tenê li ser ziman bû. Li her deverê ev polîtîka dihat meşandin. Ji ber van sedeman me îsal mijara sempozyûmê weke ‘sosyo-politikaya ziman’ bijart. Ji gelek deveran mêvanên me wê başdarî bernameya me bibin. Wê ji zaningehên Kurdistanê mamosteyên hêja wê bibin mêvanên me. Dîsa ji gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê wê mêvanên me yên qada xwe de pispor beşdar bibin. Em her sal mêvanekî biyanî jî vedixwînin sempozyûmê. Mêvanê me ya îsal ji gelê Samî ye û jî Norweçê wê bê. Wê behsa polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Norveçê bike û wê rewşa zimanê gelê Samiyan jî ji me re bêje.”