Amed – Hevserokê Giştî yê ÎHDê Huseyîn Kuçukbalaban, têkildarî biryara PKKê nirxandin kir û got: “PKK di encama înkara mafê gelê Kurd de derket holê. PKKê biryar da, lê hîn pirsgirêka Kurdan çareser nebûye. Divê Meclis Komîsyona Aştî û Civaka Demokratîk ava bike û dest bi xebatê bike. Divê mafê kurdan nekin mijara bazar û bazirganiyê.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de daxuyanî da û piştî vê daxuyaniyê pêvajo hat destpêkirn. PKKê di 5-7ê Gulanê de Kongreya xwe ya 12emîn pêk anî. Di 9ê Gulanê de aşkere kir ku kongre pêk hatiye. Îro PKKê encama danezana kongreya xwe ya 12emîn eşkere kir. Kongreyê avahiya rêxistinî ya PKK’ê fesix kir, têkoşîne çekdarî û karên bi navê PKK’ê têne kirin hemû bi dawî kir.
Kongreya PKKê li gel şerê ku dewam dikir, êrîşên hewayî û bejahî yên didomiyan, dorpêçkirina li sar qadên wan û ambargoya PDKê ya di şertên dijwar de dewam dikir pêk hat. Kongre ji ber sedemên ewlehiyê li du qadên cuda bi awayekî hemwext çêbû. Bi tevahî bi beşdariya 232 delegeyan Kongreya PKKê ya 12emîn pêk hat.
Têkildarî biryarên Kongreya 12emîn a PKKê Hevserokê Giştî yê ÎHDê Huseyîn Kuçukbalaban ji Ajansa Welat (AW) re nirxandin kir.
‘Hîn meseleya Kurdan çareser nebûye’
Hevserokê Giştî yê ÎHDê Huseyîn Kuçukbalaban, anî ziman ku ji bo kuştin raweste û tundî bi dawî bibe biryarek muhîm e û wiha got: “Ji bo meseleya Kurd bê tundî çareser bibe biryareke girîng e. Lê meseleya Kurd hîn çareser nebûye. Hîn daxwaza mafê ziman, çand û nasnameya Kurdan pêk nehatiye. Hîn daxwaza hemwelatiya wekhev pêk nehatiye. Piştî vê biryara PKKê rêxistinên sivîl û partiyên siyasî divê daxwazên xwe yên ji bo çareseriyê bi hêztir bînin ziman. Ev zemîn hat avakirin. Meseleya mafên Kurdan ne meseleya bazarê û bazirganiyê ye.”
‘Bazara demokrasiyê nayê kirin’
Hevserokê Giştî yê ÎHDê Huseyîn Kuçukbalaban, anî ziman ku bazara demokrasiyê nayê kirin û wiha berdewam kir: “Hem berpirsiyariya Tirkiyeyê ya li dijî qada navneteweyî heye û hem jî pêdivî bi avakirina pergala demokratîk heye. Divê van mafên bingehîn bi berdana çekan neke mijara bazarê.”
‘Divê hemû girtiyên siyasî bên berdan’
Huseyîn Kuçukbalaban, da zanîn ku ji bo çareseriya meseleya Kurd gelek gavên muhîm ên bên avêtin hene û wiha berdewam kir: “Di serî de divê hemû girtiyên nexweş bên berdan. Divê hemû girtiyên ku têkildarî PKKê hatine girtin tev bên berdan. Divê hemû siyasetmedarên girtî tev bên berdan. Divê dewlet bilez der barê van girtiyan de guhertinên zagonî çêke. Dîsa di encama şerê 40 salan de gelek êş pêk hatin. Divê nebêjin PKKê dest ji çekan berdan û her tişt bi dawî bû. Di şerê 40 salan de gelek texrîbat pêk hatin. Divê berî her tiştî ev texrîbat bên çareserkirin. Bi hezaran kesên kujerên wan nediyar hene. Gund hatin valakirin û şewitandin. Mirov rastî îşkenceya giran hatin. Dîsa pergala cerdevaniyê heye. Texrîbata xwezayê heye. Di gelek qadan de texrîbatên mezin pêk hatin.
‘Heta texbîratên hatine avakirin neyên çareserkirin aştî pêk nayê’
Divê dewlet ji bo van texrîbatan çareser bike xebatê bide destpêkirin û bi rastiyan re rû bi rû bibe. Tabî divê mirov tenê li benda dewletê jî nesekine. Divê Saziyên mafên mirovan, rêxistinên demokratîk û saziyên demokratîk jî rol û rista xwe bilîzin. Ez bawer dikim ku rêxistinên civakî dê ji niha û şûnde xebatên xwe bilind bikin. Heta ku heqîqeta heyî neyê dîtin û ev texrîbatên hatine avakirin çareser nebin, aştî ne pêkan e. Ji bo ev pêvajo bi tenduristî pêş bikeve, divê berî her tiştî bi van rastiyan re rû bi rû bibin û ev tahribat bên rastkirin.”
PKK di encama înkarê de derket holê
Huseyîn Kuçukbalabalan li ser rol û rista partiyên siyasî jî rawestiya û wiha pêde çû: “Divê partiyên siyasî jî êdî daxwazên gelê Kurd bêtir ji nêzîk ve bibînin û ji nêzîk ve eleqeder bibin. Divê şopdarên van daxwazên gelê Kurd bin. PKK encama înkar û redkirina mafê Kurdan e. Eger em PKKê wekî encama înkara mafê Kurdan nebînin encam nayê girtin. Eger wekî ku ji ber hebûna PKKê gelê Kurd mafên xwe bi dest nexistin bên nirxandin, ev şaş e. Ji ber ku PKK di sala 1978an de derket holê. Lê înkara ziman, çand û nasnameya Kurdan ji avakirina Komarê ve didome. Daxwazên Kurdan ên ziman, çand û nasnameyê ji serdema Osmanî û avakirina Komarê ve berdewam dike. Komara Tirkiyeyê li ser înkarê hatiye avakirin. PKK di encama înkara mafê Kurdan de ava bûye. Divê mirov nebêje PKKê çek berdan û dest ji têkoşînê berdan, meseleya Kurdan jî diqede. Dijberî vê yekê meseleya Kurd nû dest pê dike. Ji ber vê yekê divê partiyên siyasî û rêxistinên civakî bêtir bixebitin. Piştî banga Birêz Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê şandeyê li meclisê hemû partiyên siyasî ziyaret kir. Rêxistinên civakî ziyaret kir. Di serdanan de hemû partiyên siyasî û rêxistinên civakî aşkere kirin ku ji bo tundî bi dawî bibe û aştî pêş bikeve, dê reka xwe pêk bînin. Êdî divê ev partî û rêxistin erka ku dive ser milê wan pêk bînin.”
Divê Meclis Komîsyona Aştî û Civaka Demokratîk ava bikin’
Huseyîn Kuçukbalaban, da zanîn ku sêşemê partiyên siyasî li meclisê civînên xwe pêk tîne û wiha bi dawî kir: “Sêşemê meclis kom dibe. Roja xebatê ya meclisê ye. Em pêşniyar dikin. Divê Meclis Komîsyona Aştî û Civaka Demokratîk ava bike. Divê meclis li gorî ruhê banga 27ê Sibatê Komîsyona Aştî û Civaka Demokratîk ava bike û li gorî wê xebatê bidin destpêkirin. Divê hemû partiyên siyasî rêxistinên civakî û saziyên sivîl beşdar bibin û li ser çareseriya pirsgirêka Kurd xebatan bikin. Divê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a siyasî û îdarî gavên şênber bavêjin. Divê mafê heviyê têxin meriyetê û şertên birêz Ocalan baş bikin. Divê zagonên terorê biguherînin. Divê pêvajoya aştiyê hêdî hêdî ava bikin.”