Amed – Endamê Komeleya Wêjekarên Kurd Mehmûd Gulecan destnîşan kir ku civak li benda azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha got: “Divê birêz Abdullah Ocalan bikaribe bêtir fikrên xwe ji civakê re bêje û guherandinên ku birêz Abdullah Ocalan difikire bi awayekî lezgîn bên pêkanîn.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” bi raya giştî re parve kir. Piştî vê bangê PKKê agirbest îlan kir. Pişt re PKKê di navbera 5-7ê Gulanê de Kongreya xwe ya 12emîn lidar xist, û di 12ê Gulanê de ragihand ku xwe fesix kiriye. Tevî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara PKKê dewletê hêj tu gavên berbiçav neavêtine. Endamê Komeleya Wêjekarên Kurd û Helbestkar Mahmût Gulecan derbarê banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, biryara fesixkirina PKKê û gavneavetina dewletê de ji ajansa me (AW) re axivî.
Mahmût Gulecan bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” û wiha got: “Divê mirov 27ê Sibatê weke destpêkeke nû binirxîne. Çima destpêkeke nû? Ji ber ji bo kurdan û tevahiya neteweyên bindest bi şêwazeke nû têkoşîn dest pê dike. Weke guherandineke nû jî mirov dikare bigire dest. Li Rojhilata Navîn di astekê de guherandin pir zehmet e. Ji ber wê birêz Abdullah Ocalan 27ê Sibatê bangawaziyeke pir girîng kir. Ji bo guherandina Rojhilata Navîn, Tirkiyeyê û Kurdistanê jî ev bangawaziyeke gelekî girîng bû. Weke rewşenbîr divê mirov hê bêtir li ser vê pêvajoyê bisekine. Ji bo wê jî pêwîste ku mirov bêtir di nava civakê de be, hem bi gotina xwe hem jî bi kiryarên xwe. Divê mirov vê pêvajoyê ji civakê re bêje.
‘Divê rewşenbîr baş li ser vê pêvajoyê bisekinin’
Mahmût Gulecan axaftina xwe wiha domand: “Çima di asta demokrasiyê guherandin. Ji ber demokrasî tevnê civakê bi xwe ye. Yên ku demokrasiyê asteng dikin desthilatdar in. Nahêlin ew ristê demokrasiyê di nava civakê de bi pêş bikeve. Gelek civakan bi sed salan bêşer, bêqeyran di nava hev de jiyan e. Dema mirov di serdema du salan dinêre Ermen, Asûr, Kurd, Tirkmen, Ereb pir rehet li bahev jiyan e. Lê belê em îro mêze dikin di nava van netewan de nakokî hene. Gelo di nava wan de nakokî hene an dewlet van nakokiyan ava dike? Divê mirov weke rewşenbîr li ser van biponije, bisekine û di nava lêhurbûnê de be. Divê weke rewşenbîr mirov li dijî van xwedî seknek be. Bi taybet kesên bi nivîsê re eleqedar in. Gerek li ser vê rewşê hê zêde bisekinin. Gelo çima netew evqas ji hev dûr ketine. Ji bo wê jî zihniyeteke demokratîk lazim e. Bi vê zihniyetê mirov dikare bibe xwedî sekneke xurt. Ji ber vê yeke divê rewşenbîr li ser vê pêvajoya birêz Abdullah Ocalan daye destpêkirin baş bisekinin û berpirsyariya xwe baş pêk bînin. Ev berpirsyariyeke entelektuel e.”
‘Her rewşenbîrek berpirsyarê civaka xwe ye’
Mahmût Gulecan, bi lêv kir ku rewşenbîr hêza xwe ji bingeha civakê digirin, ji çand û zimanên civakê digirin û wiha berdewam kir: “Her rewşenbîrek weke berpirsyarê civaka xwe û civakan e. Ji ber vê yeke pêwîst e rewşenbîr di asta entelektuelbûnê de hêj aktîf bin. Hêj di nava civakê de be û li hemberî êrişên nijadperestî, desthilatdariyê, şerê taybet hêj şiyar be. Rista ewil ev e. Yanî hişyarbûna civakê ye. Hêj jî xetereya li ser gelê Kurd neqediya ye. Kurd hêj jî di bin xetereya qirkirinê de ne. Ziman çand û hwd. Di bin êrişeke mezin de ye. Ji ber wê divê pêvajoya heyî baş bê nirxandin û baş li ser bê sekinandin.”
‘Herkes li benda gav avêtine ye’
Mahmût Gulecan, destnîşan kir ku divê banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke manîfestoya demokrasiyê binirxîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî bangê PKKê kongreya xwe pêkanî û biryara fesixkirina xwe girt. Xebatên ku derketin pêş di asta demokrasiyê de ne. Gavên ku bên avêtin jî girîng in. Bêguman civak, herkes li benda gav avêtinê ye. Van deman li Meclisê behsa avakirina komîsyonekê tê kirin. Divê rewşenbîr jî bi fikrên xwe yên çêker di nava vê pêvajoyê de bin û ji bo ku gav zûtir bên avêtin divê destê vê komîsyonê bêtir xurt bikin. Pêdiviya Kurdistanê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn êdî bi aramiyê heye. Di nava civakê de bendewariya aramiyê pir xurt e. Lê belê dewlet di vî warî de pir hêdî tevdigere. Ji ber wê ji bo gav avêtinê divê mirov hêj bêtir biêşe û çalak be. Tevek sazî û dezgeh li vir xwedî rol û mîsyon in. Ji bo ku vê rol û mîsyona xwe bilîzin divê bêtir di nava çalakiyan de bin.”
‘Divê civak û rewşenbîr bêtir xwedî helwest bin’
Mahmût Gulecan behsa gav neavêtina dewletê kir û wiha pê de çû: “Divê biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) yên têkildarî mafê hêviyê demildest bên pêkanîn. Her wiha astengiyên li ser zimanê kurdî divê demildest bên rakirin. Tu hincet nikare girtiyên nexweş di zindanan de bigire. Tenduristiya wan nebaş e. Bi tena sere xwe nikarin bijîn. Divê li ser vê bazar neye kirin. Dîsa gelek mirov belasebep di girtîgehan de ne. Qanûnên ku hene bi taybetî li dijî Kurdan gelek tund in. Gelek mafên mirovan tên binpêkirin. Ji bo ku di nava civakê de baweriyek çêbibe divê ev weke gavên ewil bên avêtin. Lê belê dewlet sist e. Tişta erênî di ziman de hişyariyek heye. Ez hêvîdar im ku komîsyonek bê avakirin. Wê gavên xurttit bên avêtin. Divê civak, rewşenbîr û kesên xwedî gotin hêj bêtir xwedî helwest û gotin bin. Em kêm dibêjin û kêm dikin.”
‘Birêz Abdullah Ocalan gaveke pir girîng avêt’
Mehmûd Gulecan destnîşan kir ku civak li benda azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê civaka kurd, civakên Rojhilata Navîn hinekê bigihin aramiyekê. Ji ber vê yekê divê birêz Abdullah Ocalan bikaribe bêtir fikrên xwe ji civakê re bêje, hêj bêtir di nava civakê de bê xuyakirin û guherandinên ku birêz Abdullah Ocalan difikire bi awayekî lezgîn bên pêkanîn. Ji bo vê yekê jî divê dewlet gav biavêje. Herkes li benda vê yekê ye. Belê hinek hevdîtin pêk tên. Şande diçe û tê. Lê belê ev tê re nake. Ev yek fikarên civakê ji holê ranake. Divê pêşketinek çêbibe. Divê mirov ji bo aştiyê tu car hêviya xwe winda neke. Birêz Abdullah Ocalan li vir gaveke pir girîng avêtiye. Divê em xwedî li wê gavê derkevin. Ji bo xewn û xeyalên têkoşeran pêk bên divê em vê hêviyê di nava civakê de xurt bikin û vê hêviyê pêkan bikin. Ev jî berpirsyariyeke rewşenbîran e.”