Amed – Dengbêj Xalîde ku tev li konferansa Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a li Amedê hate lidarxistin bû destnîşan kir ku divê rewşenbîr û hunermend bi rola xwe ya di nava civakê de rabin û bibin dengê aştiyê.
Konferansa Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a 3yemîn a bi dirûşma “Bi Yekîtiya Jinên Kurd Ber bi Yekîtiya Neteweyî ve” di 21 û 22yê Hezîranê de li Eywana Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) hate lidarxistin. Parlamenter, hevşaredar, hunermend, kesayet, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî di nav de ji bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê gelek jin beşdarî konferansê bûn. Konferans bi eşkerekirina encamnameyê di roja duyemîn de bi dawî bû.
Dengbêj Xalîde ya tev li konferansê bû li ser rol û misyonana hunermend û jinan a di pêvajoyê de axivî.
Dengbêj Xalîde diyar kir ku ji zarokatiyê ve xeyal dikir ku bibe dengê aştiyê û wiha got: “Ez dixwazim demên ku vediguherin aştiyê bi rola xwe rabim, ji ber ku divê em bibin dengê aştiyê û aştiyê bixwazin. Divê rewşenbîr û hunermend rola xwe ya di nava civakê de rabin û û bibin dengê aştiyê. Ji ber wê ez tev li vê xebatê bûm. Hunermend dikare pêşengtiya ziman, kok, çand û hemû tiştên li ser wê axê hatine qewimandin bike, bibe kevoka aştiyê û wê rola xwe bilîze. Dema ku di civakekê de jin bi rola xwe ranebe ew civak sererast nabe. Çawa ku jina Kurd ji neolîtîkê heta roja îro rola xwe ya çêker lîstî ye divê weke jineke Kurd em jî bi rola xwe rabin.”
‘Rawestandina şer û daxwaza aştiyê hêzeke xurt dixwaze’
Dengbêj Xalîde destnîşan kir ku rawestandina şer û daxwaza aştiyê hêzeke xurt dixwaze û wiha berdewam kir: “Ev rol û misyon jî piranî dikeve ser milê afirînerên civakê yên yekemîn; jinê. Heke di civakekê de xerabiyek hebe di wê civakê de jinan rola xwe nelîstiye. Dema şer çêdibe xerabî, tevlihevî û kaosek çêdibe. Ji bo vê jî jin bi esasê xwe yê afirîner di têkoşîna azadî û rizgariya Kurdistanê de jî di sedsala 21emîn de roleke pir baş lîst. Hem rola xwe ya bi çekê hem gotina xwe danî holê. Divê em vê gotinê xurt bikin. Weke hunermend, dengbêj, wênesaz, şanoger, sînemager kengî jinan rola xwe lîst wê demê ew civak jinûve ava dibe xwe sererast dike. Divê em ji bo çand, huner, nirxên netewî û esasen kokên xwe li gorî nirxên xwe tevbigerin.”
‘Bila zarok dengbêjan bizanibin’
Dengbêj Xalîde, bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê jî û wiha pê de çû: “Ku di civakekê de zarokek bi zimanê Kurdî neaxive, tê wê wateyê ku dayik bi zaroka/ê xwe re bi Kurdî neaxivî ye. Ev berpisyartî dikeve li ser mile dayikan. Ez vê hêvî û daxwazê ji wan dikim, bila bala xwe bidin çand û hunera Kurdî, zarokên wan dengbêjan bizanibin. Çand bi zimanî dest pê dike. Divê em di mala xwe de bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin.”
‘Divê hunermend û rewşenbîr piştgiriya yekitiyê bikin’
Dengbêj Xalîde li ser girîngiya rêxistinbûyîna jinan û avakirina yekitiya demokratîk ev tişt gotin: “Em ê bibin xelek ku her çar aliyê Kurdistanê bi hev ve girê bidin. Divê hişê parçe parçebûyînê ji holê rabe. Divê em nehêlin ku lîstik li ser axa me werin lîstin. Ji ber hêza rewşenbîr û hunermendan gelek zêde ye dikarin bi piştgiriya hevdû roleke xurt û hêja rabin. Divê em hevdû cuda nekin û bibin em. Yekitiya axa welatê xwe bikin. Divê hunermend û rewşenbîrên Kurdan di vê demê de piştgiriya yekitiya Kurdistana xwe bikin. Da ku dagirker destê xwe li ser welatê me rabikin. Ji ber wê jî daxwaza min ew e ku em piştgiriya hev bikin. Ji bo aştiyeke mayînde li vir im.”
‘Bila yekitiya Kurdistanê armanca me be’
Denbêj Xalîde anî ziman ku divê ji bo pêkhatina aştiyê xwe bi rêxistin bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê mirov bi berpirsyartiyê rabe û vê ji xwe re bike dert. Bila armanceke rewşenbîr û hunermendan a yekitiya Kurdistanê hebe. Ji ber daxwaza min ji wan hemûyan ev e. Yên ku dixwazin pêşentgiya Kurd û Kurdistanê bikin werin em destê xwe bidin hev ji bo aştiyeke bextewar û birûmet em bixebitin û li ser axa xwe di nava aştiyê de bijîn.”