Beriya ku Eyşe Şan jiyana xwe ji dest bide, daxwaziyek wê hebû ku li welatê xwe ango li Amedê were definkirin. Ev wesiyeta Eşye Şanê piştî 29 salan pêk hat. Eyşa Şana ku pêşengiya dengbêjiya kurdî dike bi taybetî ji bo dengbêjen jin bûye mînakeke diyarker!
Eyşe Şan Dengbêj û stranbêjeke navdar a Kurd e ku bi navên wekî Eyşana Kurd, Eyşe Xan, Eyşana Elî û Eyşana Osman jî tê nasîn. Jiyana wê tijî têkoşîn, sirgûn û berxwedan bû, lê bi dengê xwe yê şêrîn û kilamên xwe yên bêhempa, mîrateke hunerî ya dewlemend hişt.
Eyşe Şan di sala 1938an de li Amedê, di malbateke navdar û dewlemend de ji dayîk bû. Bavê wê Osman, dengbêjekî navdar û dîndar bû, ji eşîra Cibran bû. Diya wê, Heciye Xanim, ji êla Hacî Mistefa Begên Erziromê bû. Malbata wan bi dîwanên dengbêjiyê dihat nasîn, ku vê yekê bandoreke mezin li ser Eyşe Şanê kir. Di zarokatiya xwe de li pişt deriyê dîwanxaneyê guhdariya dengbêjan dikir û bi vî rengî bi hunera kurdî mezin bû.
Eyşe Şanê di 1958an de dest bi stranbêjiyê kir, di civatên jinan de kilamên kurdî, îlahî û medîha distira. Lê ji ber ku di civaka wê demê de strana jinê wekî “guneh” dihat dîtin, ji aliyê malbatê (ji bilî diya wê) û civakê ve rastî zextan hat. Bavê wê û birayên wê bi taybetî li dijî strana wê bûn, ji ber ku li gorî şerîetê ev yek guneh bû.
‘Nekarî ji dengbêjiyê dûr bikeve’
Piştî zewaceke bêdil ku ev zewac zû bi dawî bû, Eyşe Şan ji ber zextên civakî û feodalî di ciwaniya xwe de ji Amedê derket û çû Dîlokê. Li wir, ji ber qedexeya zimanê kurdî, du salan bi tirkî li radyoyê stran got. Vê qedexeyê bandoreke neyînî li ser wê kir, lê dîsa jî wê dev ji hunera xwe berneda.
Ji ber pirsgirêkên aborî çû Stenbolê. Li wir bi klama “Ez Xezalim” navdar bû û kaseta xwe ya yekem a kurdî-tirkî derxist. Lê navdarbûna wê, zext zêdetir kir, ji ber ku kurdî qedexe bû.
‘Ji ber zextên li dijî stranbêjên Kurd berê xwe da xeribiyê’
Ji ber zextên li ser hunermendên Kurd, wê berê xwe da Almanyayê. Li wir karesateke mezin jiya; keça wê ya 18 mehî, Şahnaz mir. Ev yek ji bo wê derbeke giran bû, û wê kilama “Qederê” ji bo keça xwe nivîsî û got. Piştî demekê, bi sê zarokan vegeriya Stenbolê, lê dîsa rastî gefan hat.
Ji ber gefên li Stenbolê, çû Bexdayê û li Radyoya Dengê Bexdayê bi navê “Eyşana Elî” stran got. Li Hewlêr, Mûsil, Duhok û Bexdayê konser dan û bi hunermendên Kurd ên wekî Mihemed Arif Cizîrî û Tahsîn Taha re hevdîtin kir. Hunermendê Kurd Cizrawî, ji jiyana wê bandor bû û kilama “Lê Lê Lê Wayê, Eyşane Lê Wayê” ji bo wê gotin.
Hin ji kilamên wê yên herî navdar “Qederê”, “Dayikê” , “Ez Xezalim”, “Lê Lê Bêmal”, “Lorkê Lorkê”, “Yar Meyro” û “Derdê Hewiyê” ne. Kilama “Dayikê” bi taybetî ji ber nehiştina wê ya serdana diya wê û mezara wê, dilşewat e.
‘Sembola berxwedana dengbêjiyê ye’
Eyşe Şan ji bo dengbêjên jin ên Kurd bû semboleke berxwedanê. Wê li dijî qedexeyên zimanê kurdî, baskên feodalî û zihniyeta mêr-salarî têkoşiya. Dengê wê yê nazik û kilamên wê yên resen, di dîroka çanda kurdî de cihê xwe girt. Eyşe Şan ne tenê ji ber kurdbûna xwe, lê ji ber ku jin bû rastî gelek astengiyan hat. Civaka feodal a wê demê, strana jinê qebûl nedikir û dewleta tirk jî zimanê kurdî qedexe kiribû. Wê li gel van hemû astengiyan şer kir, lê di jiyana xwe de tu carî nikarîbû bi aramî vegere Amedê. Tenê diya wê piştgirî da wê, lê vê jî têrê nekir ku wê ji sirgûnê rizgar bike. Wê ev êşên xwe di kilamên xwe de anî ziman, û bi vî rengî bû dengê hemû jinên bindest.