Şirnex– Gundê Şêxê Reş û Gundikê Zûrûn ji ber derxistina petrola Çiyayê Gabarê bê av mane.
Li Kurdistanê roj tuneye ku qetlîamek li ser xwezayê pêk neyê. Bi taybetî jî ev qetlîam li ser daristan û çiyayên Kurdistanê pêk tên. Talana xwezayê bandorek neyînî li ser jiyana hemû zîndîweran jî dike. Herêma Çiyayê Gabarê jî bi birîna daran û derxistina petrolê para xwe ji talankirina xwezayê girtiye.
Li gundê Şêxê Reş û gundikê wê Zûrûn jî ji ber bîrên petrole ku ji aliyê TPAOyê ve petrol tê derxistin bê av mane. Beriya çend rojan Serokatiya Ragihandinê ya girêdayî Serokomariya Tirkiye daxuyaniyek dabû û ragihandibû ku kêmbûna ava gundên derdora Çiyayê Gabarê ne ji ber petrolê ye. Lê gotinên şêniyên gund û yên Serokatiya Ragihandinê ji hev nagirin.
Piştî TPAO hatî Çiyayê Gabarê ava kaniya me şêlû bû
Welatiyê bi navê Suleyman Akdemîr got ku kaniya gundên wan bi sedan salan e diherike lê îsal ava wê ber bi tunebû vê çûye û ev tişt anîn ziman;” Navê kaniyan me Kaniya Şêx Dawût e. Vaye bi sedan salan e gund ji vê kaniyê hewcehiya xwe ya avê pêk tînin. Piştî TPAO hatî Çiyayê Gabarê û pêde kaniya ku me av jê dianî destpêkê ava şêlû jê hat, piştre ava dihat bêhna mazotê jê dihat û êdî me nekarî em ava kahniya xwe vexwin. Niha bi tangêran avê tînin ji me re lê ji berk u ava me têr nake em hefteyê carekê serê xwe dişon. Di bîrên nava gund de av gelek kêm bûye ew jî 15 rojan carekê hindik be jî tê, ava biran jî em ji bo sewalên xwe têxin depoyên avê.”
Em nikarin serê zarokên xwe bişon
Jina bi navê Elîf Akdemîr mijar ne ava vexwerinê ye û wiha pêde çû; “Niha ava vexwarinê ji me re tînin lê mijar ne ava vexwarinê ye, em nikarin serê zarokên xwe bişon û niha bêhn ketiye mala min. Beriya çend rojan xwarziyên min mêhvanî hatin cem min lê ji ber ava me kêm bû me nekarî em mêvanên xwe xwedî bikin. Gundê me nêzî 700 malan e û îsal piştî dest bi xebatên petrolê kirin gund ma bê av. Ajalên me jî nikarin ji kaniya gund avê vexwin. Zarokên min niha çûne çilû bikin, dê werin lê ewqas av tüne ku pê serê xwe bişon.”
Ava tangêr tînin gelek caran ne paqij e
Meryem Erîk jî a zanîn k udi mala wê de 2 astengdar hene û wiha axivî; “Diya min û keça min astengdar in, avê bi tangêran ji me re tînin. Ava tê jî carna ne paqij e. Bi wê ava nepaqij em mala xwe dişon. Gelek caran av tüneye ku em bidin sewalên xwe jî.”
Berfê Bîrlîk ku emre wê 70 salî ye destnişankir ku emrê wê tiştek wisa nehatiye serê wan û wiha berdewam kir; “Emrê min bûye 70 sal, di emrê xwe de min tiştek wisa nedîtiyê. Piştî ev sondajên petrole kolan êdî ji kaniyên me ava şêlû û bîna petrole jê tê ji kaniyê hat. Piştre jî ji kanî û bîrên gundiyan av nehat. Ger av ji bîran were jî gelekî kêm e”
Dar û berên me hemû hişk bûn
Bîrlîk herî dawî bi lêv kir ku wan îsal tiştek neçandiye û axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Her sal me çandinî dikir, vî deme salê me sebzeye xwe dixwar û me difirot. Îsal me tiştek neçand û em gelekî perişan bûn. Vaye hûn dibinin darên me yên hinar û hejîran hişk bûne. Her sal min hejîr hişt dikirin ji bo zivistanê, mêhvanek hatiba me fêkî danî ber lê îsal hemû hişk bûn. Her sal coya me ya avdaniyê tije av bû lê îsal tenê dilopek av nehatiye ku em derametên xwe av bidin.”
Jina bi navê Xezal Arasan jî got ku tu kes tuneye li halê wan bipirse û wiha axivî; “Em niha bi metereyan avê tînin û têxin depoya malê piştre ji bo malê bikartînin. Kes tuneye xwedî li me derkeve û halê me bipirse ji ber wê ev vê rezîliyê dikêşin.”