Wan – Girtiyê 32 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn Metîn Ûyar, ji bo ajansa me nameyek şand û behsa feraseta revizyonist kir. Metîn Ûyar, bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwest ev bang bi awayekî serkeftî bikeve meriyetê.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 27ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokartîk” bi rêya şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ragihand û li ber pêvajoyeke nû derî vekir. Piştî banga Ocalan Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) jî di navbera 5-7ê gulanê de kongre pêk anî û biryara bidawîkirina şerê çekdarî da û xwe fesih kir. Vê bang û biryarê bala hemû derdorên li welat, Tirkiye û cîhanê kişand ser xwe û gelek peyamên balkêş hatin dayin. Girtî Metîn Ûyar ku Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê dimîne, bi rêya malbata xwe nameyek ji bo ajansa me şand û xwest gelê Kurd banga Aştî û Civaka demokratîk ya 27ê Sibatê ya dîrokî, rast fam bike û bi awayekî serkeftî têxe meriyetê.
‘Nexweşiya revizyonist dibe sedema kuştinê’
Metîn Ûyar, di destpêka nameya xwe de pirsî ku gelo em dikarin bi têgihîştinên revîzyonîst bigihîjin civatek demokratîk? Metîn Ûyar, Riza Altûn bi bîr anî û ev tişt got: “Heval Riza, sembola jiyana pîroz, girêdayî zanatiyê û heqîqetê, şehrezayê şehrezayan û hevalê azadiyê û Engelsê herî mezin ê serdema xwe, bi rêzdarî û spasdarî wan bi bîr tînim. Em dibêjin xwezî dîtiba ku têkoşîna li dijî ferasetên revizyonist, îro bi têkoşîna şoreşê û aştiyê tê tacîdarkirin. Bi girêdana bîranînên wan; revîzyonîzm a ku cureyê pençeşêra herî dijwar e, di her tevgerên şoreşger de, herî zêde di van pêvajoya ne de xwe dide der. Eger ev nexweşiya rezivîsyonîst ku di dema xwe de zû neyê dîtin û dermankirin, ji ber taybetiya xwe ya belavbûnê, dikare bibe sedemê kuştinê. Hin caran dikuje jî.”
‘Revizyonizm pençeşêra siyasî ye’
Metîn Ûyar, revizyonizm weke cureyekî pençeşêra siyasî pênase kir û got: “Her çendî di pêvajoya ‘Tasfiyeya tasfiyê’ de ferbûna têkoşîna dijber bi dest xistibe jî ji ber me di çarçoveya têgehî û ramanî de negirt dest, her wiha ji ber ku me erka xwe ya sincî, polîtîk û entelektuelî neanî cih, em dikarin bi vê nexweşiya revizyonizmê bikevin û ev dexweşî dikare di me de bigere. Di dîroka têkoşîna şoreşgerî de revizyonizmê tu carî cihekî baş negirt û nagire. Feraseta revîsyonîst a ku bîrdozî û nerînên wê yên bingehîn ji niqaşan re vedike, di pêvajoya ku pirsgirêkên bingehîn li cihê xwe sekinîne de, di nava partî ango cemiyetê de qaşo tiştên moda diparêzin û bi rêxistin dikin. Feraseta ku belav dikin, naveroka tevgerên şoreşger û marxsist vala dikin û wan ji jiyana şoreşgeriyê dûr dixin. Ev ferasetên ku di mijarên girîng de fikr û rêgezên pêşeng ên marxsist de nerm dikin û parçe dikin.”
Metîn Ûyar, di berdewamiya nameya xwe de wiha pê de çû: “SDP ya Alman a îroyîn, eger îro ji nirxên xwe dûr ketibe û paşeroja xwe înkar dike û bi nexweşiya desthilatiyê ketibe û bûye hêza hilberîna kapitalizme; sedema ewil a vê yekê, nediyariya helwesta Bernestein û jean jaures ên di dawiya sedsala 19an de bi navê revizyon û rezerve de li dijî tasfiyekariya fikrên avakirina civaka sosyalîst a marxs in.
‘Kêmasiyeke mezin a sosyalîzmê zanistî bû’
Her çendî Lenin xwest vê ji xetêderketinê bi pirtûka ‘Divê çi bê kirin’ û Rosa luxemburg bi pirtûka ‘Pirsgirêka Neteweyî’ dijberiyên xwe diyar kirin jî, pençeşêra revizyonizme li hemû şaneyên SDPê belav bûbû. Hewaya ku piştî SDP bû girseyî, hin mafên siyasî bi des xist û di mafê sendîkayî de pêş ket, li dijî kapitalizmê xweşbîniyek pêş xist. Bû sedem ku tezên revizyonistan bi awayekî lumpenî pêş bikeve. Revizyonistan, tevgerên demokrat û sosyal kir dûvikên lîberalîzma burjuvayê yên çepgir. Revîzyonîzma Bernesteinkar, ji xeta derketin bû. Vê yekê darbeyek mezin li sosyalizme zanistî bû. Bêguman li vir kêmasiyek mezin a Sosyalîzma zanisti hebû. Ew jî lawazbûna wê ya çarçoveya ramanî ya avakirina demokrasiya civakî û civaka demokratîk bû. Armanc li şûna Neteweya Demokratîk, avakirina netew-dewletê bû. Lê ya herî girîng ew e ku hewldana dûrxistina ji fikra israra di sosyalizmê de, israra di mirovahiyê de ye, ye. Wekî wê qaşo dixwaze Bernesteinê demokrasiya sosyal, ji dîktatorî û devletê dûr bixe û dewleta nedeweya Alman di rêya dewleta sosyal de dirêj bike di mijara dîktatoriyê de xwe ji şaşiyan rizgar bike û kêmasiyên di milê demokrasiyê de derbas bike. Baş e ev tişt bi xwestinê diqede gelo? Bê guman têr nake.’ Ji ber ku Bernestein û revîzyonîstên ku şopdarên wî yên tasfiyekar in, ji bo serkeftina şoreşgerî pêş bixin, divê erka xwe ya ahlaki – politik û entelektüel pêk bînin. Ji ber îxanet li şoreşê kirin, ketin nava pergalê û di nava pergalê de pêş ketin.”
‘12ê Gulanê serdema zêrîn a sosyalîzma demokratîk a zanistî ye’
Metîn Uyar xwest li ser esasê rêbaza demokratîk lihevkirin pêş bikeve û wiha cih da nameyê: “Li kolana civaka demokratîk û aştiyê ya dîrokî; ‘Hurmeta li hemberî nasnameyan, bi civaka demokratîk û qada siyasî ku dikarin xwe azad îfade bikin û bi awayekî demokratîk xwe bi rêxistin bikin, her wiha ku her kes karibe xwe di qada aboriya civakî û siyasî de bîne ziman pêkan e. Duyemîn sedsala Komarê, dema ku bi demokrasiyê bê tacîdarkirin, wê demê dikare jiyaneke wekhev û domdar bê jiyîn. Di lêgerîna pergalê de pêkanîn ji xeynî demokrasiyê rêyên din tune ye û nabe. Lihevkirina demokratîk rêbaza bingehîn e. Girîngiya aştî û civaka demokratîk divê li gorî zimanê demê û rastiya demê bê pêşxistin. ‘Diyarkirina wê pir zelal e. Di bin navê famkirinê de hemû deriyên xwe li ferasetên revizyonizmê girtine. Ji ber ku li wir biryareke şoreşgerî heye. Tevgera Azadiyê bersîva erênî da banga Rêber Abdullah Ocalan. Em careke din gelê xwe û dostên xwe hişyar dikin ku banga Aştî û Civaka demokratîk ya 27ê Sibatê ya Dîrokî, rast fam bikin û bi awayekî serkeftî têxe meriyetê. Pir zelal û aşkere ye ku banga 27ê Sibatê ne ji bo dewlet û desthilat tiştekî bide me ye. Divê em nekevin vê bendewariyê. Divê li dijî vê seknê bi hişmendiya civaka azad û demokratîk em xwe perwerde û bi rêxistin bikin û çalakiyên demokratîk pêş bixin. Aştî vê seknê pêş dikeve. Bi vê fikre mirov dikare bigêje civaka demokratîk. Wê demê divê tu kes nekeve nava fikarê û bendewariyan. Ew çiqas dixwe de israr bikin jî dê tu kes li dervê vê guhertin û veguhertinê nemîne. Zanyar guhertin û veguhertina xwe ya şoreşgerî pêk aniye.” Bi van gotina li dijî ferasetên revizyonist û revizyonistan di 12ê gulanê de bi biryarên kongreya 5-6-7ê Gulanê bersîva guhertin û veguhertina şoreşerî daye. Dibe ku hinek zêde bê dîtin û bê rexnekirin. Lê ji bo rê nede ferasetên revizyonistan, di 27ê sibatê de li ser banga Aştî û Civaka Demokratîk PKKê di 1ê Gulanê daxuyanî da. Divê 5-6- 7ê Gulanê û 12ê Gulanê wekî serdema zêrîn a sosyalîzma demokratîk a zanistî bê binavkirin. Ev yek ji bo gîhandina civaka demokratik dê herî zêde bi wate be. Em dikarin bi vê yekê deynê xwe bidin cangoriyên xwe yên meha Gulanê. Bi aştiyek bi rûmet em dikarin deynê xwe bidin…
Ji bo em bigêjin aştiyek bi rûmet jî; divê em mirov, civakê û bi tevahî dinyayê rast û baş bi wate bikin. Divê em van têgehan rast fam bikin û li gorî wateyan bikar bînin. Ku ne wisa be dê dogmatizmeke hişk û zuha be. Bendewarî dê mirovan têxe nava pêlên nexweşiya revizyonizmê. Hevrêyê Zanyar S. Sureyya Onder (ez bejna xwe li ber ditewînim) got “Bi namûs û şeref sond dixwim ku bazarî tune ye.’ Di bin vê gotinê de berpirsiyariyek pir mezin heye. Ji ber ku Ş. Onder erka sincî, polîtîk û entellektuel ya avakirina civaka demokratîk zanîbû.
‘Yên li hundir jî, ji bo bi awayekî azad û wekhev beşdarî jiyana derve bibin’
Zanyar pirsa “Di daristana bûyerên civakî de bûyerên herî zêde diyarker çine?” diperse û bi van sernavan dibersivîne: “Îktîdara hegemonîk a navendî û desthilatê, bi rêveberiya demokratik, neteweya demokratîk, sosyalizmê, kapitalizmê jî bi Hevjiyana Azad” di fikrên me yên hatine reşkirin de, rêya ronîkirinê dide pêş me. Li dijî bîrdoziya fermî ya Modernîteya Kapîtalîst, deriyê Modernîteya Demokratîk li pêş me vedike. Nîşan dide ku jiyana mucîze û mezin tenê dikare bi civaka demokratîk û kesayetiya sosyalist pêş bikeve. Dikare bi vê jiyanê aştiyek bi rûmet pêş bikeve. Li dijî vê rêyê hebûn ne pêkan e. Axaftinên li hemberî her mikrofonê û axaftinên bi heqaret û şerê taybet ê di ekranan de nabe bersîva çareseriya sincî, politîk û entelektieliyê. Qaşo ji bo pêvajo xera nebe heqaretan dike. Lê wekî ku qaza serê xwe têxe bin qûmê û laşe wê li derve be ye. Ji hemû pîvanên şerm û arê dûr in. Li dijî rastiya wekheviya gelên Tirk û Kurd tev digerin. Li dijî şiyara “Tirkiyeya tam serbixwe” tevdigerin. Bi Medyaya Şerê Taybet, bê şek şerekî dimeşînin. Her ku tengav dibin azadkirina girtiyên siyasî û şoreşger dixin rojevê. Heta ku azadiya fizikî ya Mirovê Zanyar pêk neyê. Her mirovê azad bibe jî dê dîsa bê girtin. Di vî milî de karê herî baş, avakirina jiyana azad e. Ji bo vê yekê jî divê fikr û çalakî bibe yek û bi hevre bi wate bibe. Jiyana azad li derve pêş bikeve, yên li derve dê neyê girtin. Yên li hundir jî, ji bo bi awayekî azad û wekhev beşdarî jiyana derve bibin, dê bêtir xwe bi hêz û amade beşdarî jiyana derve bikin. Bi vî awayî dê elbete rojekê rast, baş û xweşik dê derkevin derve. Bes divê civaka demokratîk û jiyana azad neyê înkarkirin.”
Metîn Ûyar, di sala 2014an de li navçeya Bazîd a Agiriyê hatibû girtin û 32 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Metîn Ûyar ku niha li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê ye, bi rêzê li girtîgehên Agirî, Erzirom, Wan û Gîresûnê jî maye.