Di ser kuştina Vedat Aydin re 34 sal borîn. Lê hîna kujerên Vedat Aydin nehatine dîtin û darizandin. Malbata Vedat Aydin diyar dikin ku kujer diyar in û dixwazin dewlet lêborînê bixwaze.
Serokê HEPa Amedê Vedat Aydin di 5ê Tîrmeha 1991ê de ji aliyê endamên JÎTEMê ve hat binçavkirin û kuştin. Di 7ê Tîrmehê de cenazeye wî hat dîtin. Di 10ê Tîrmehê de bi sed hezaran kesî ew bi girseyî defin kir. Ji ser kuştina wî re 34 sal borîn. Lê hîna kujer nehatine darizandin û cezakirin. Malbatê ji bo kujer bên darizandin serî li saziyên hiqûqê dan û xwestin kujer bên dîtin û daruizandin. Lê tevî hemû hewldanan gavên hiqûqî nehatin avêtin.
Di ser kuştina Serokê rêxistina bajarê Amedê yê Partiya Keda Gel (HEP) Vedat Aydinî re 34 sal derbas bûn. Doza kuştina Aydinî jî beriya niha bi 4 salan ango di 30 saliya kuştina wî de bêencam mabû. Di 5ê Tîrmeha 1991ê de hin kesên ku xwe weke polîs dan naskirin, li Amedê di ser mala Vedat Aydin de girtibûn. Endamên JÎTEMê Vedat Aydin binçav kirin û li Madenê kuştin. Malbat û parêzerên Aydinî serî li navenda polîsan dabûn lê desteserkirina wî nehatibû qebûlkirin. Di 7ê Tîrmeha 1991ê de li ser rêya di navbera Erxenî û Madenê de, nêzikî Goristana Madenê cenazeye wî hatibû dîtin. Kesên ew kuştibûn, îşkence lê kiribûn û kuştibûn. Cenazeyê Aydinî di 10ê Tîrmeha 1991ê de bi merasîmeke girseyî ku nêzî sed hezar mirov beşdar bibûn spartin axê. Di merasîma cenazeyê Vedat Aydin de polîs û tîmên taybet êrişî girseya beşdarî merasimê bûne kiribûn. Di êrişê de herî kêm 23 kes hatibûn kuştin. Ji ber ku di 30 salên piştî kuştina Vedat Aydin de di dosyayê de tu gav nehatin avêtin, di 2021an de ji ber ku dema yasayî boriye, bêencam ma.
Têkildarî dozê û rewşa pêvajoyê birayê Vedat Aydin Veysî Aydin ji Rojnameya Xwebûnê re axivî û got: “Ji ber ku Vedat Aydin li navçeya Madenê hat kuştin, ev navçe di sînorê Meletiyê de bû. Dadgeha Meletiyê li dozê nêrî. Doz ji destpêkê ve pêş neket. Di serî de çi dane û belge ketibûn dosyayê tenê bi wê sînordar ma û nehat lêkolîn kirin. Bi rastî tu hêviya me jî ji dadgehê tune bû. Piştî parêzeran belge pêşkêş kir, dadgeh 5 sal dirêj kirin. Herî dawî di sala 2024an de bi hinceta dem boriye dosya girtin. Ji ber ku kujerên Vedat Aydin hemû berpirsiyarê dewletê bûn dosya girtin.”
Kujeran diyar in
Veysî Aydin, da zanîn ku wan wekî malbatê şexs sûcdar nedît û got: “Me dewlet sûcdar dît. Ji ber ku ev organîsazyona dewletê bû. Ji ber ku 17 hezar kesên kujerê wan nediyar hemû bi destê vê organîzasyonê hatin kuştin. Li gorî me ji sedî 90ê kujerên van kesan diyar in. Mirov nikare bibêje kujer nediyar e. Ew jî organizasyona dewletê ye. Li gori daneyên fermî 17 hezar kesên kujerê wan nediyar e hene. Lê dema rastî bê ronîkirin zêdetirî 20 hezar kesên kujerên wan nediyar hene. Ev rastiya meseleya Kurd e. Ev kuştin encama meseleya Kurdan e. Di encamê de ji ser dozê re dem borî û ji niha û şûn ve dê tu encam dernakeve.”
Divê dewlet lêborînê bixwaze
Veysi Aydin heri dawî li ser pêvajoyê jî axivî û got: “Di civaka Kurd û Tirk de daxwaza aştiyê heye. Dewlet jî ji ber guhertinên Rojhilata Navîn xwe mecbûr dibîne ku gavan bavêje. Dewlet ji ber siberoja xwe kete nava tevgerê. Rayedarên dewletê di siberoja dewletê de rîskê dibînin û dixwazin bi Kurdan re li hev bikin. Lê nêzikatiya hikûmetê baweriyê nade. Bêtir ji ber berjewendiyên xwe yên şexsî nêzik dibin. Pêvajo biçe serî an neçe serî, ji bo Kurdan pêvajoyeke rast e. Encamê vê yekê dê di siberojê de bê dîtin. Di vê pêvajoyê de mafê Kurdan bê naskirin, divê êdî bi şiklekî kuştina hezaran kesan qebûl bike û ji Kurdan lêborînekê bixwazin. Eger dewlet lêborînê ji gelê Kurd bixwaze, dê êş hinek sivik bibe û rehettir bibe. Eger ku lêborîn neyê xwestin dê nîyeta baş dernekeve holê û encameke erênî ji vê pêvajoyê dernekeve. Eger çareserî çêbibe divê dewlet lêborînê ji malbatên van mirovan bixwaze. Lêborîn lazim e. Divê qebûl bike û bêje me ev kiriye.”