• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji Meclisa Ciwanan meşa Cejna Zimanê Kurdî

    Ji Meclisa Ciwanan meşa Cejna Zimanê Kurdî

    ‘Paradîgamaya Ocalan dê bandorê li Tirkiye û cihanê bike’

    ‘Paradîgamaya Ocalan dê bandorê li Tirkiye û cihanê bike’

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Ozgur Ozel: Em ji bo aştiyeke mayînde di nava hewldaneke zêde de ne

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Fetî Yildiz: Mafê hêviyê wê di raporê de cih bigire

    Fetî Yildiz: Ji bo aştiya mayînde em ê stranên xwişk û biratiyê bistrên

    Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Forûma Aştiyê re peyam şandin

    Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Forûma Aştiyê re peyam şandin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ji Meclisa Ciwanan meşa Cejna Zimanê Kurdî

    Ji Meclisa Ciwanan meşa Cejna Zimanê Kurdî

    ‘Paradîgamaya Ocalan dê bandorê li Tirkiye û cihanê bike’

    ‘Paradîgamaya Ocalan dê bandorê li Tirkiye û cihanê bike’

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Ozgur Ozel: Em ji bo aştiyeke mayînde di nava hewldaneke zêde de ne

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Fetî Yildiz: Mafê hêviyê wê di raporê de cih bigire

    Fetî Yildiz: Ji bo aştiya mayînde em ê stranên xwişk û biratiyê bistrên

    Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Forûma Aştiyê re peyam şandin

    Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Forûma Aştiyê re peyam şandin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayik li pêş çavên zarokên xwe hatin kuştin

Mehmet Alî Ertaş /AW

16 KANÛN 2024 - 08:04
Kategorî: ROJANE
A A
Berdevka Rêxistina Stêrk Jûliya Xelo anî ziman ku di koçberiya gelê Şehbayê de derûniya zarokan pir zêde hatiye xerakirin û wiha got: “Gelek dayik ji aliyê çeteyan ve li pêş çavên zarokên xwe hatin kuştin.”

Rêxistina Stêrk a Şopandin û Parastina Mafên Zarokan di 11ê Kanûnê de ji bo piştgiriya zarokên malbatên koçber ên ji kantona Efrîn-Şehbayê û bajarê Helebê dest bi kampanyayê kirin. Piştî êrîşên komên çete yên ku piştgiriya xwe ji Tirkiyeye digirin li ser Şehba Heleb û Til Rifatê zêde bûn, zêdeyî 100 hezar koçberên Efrînê dîsa koçber bûn. Bi deh hezaran hatin li Tebqa û Reqa bi cih bûn bi hezaran rastî êrîşen komên çeteyan hatin. Bi sedan kes bi destê çeteyan hatin revandin û bi dehan kes hatin kuştin. Koçberên Efrînê ku di 2018an de li Şehba û Til Rifatê bi cih bûbûn piştî êrîşên komên çete cara duyemîn ketin rêyan. Di Adara 2018an de dema koçber bûn, demsala bihar û havînê ew pêşwazi dikir. Lê vê carê demsala zivistanê wan pêşwazî dike. Sir, serma û seqem wan pêşazî dike. Gelek kes ji serma nexweş ketin û hin kes ji serma û birçîbûnan mirin.

Ji bo alîkarî û piştgiriya zarokan Rêxistina Stêrk a Şopandin û Parastina Mafên Zarokan hefteyek e kampanya alîkariyê dane destpêkirin. Rêxistina Stêrk hewl dide ji aliyê derûnî, tenduristî û cil û bergan alîkariyê bide zarokan. Hewl dide rewşa zarokan bişopîne û li gorî pêdiviyên wan alîkariyê bi zarokan re bike. Hewl dide ji bo zarokan cilan kom bikin. Disa ji bo zarokan lîstokan amade bike û pêlîstokan kom bikin.

Berdevka Rêxistina Stêrk a Şopandin û Parastina Mafên Zarokan a Bakur û Rojhilatê Sûrî Juliya Xelo, anî ziman ku her kes dibîne êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek deqîqeyê kêm nabin û wiha got: “Di encamên van êrîşan de em dibînin ku gel pir zor û zahmetiyan dijîn. Di êrîşên li ser Şehba, Heleb û Şêxmeqsûdê de jî me dît, êrîşên gelek giran pêk hatin û bûyerên bi êş bi xwe re anîn. Jiber van êrîşan hejmarek pir pir mezin koçber bûn û ketin rêya. Nêzî 25 hezar koçberan berê xwe dan milê Şerqê cihê ku Rêveberiya Xweser lê heye. Di encama vê koçberiye de jin, zarok, kal û pîr mexdûr bûn. Gelek zahmetî jiyan. Niha ji ber demsala zivistanê ye, koçber zahmetiyên pir mezin dijîn. Yên herî zêde bandor li wan dibin jin û zarok in.”

Dayik li pêş çavê zarokan kuştin

Jûliya Xelo destnîşan kir ku di koçberiya Şehbayê de zarokan di aliyê derûnî de êşek gelek mezin dîtin û wiha got: “Gelek zarok li pêş çavên wan dayikên wan hatin kuştin. Derûnî û tenduristiya van zarokan gelek xerab bûye. Zaroken ji sermayê jiyana xwe ji dest dan. Yek jê çar mehî bû ji serma mir. Hin bûyerên bi êş hatin dîtin û gelek bûyerên bi êş bi malbatan re bi sînor man. Gelek malbatên koçber bûne li Reqa û Tebqa bi çih bûne. Hinek ji wan li Hesekê, Qamişlo, Tirbe Spiyê û Amûdê bi cih bûne. Ji bo koçberan gelek navendên pêşwazîkirinê hatine vekirin.”

Hamleya me hamleya alîkariyêye

Jûliya Xelo da zanîn ku her kes ji milê xwe ve alîkariyê dide koçberan û hewl dide vî barî sivik bikin û wiha axivî: “Her kes li gorî derfetên xwe hewl didin êşa koçeran sivik bikin. Hewl didin malbatên koçber bi cih bikin.
Em jî wekî rêxistina Stêrk û Şopandina Mafên Zarokan, me dest bi hamleyê kir. Ev hamle bi dirûşmeya “Dest bi dest ji bo zarokatiyê” dest pê kir. Hamleya me, hamleya alîkariyê ye. Bi taybetî di milê fikrî û derûnî de hem hewl didin piştevaniya zarokan bikin. Ji bo derûniyê em hewl didin ji bo zarokan çalakiyan pêk bînin. Ji bo alîkariyê me hevdîtin bi kesên xêrxwaz re kirine. kesên ku dixwazin alîkariyê bi koçberan re bikin em tenzîqê bi wan re dikin. Nêzî Hezar cilên zarokan dê bên belavkirin. Ev cil dê li navendên koçberan, li zarokên zahmetiyan dijîn bên belavkirin.”

Tenê bi çilên li ser xwe derketin rê

Jûliya Xelo bal kişand ser derûniya zarokan û wiha berdewam kir: “Gelek zarok ji aliyê derûnî ve ketine rewşek xerab. Ji bo wan zarokan jî em bernameyên ku em derûniya wan rehet bikin çêdikin. Em hewl didin ku derûniya koçberiyê ji ser wan bavêjin û êşa wan bidin ji bîrkirin. Jibo bandora koçberiyê li ser wan kûr nebe û derûniya wan xerabtir nebe em hewl didin bi wan re mijûl bibin. Em dixwazin xwe bigînin gelek zarokan û çalakiyan li dar bixin. Ji bo bûyerên li pêş çavên pêş ketine zêde di mejiyê wan de nemîne em dixwazin wan tenê nehêlin. Dîsa em dixwazin di rewşa zivistanê de zarokan biparêzin û ji mirinê xelas bikin.
Êrîş ji nişka ve çêbû. Ji ber vê yekê bi cilên li ser xwe ketin rêyan û cilên zêde bi xwe re neanîn.”

Kelek kes ji serma mirin

Jûliya Xelo da zanîn ku ji bo qafîleyên ku nû derbasî bajar dibin hamleya xwarinê heye û ev agahî dan. “Kesên li ser rê û hîna bi cih nebûne em xwarinê ji bo wan çêdikin û xwarinê li wan belav dikin. Hin kes hene çend rojan di rê de ne. Derfeta ku xwarin bixwîn û xwarinê çekin tune ye. Ji ber vê yekê em ji bo kesên nû ji rê hatine an di rê de ne, xwarinê amade dikin. Gelek bûyerên bi êş hene. Gelek kesan jiyana xwe ji dest dane. Gelek kes ji sermayê, gelek kes ji birçîbûnan û gelek kesên nexweş di rêde jiyana xwe ji dest dan. Gelek kesên nexweş ku bi lez ji malên xwe derketin, pêdiviya wan bi derman heye. Lê nikarin derman peyda bikin. Ji ber vê yekê em dixwazin her kes ji milê xwe de barê koçberan sivik bikin ku em karibin wan ji zor û zahmetiyê rizgar bikin.”

Jûliya Xelo heviya xwe bi van gotinan anî ziman:”Em hêvî dikin ku ev bûyer demkî be, lê niha gelek bûyerên cudapêş dikevin. Ji ber vê yekê em nizanin ev rewş dê heta kengî bidome. Me di 11ê kanûnê de dest bi vê hamleyê kir. Hamleya me ji hemû kesên dixwazin alîkariyê bikin û xêrxwazan re vekirî ye. Kesên dixwazin zarokan ji vê zahmetiyê xelas bike em li benda alîkaria wan in. em bi wan re di nava dan û stendinê de ne. Em bi hevre dibin alîkar û bibin alîkar.”
Banga me li gelê me yê kurd e

Jûliya Xelo bang li hemû gelê Kurd kir û got: “Dema bûyerên ku bi vî rengî diqewimin em di serî de berê xwe didin hêzên navneteweyî û alîkariyê ji wan dixwazin. Lê di vî şerê heyî û geşedanên li herêmê pêş dikevin de destê hêzên navneteweyî jî heye. Ji ber vê yekê eger hêzên navneteweyî zorê li van hêzên herêmê nekin ev bûyer pêk nayên. Ji ber van sedeman banga me li gelê me yê Kurd e. Banga me li hemû kesên xêrxwaz in. Banga me li hemû kesên ku dixwazin dest bidin van zarokan û ji bo zarokan bibin alikar. Em hêvî dikin ku ev kesana li cihê xwe ranewestin. Destê xwe dirêjî van zarokan bikin û wan ji vê rewşê xelas bikin. Ev zarok pêşeroja vê civakê ne. Divê em bi hevre liv an zarokan xwedî derkevin. Divê em û hemû kesên xêrxwaz ji b ovan zarokan bibin hêvî û em wan ji vê rewşê xelas bikin.”

Etîket: cildayikJûliya XeloSehbaxwarinzarok
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şaredariya Tûşbayê ji bo zarokan şahiya bafirokan li dar xist

Şaredariya Tûşbayê ji bo zarokan şahiya bafirokan li dar xist

9 GULAN 2026
MED-DERê bernameya zarokan li dar xist

MED-DERê bernameya zarokan li dar xist

9 GULAN 2026
Mihrîcana Şanoyê di roja 8emîn de bi coş berdewam kir

Mihrîcana Şanoyê di roja 8emîn de bi coş berdewam kir

29 NÎSAN 2026
Kûçikên leşkeran êriş zarokan kir: Zarokek jiyana xwe ji dest da

Kûçikên leşkeran êriş zarokan kir: Zarokek jiyana xwe ji dest da

29 NÎSAN 2026
Bi dronên xwekuj êrişî kampeke li Koye hate kirin

Di êrişa ser malekê de du zarok birîndar bûn

24 NÎSAN 2026
Bi dronên xwekuj êrişî kampeke li Koye hate kirin

Li Pîrmamê zarokan dayik û bavê xwe kuştin

20 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çêkera naverokên medya dîjîtal: Hînbûna min a Kurdî bersivek bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Vezîr Parlak: Li Colemêrgê ‘Konsepta Dêrsimê’ tê meşandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sûlava Emrûdê piştî salan careke din bi heybet diherike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayhan Erkmen li Wanê jiyana Celadet Elî Bedîrxan vegot

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Waliyên Hewlêr û Dihokê serdana Şaredariya Amedê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Payîzava serayek vekir: Armanc xurtkirina aboriya jinan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (307)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne