• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Sêrtê bi girseyî serdana şîna şervana YPJê hate kirin

    Li Sêrtê bi girseyî serdana şîna şervana YPJê hate kirin

    Li Amedê Konên Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî hatin danîn

    Li Amedê Konên Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî hatin danîn

    Li Enqereyê Komuna Ziman a Ciwanan hate vekirin

    Li Enqereyê Komuna Ziman a Ciwanan hate vekirin

    Bi hevgirtinê bersiv dan êrişa li dijî formayê Amedsporê

    Bi hevgirtinê bersiv dan êrişa li dijî formayê Amedsporê

    Dayika Aştiyê Saadet Akmanê jiyana xwe ji dest da

    Dayika Aştiyê Saadet Akmanê jiyana xwe ji dest da

    Li 4 bajaran aqûbeta windayan hat pirsîn: Heta kujer neyên darizandin aştî pêk nayê

    Li 4 bajaran aqûbeta windayan hat pirsîn: Heta kujer neyên darizandin aştî pêk nayê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ji ezman ve dîmenê talankirina xwezaya Şirnexê

Mahmût Altintaş / AW

16 GULAN 2025 - 08:54
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Şirnex – Xwezaya Şirnexê bi salan e bi birîna daran û lêgerîna kanên komir, maden û petrolê tê talankirin. Di dimenên talankirina xwezaya Şirnexê ku me ji ezman de kişand, xuya dike ku çiyayê Gabar bi birîna daran wêran bûye. Bi lêgerîna petrolê her cih hatiyê kolandin.

Li Bakurê Kurdistanê bi çêkirina bendav, lêgerîna kanên petrol, maden, komir, petrol û hewd xweza tê talankirin. Yek jî bajarê herî zêde xwezaya wê tê talankirin Şirnex e. Li Şirnexê bi salan e talankirina xwezayê berdewam dike. Herêmên Cûdî, Besta, Gabar ku her ji 15 roj carekê bi hinceta “Ewlehiyê” tê qedexekirin bi sedan ton dar tên birîn û bi kanên komir, petrol, madenan vê jî xweza tê talankirin. Birîna daran li Çiyayê Cûdî, Gabar, Besta û li herêma Komete ya navçeya Elkê heta Çoltera gundê Elemûnê ya navçeya Qilebanê belav bû. Ji bilî birîna daran jî xwezaya Şirnexê bi destê şîrketên madenê tê talankirin.

Mehê 50 hezar dar tên birîn

Li gor daneyên Tevgera Ekolojiyeya Mezopotamyayê mehê 50 hezar dar li Şirnexê tên birîn. Birîna daran bi salan e di rojevê de ye. Darên ku li Şirnexê tên birîn ji bo firotinê wan dişînin bajarên cuda. Ji qadên bi daristan ên Şirnexê ku hatine birîn, bi giştî milyonek û 348 hezar û 535 hektarên daristanê hate hesibandin. Qada bêdaristan jî weke 5 milyon û 401 hezar û 417 hektar hate tespîtkirin. Ji dawiya sala 2023yan ve piştî sînorên daristanan hatin diyarkirin û di qeydên tapûyê de cih girtin, qada bi daristan a Şirnexê ya giştî weke 172 hezar û 286 hektar hate diyarkirin. Ji van 186 hezar û 130 hektar jî hate tescîlkirin. Di heman demê de 10 hektarên qada daristanê ji wesfa daristanê derketin û derxistin derveyî sînorê daristanan.

Bi kanên madenê xweza talan kirin

Sermeyedarên nêzî hikumetê ne, xwezaya Şirnexê bi kana komir, kevir, çîmento û madenan hatiye kolandin û ew yek dibe sedema qirêjbûna hewayê û talankirina xwezayê. Şîrketên madenê yên bi navê Acar, Ozdaglar, Sîhan, Evrensel, Ozel, Goksad, Oz Kardeşler, Taşar, Geliş, Şirnak Afa, Bolunmez Grup, Eloş, Divin Madencîlîk ji hin van şîrketa ne. Xwezaya Şirnexê ji aliyê van şîrketan ve tê talankirin pêşkeşî rantê hatiyê kirin. Her wiha ji aliyê Hevkariya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê ve di sala 2021an vê lêgerina petrolê tê kirin. Ji ber lêgerîna petrolê bi tonan dar hatin birin û her der hat kolandin.

Ji ezman talankirin bêtir xuya dike

Weke Ajansa Welat me jî talankirina xwezaya Şirnexê ji jor vê kişand. Dimenên ku me ji jor vê kişand, rastiya li çiyayê Gabarê û derdora çiyayan radixe ber çavan. Di dimenan de jî xuya dike ku talankirina daristanê di çi rewşê de ye. Di nava daran de valahiyeke mezin heye û ew yek jî nişan dide ku li wê qadê bi sedan ton dar hatinê birin. Her wiha li ser çiya jî gelek kan ji bo petrolê hatinê vêkirin. Her derê çiya hatiyê kolandin. Kolandina çiya û talankirina xwezayê bi awayekî şenber li pêş çavan e. Ji bo lêgerîna petrolê rê hatiyê çêkirin û ji bo çêkirina rê jî gelek dar hatinê birin.

Etîket: CûdîDaristanGabarkanpetrolşîrketŞirnextalankirin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Gundikê Melê kevneşopiya 300 salî hat li darxistin

Li Gundikê Melê kevneşopiya 300 salî hat li darxistin

13 GULAN 2026
Nûçegihanê me Nedîm Oruç ji girtîgehê derket

Nûçegihanê me Nedîm Oruç ji girtîgehê derket

24 NÎSAN 2026
Îhtîmala berdewamkirina şer aboriya cîhanê dihejîne

Îhtîmala berdewamkirina şer aboriya cîhanê dihejîne

13 NÎSAN 2026
Taziyeya Cudî Feraşîn bi girseyî hate ziyaret kirin

Taziyeya Cudî Feraşîn bi girseyî hate ziyaret kirin

5 NÎSAN 2026
Li Şirnexê agirê Newrozê bi destê jinan hate geşkirin

Li Şirnexê agirê Newrozê bi destê jinan hate geşkirin

20 ADAR 2026
Li Agirî, Şirnex û Stenbolê serdana goristanan dom kir

Li Agirî, Şirnex û Stenbolê serdana goristanan dom kir

20 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Peymana Sykes-Picot têk çû, statukoya berê ji holê rabû

    Abdullah Ocalan: Peymana Sykes-Picot têk çû, statukoya berê ji holê rabû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bi banga Abdullah Ocalan rihê parastina zimanê kurdî xurt bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi hevgirtinê bersiv dan êrişa li dijî formayê Amedsporê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 16ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyên çûn pincarê qeza kirin: Kesek mir û 8 kes birîndar bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nûrettîn Ataman: 34 salên din jî girtî bimînim, dîsa nabêjim poşman im

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nivîskar Yildiz Çakar li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (423)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne