• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji Meclisa Ciwanan meşa Cejna Zimanê Kurdî

    Ji Meclisa Ciwanan meşa Cejna Zimanê Kurdî

    ‘Paradîgamaya Ocalan dê bandorê li Tirkiye û cihanê bike’

    ‘Paradîgamaya Ocalan dê bandorê li Tirkiye û cihanê bike’

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Ozgur Ozel: Em ji bo aştiyeke mayînde di nava hewldaneke zêde de ne

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Fetî Yildiz: Mafê hêviyê wê di raporê de cih bigire

    Fetî Yildiz: Ji bo aştiya mayînde em ê stranên xwişk û biratiyê bistrên

    Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Forûma Aştiyê re peyam şandin

    Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Forûma Aştiyê re peyam şandin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ji Meclisa Ciwanan meşa Cejna Zimanê Kurdî

    Ji Meclisa Ciwanan meşa Cejna Zimanê Kurdî

    ‘Paradîgamaya Ocalan dê bandorê li Tirkiye û cihanê bike’

    ‘Paradîgamaya Ocalan dê bandorê li Tirkiye û cihanê bike’

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Ozgur Ozel: Em ji bo aştiyeke mayînde di nava hewldaneke zêde de ne

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    Fetî Yildiz: Mafê hêviyê wê di raporê de cih bigire

    Fetî Yildiz: Ji bo aştiya mayînde em ê stranên xwişk û biratiyê bistrên

    Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Forûma Aştiyê re peyam şandin

    Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Forûma Aştiyê re peyam şandin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Encamnameya komxebata Zarokistanan aşkere bû

Navenda Nûçeyan /AW

7 TÎRMEH 2025 - 11:25
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Şaredariya Peyasê ya Amedê, bi dirûşmeya “Zarok Pêşeroja Civaka Azad in”, “Komxebata Zarokistanên Pirzimanî” şaredariyê organîze kir. Piştî komxebat bi dawî bû encamname aşkere kirin.

Şaredariya Peyasê ya Amedê, bi dirûşmeya “Zarok Pêşeroja Civaka Azad in”, “Komxebata Zarokistanên Pirzimanî” li avahiya xizmetê ya şaredariyê organîze kir. Ev komxebat ku bi beşdariya gelek kesan, di nav de pispor, nivîskar, parlamenter, perwerdekar, malbat, nûnerên saziyên civakî û kesên xwedî ezmûn bûn, pêk hat, du rojan dom kir. Di van du rojan de, li ser mijarên girîng ên weke girîngiya perwerdeya pirzimanî, rola zarokistanan di parastina zimanê dayikê de û bandora van însiyatîfan li ser pêşeroja civakê nîqaşên berfireh hatin kirin. Di komxebatê de, bal bi taybetî li ser pêşxistina Zarokistanên Pirzimanî ku cihekî girîng ji bo fêrbûna zimanê dayikê û xurtkirina nasnameya çandî peyda dikin, hate kişandin. Beşdaran li ser stratejiyên perwerdeyê, çawaniya entegrekirina zimanên cihêreng di nav sîstemeke perwerdeyê ya nûjen de û girîngiya piştgiriya civakî ya ji bo van xebatan axivîn. Nîqaşên ku bi coş û kûrahî hatin meşandin, di dawiyê de bi encamekê bi dawî bûn.

Encamnameya “Komxebata Zarokistanên Pirzimanî” bi daxuyaniyeke fermî hate eşkerekirin.

Di vê daxuyaniyê de, girîngiya perwerdeya zimanê dayikê, rola zarokistanan di avakirina civakeke azad û pirçandî de û pêwîstiya piştgiriyeke domdar ji bo van xebatan hate destnîşankirin. Ev encamname, ji bo xebatên pêşerojê rêyek diyar dike û armanca xurtkirina hişmendiya civakî ya li ser vê mijarê nîşan dide.

Encamnameya komxebatê wiha ye:

“Perwerdehî, pêvajoya bêdawî ya bidestxistina şiyanên ji bo jiyanê ye. Ji bûyînê dest pê dike, heta dawiya jiyanê didome. Di vê pêvajoyê de serdema herî girîng a ku kesayeta mirov tê de teşe digire, serdema zarokatiyê ya pêşîn e. Di vê serdemê de hawirdora pêşîn a perwerdehiyê mal e, paşê heke ku derfet hebe pêşdibistan e. Di pêşdibistanan de zarok divê hem ziman, çand, xwebûn û xwerengiya xwe biparêzin, hem jî xurtir bikin. ji bo vê yekê jî pergala perwerdehiyê ya ku di pêşdibistanan de dê bê sepandin, ligel mufredat, alav û amûrên xwe, divê bi hişmendiyeke li gor vê armancê bên amadekirin.

Perwerdehî mafek ji mafên bingehîn ên mirovî ye û her zarok divê bi awayekî wekhev bikaribe ji vî mafî sûdî wergire. Ev jî bi destê sazî û dezgehan pêk tê. Şaredarî jî yek ji wan sazî û dezgehan e û peywira wê ye ku li gor taybetiyên civakê yên xweser xizmetên perwerdehiyê pêşkêş bike. Yek ji van xizmetan jî vekirina pêşdibistanan e. Hemû rêveberiyên xwecihî divê di vê çarçoveyê de vê xizmeta perwerdehiyê pêşkêş bikin.

Perwredekirina zarokan meseleya zarokan bi tenê nîn e, meseleya avakirina civakeke xewzaparêz, demokratîk û azadîparêziya jinan e. Mesele ji bo siberojê em civakeke çawa dixwazin, takekesên çawa dixwazin û dixwazin çawa bijîn e. Ango teşedayîna siberoja xwe ye.

UNESCO dibêje ku her zarok dikare û divê herî kêm bi sê zimanan perwerdehî bibîne yan jî sê zimanan hîn bibe û piştgiriyê dide pergaleke perwerdehiyê ya bi vî awayî: Zimanê xwe yê dayikê, zimanê herêmî yan neteweyî û zimanekî navneteweyî. Berovajiyê vê biryara UNESCO’yê ya ku di sala 1999’an de daye, Tirkiye bi israr pergaleke perwerdehiyê ya yekzimanî û yekrengî disepîne. Ev hişmendiya perwerdehiya formal a ku li Tirkiyeyê tê sepandin, dike ku zarokên ne Tirk li derveyî pergala heyî ya li Tirkiyeyê bimînin an jî ji zimanê xwe yê dayikê û çanda xwe qut bibin, di nava çerxa bişaftinê de bimehin. Her çiqas di serî de lêkolînên ku UNESCO’yê kirine û li gor hemû xebatên zanistî kesên ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibin zêdetir serkeftî dibin jî, perwerdehiya formal a li Tirkiyeyê bi armanca bişaftina gel, ziman û çandên din, bi awayekî yekreng hîna jî tê sepandin. Tirkiye her çiqas ji 2004’an ve bûbe berendameke fermî ya Yekîtiya Ewropayê û divê hêvî û daxwazên ku jê bên kirin bi cih bîne û bibe palpişt û piştgireke peymanên Yekîtiya Ewropayê jî, Tirkiye bi israr li ber xwe dide û di qada perwerdehiya bi Kurdî de yan jî pirzimanî de tu gavan navêje.

Tê zanîn ku gava yekemîn a dagirkirina mêjî, xerabkirina kodên genetîk, ji xwebûnê dûrxistin û tunekirina hebûnê û mêtingeriya zimanî ye. Ev mêtingerî jî bi awayê herî hêsan û berbelav bi perwerdehiyeke giştî pêkan e ku perwerdehiya formal a li Tirkiyeyê bi armanca bişaftina ziman û çandên din teşe girtiye. Ji bo xelasiya ji vê dehfikê, rizgariya ji vê bindestiyê û parastina xwebûn û hebûna xwe, xebatên ziman û perwerdehiyê ji bo gelê Kurd divê berî her tiştî werin. Ji bo danîn û zexmkirina hîmê bingehîn ê li hemberî bişaftinê, parastina zimên, destnîşankirina armancên giştî û diyarkirina rêbazeke perwerdehiyê ya demildest divê û ev tişt jî tenê bi xebat û komxebatên bi vî rengî pêkan e. Di encama vê xebatê de girîngiya zêdekirin û berbelavkirina xebatên bi vî rengî bi awayekî zelal derket holê.

Di komxebata me ya bi dirûşma “Zarok Siberoja Civaka Azad in” hat lidarxistin a ku du rojan domiya de gelek mijarên sereke yên ji bo xebatên ziman û perwerdehiyê bi taybetî jî perwerdehiya di pêşdibistanan de hatin gengeşekirin. Di binê serenavên wek “Rabirdûya xebatên ji bo zarokan û ezmûnên ku çêbûne”, “Rewşa pêşdibistanan a heyî”, “Mînak û Modelên navnetneweyî”, “Perwerdehiya pirzaravayî û pirzimanî û rola malbatan”, “Mufredata xwereng, afirandin û bikaranîna alav û amûrên perwerdehiyê”, “Mamosteyên pergala xwezaparêz, demokratîk û azadîparêziya jinê” de danûstendinên sûdewer çêbûn. Ji gelek sazî û dezgehên sîvîl ên cuda, partiyên siyasî, pêşdibistanên pirzimanî yên ku di binê banê şaredariyan de xebatên xwe didomînin, derdora 80 mamoste, akademîsyen, siyasetmedar, hiqûqnas, derûnnas, civaknas, xwezaparêz, aktîvîst, lêkolîner, nivîskar û hwd beşdarî komxebatê bûn û bi giştî 8 danişîn hatin çêkirin.

Her çiqas di bingeha tevahiya arîşeyan de polîtîkayên giştî yên dewletê hebin jî, hat dîtin ku gelek pirsgirêk û bendên cihêreng jî hene û li dijî vana gelek rê û rêbazên çareseriyê jî hatine bidestxistin. Di encama gengeşe, guftûgo, nîqaş û nirxandinên ku hatin kirin de bi awayekî giştî van nêrînên li jêrê derketin pêş:

* Rêveberiyên xwecihî divê bi sazî û dezgehên têkildar re koordînasyoneke giştî ava bikin, ji bo ku li tevahiya bajarên Kurdistanê û bajarên ku Kurd lê dijîn xebatên hevpar ên perwerdehiyê bên kirin, xebat û komxebat bên çêkirin, çarçove û nexşerê bên diyarkirin.

* Divê mînak û modelên perwerdehiyê yên cîhanê baş bên naskirin, perwerdehiya gelêrî ya kurdan baş bê nirxandin û model û mufredata ku bi ezmûnên heta niha hatiye amadekirin li gor pergala civaka demokratîk bê nûjenkirin.

* Divê di serî de mamoste, tevahiya xebatkarên ku li pêşdibistanan dixebitin li gor hişmendî, pergal, mufredat, nêzikatî, rêbaz û teknîkên ku dê di pêvajoya perwerdehiyê de bên bikaranîn de bên perwerdekirin, perwerdehiyên navxweyî yên domdar bên çêkirin.

* Ji bo ku li tevahiya pêşdibistanên pirzaravayî û pirzimanî bên bikaranîn, divê materyal, alav û amûr bên çêkirin. Ji bo vê yekê divê komîsyonên afirandina materyalan bên avakirin û kargeh bên lidarxistin.

* Şaredariya Peyasê divê li taxên kêmderfet ên wek Hûzûrevlerî, Qûça, 500 Malan û Peyasê malên lîstikê û pêşdibistanan veke.

* Divê di wergirtina zarokên ji bo zarokistanan de cudakariya erênî ji bo zarokên ku bi Kurdî dizanin bê kirin.

* Ji bo ku perwerdehî bi awayekî serkeftî pêk bê, divê wek yek ji aliyên herî girîng ên vê pêvajoyê, malbat bi awayekî çalak beşdar bibin.

* Ji bo pêkanîna neteweya demokratîk û siberojeke azad, pergala perwerdehiyê divê bi awayekî demokratîk, xwezaparêz û azadîparêziya jinan rehên xwe berde nava pergala perwerdehiyê ya gelêrî ya ku bingeha xwe ji jîngehê digire.

Bi hêviya ku di înşakirina civaka demokratîk de dê ev komxebat bibe yek ji gavên despêkê yên herî girîng ên ji bo zarokan û perwredehiyê, wek Komîteya Amadekar a Encamnameyê, li ser navê Komîteya Amadekar a Komxebata Ji Bo Zarokistanan a ku bi dirûşma “Zarok Siberoja Civaka Azad in” hat lidarxistin û mazûvana vê xebatê, Şaredariya Peyasê, em careke din rêz û spasiyên xwe pêşkêşî tevahiya mamoste, akademîsyen, siyasetmedar, hiqûqnas, derûnnas, civaknas, xwezaparêz, aktîvîst, lêkolîner, nivîskar û hwd ên ku beşdarî vê komxebatê bûne.”

Etîket: encamnamezarok
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şaredariya Tûşbayê ji bo zarokan şahiya bafirokan li dar xist

Şaredariya Tûşbayê ji bo zarokan şahiya bafirokan li dar xist

9 GULAN 2026
MED-DERê bernameya zarokan li dar xist

MED-DERê bernameya zarokan li dar xist

9 GULAN 2026
Mihrîcana Şanoyê di roja 8emîn de bi coş berdewam kir

Mihrîcana Şanoyê di roja 8emîn de bi coş berdewam kir

29 NÎSAN 2026
Kûçikên leşkeran êriş zarokan kir: Zarokek jiyana xwe ji dest da

Kûçikên leşkeran êriş zarokan kir: Zarokek jiyana xwe ji dest da

29 NÎSAN 2026
Bi dronên xwekuj êrişî kampeke li Koye hate kirin

Di êrişa ser malekê de du zarok birîndar bûn

24 NÎSAN 2026
Bi dronên xwekuj êrişî kampeke li Koye hate kirin

Li Pîrmamê zarokan dayik û bavê xwe kuştin

20 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    Di bin gefa ‘algorîtmayê’ de zimanê Kurdî: Divê em pêşî li vîrûsa dîjîtal bigirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çêkera naverokên medya dîjîtal: Hînbûna min a Kurdî bersivek bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Vezîr Parlak: Li Colemêrgê ‘Konsepta Dêrsimê’ tê meşandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sûlava Emrûdê piştî salan careke din bi heybet diherike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Waliyên Hewlêr û Dihokê serdana Şaredariya Amedê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Payîzava serayek vekir: Armanc xurtkirina aboriya jinan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 12ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (307)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne