• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
11 ÎLON 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Kurtulmuş: Armanca komîsyonê avakirina xwişk-biratî û demokrasiyê ye

    Kurtulmuş: Armanca komîsyonê avakirina xwişk-biratî û demokrasiyê ye

    DMMOyê: Êdî bes e

    DMMOyê: Êdî bes e

    ‘Bê sûc ceza dikin’

    Ayşe Gokkan dîsa nehat berdan

    5 rojnameger hatin darizandin

    5 rojnameger hatin darizandin

    Abdullah Ocalan: 12ê Îlonê çalakiya Gladîoya NATOyê bû

    Abdullah Ocalan: 12ê Îlonê çalakiya Gladîoya NATOyê bû

    Zimanzan Varli: Divê Kurdî li her qadê bê ferzkirin

    Zimanzan Varli: Divê Kurdî li her qadê bê ferzkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Kurtulmuş: Armanca komîsyonê avakirina xwişk-biratî û demokrasiyê ye

    Kurtulmuş: Armanca komîsyonê avakirina xwişk-biratî û demokrasiyê ye

    DMMOyê: Êdî bes e

    DMMOyê: Êdî bes e

    ‘Bê sûc ceza dikin’

    Ayşe Gokkan dîsa nehat berdan

    5 rojnameger hatin darizandin

    5 rojnameger hatin darizandin

    Abdullah Ocalan: 12ê Îlonê çalakiya Gladîoya NATOyê bû

    Abdullah Ocalan: 12ê Îlonê çalakiya Gladîoya NATOyê bû

    Zimanzan Varli: Divê Kurdî li her qadê bê ferzkirin

    Zimanzan Varli: Divê Kurdî li her qadê bê ferzkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ramazan Olçen: Daxuyaniya bi dîmen komplo pûç kir

Mehmet Alî Ertaş / AW

10 TÎRMEH 2025 - 13:02
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Rojnameger Ramazan Olçen anî ziman ku daxuyaniya bi dîmen moral, kelecan û motîvasyonek pir mezin ava kir û vê daxuyaniya bi dîmen komplo pûç kir.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 26 salan di 9ê Tîrmehê de daxuyaniyek bi dîmen parve kir. Vê daxuyaniyê di nava gelê Kurd de kelecanek zêde ava kir. Dîsa di çapemeniya Tirkiye û cîhanê de bû rojeva sereke. Li bakurê Kurdistanê di civên li tax û navçeyan tên lidarxistin jî vîdeoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigel re hat parvekirin. Banga bi dîmen li hemû aliyên cîhanê bi baldarî hat temaşekirin û guhdarkirin.

Çavkaniya hêz û moralê ye

Rojnameger Ramazan Olçen li ser banga bi dîmen û peyam a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin kir. Rojnameger Ramazan Olçen ewil bal kişand ser daxuyaniya bi dîmen a piştî 26 salan û got: “Aliyê dîmenê yê hestewar heye. Gel Rêber Apo wekî rêberê xwe dibîne û pêre dilsoz e. Di aliyê moral û motîvasyonê de pêşketineke muhîm bû. Ev têkoşîn ji bo dîtina wî bû. Gel xwe bi wî tarîf dike û azadiya xwe di azadiya wî de dibine. Rêber Abdullah Ocalan jî di pêvajoya Îmraliyê di paraznameyên xwe de diyar kir ku ew ji şexs zêdetir xwe wekî berpirsiyarê milyonan kesan esas digire. Xwe wekî sazumanî digire dest. Di vê sazumaniyê de Kurd hene û hemû pêkhateyên civakê hene. Dîmenê Rêber Abdullah Ocalan ê herî dawî yê 1999an ku bi Mahmut Baksî re kişandibû ye. Di ser re 26.5 sal derbas bûn. Dîsa Rêber Abdullah Ocalan çavkaniya hêz, moral, etîk û estekîkê ye. Di van 26 salan de ev aliyê hêz, moral, etîk û estetîkê parastiye.”

‘Dîmen encama têkoşînê ye’

Rojnameger Ramazan Olçen anî ziman ku gel xwe di Rêber Abdullah Ocalan de dibîne û wiha axivî: “Em di vî dîmenî de encama têkoşîna ew qas sal hatiye dayîn dibînin. Em dibînin ku ev têkoşîn û ked vala neçûye. Duh saet di 09an de ev dîmen hat parvekirin. Heta niha gel tenê li dîmenê wî temaşe kirin û dengê wî guhdar kirin. Zêde li naverokê guhdar nekirin. Ji ber ku gel dîtina wî û dengê wî meraq dikir. Ji niha û şûnde vê carê dê li naveroka peyamê guhdar bikin û li ser van bangê dê raweste. Di vê bangê de her kes heye. Dê her kes li ser vê bangê hûr bibe. Vê bangê kelecanek mezin, moral û motivasyonek mezin derxist holê.”

‘Dîmenê komplo pûç kir’

Ramazan Olçen anî ziman ku ev dîmenê hat parvekirin hemû hewldanên hêzên komploger pûç kir û wiha lê zêde kir: “Hêzên navdewleti yên koploger xwestin dengê Rêber Abdullah Ocalan qut bikin. Xwestin di nava salan de bi awayekî fizîkî tune bikin. Lê Rêber Abdullah Ocalan ev çala mirinê kir mekanê jiyana nû. Ev bang bi dîmen bû. Darbeya herî mezin a li dijî hêzên komploger. Vê nişan da ku kompo pûç bû. Vî dîmenî komplo rûxand. Perdeya li pêşiya heqîqetê çirand. Êdî heqîqet xuya dike. Hêzên xwestin ku rastiya Kurd ji holê rakin, dê piştî vê dîmenê dê rastiyê bibînin. Vê dîmenê nîşan da ku dilsoziya li hemberî Rêber Abdullah Ocalan li tu deverên cîhanê tune ye. Lê tenê dîmen û dengek têr nake. Gel doza azadiya fizîkî ya Rêber Apo dike.”

‘Dem û dewran guherî ye’

Rojnameger Ramazan Olçen li ser naveroka banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî rawestiya û got: “Rêber Abdullah Ocalan di vê bangê de nexşerêyekê datîne holê. Aliyekî vê bangê aliyê çekberdanê ango rêbaza xwegîhandina armancê ye. Rêber Abdullah Ocalan li vir îzahat dike ku çima PKK fesix bû û çima dawî li çeke tînin. Li vir nîşan dide ku dem û dewran guherî ye. Civaka Kurd guherî ye. şert û mercên cîhanê guherî ye. Guherîn û veguherîn heye. Rêber Abdullah Ocalan diyar dike ku polîtîka valahiyê qebûl nake. Li şûna valahiya PKKê divê tevgerek nû bê avakirin û xwe û civakê bi rêxistin bike. Ev çiye ev siyaseta demokratîk û civaka demokratîk e. Li vir armanc aştî û avakirina civaka demokratîk e. Rêber Abdullah Ocalan vê yekê di aliyê komunalîteyê de tîne ziman.

‘Entegrasyona posîtîf ne asimilasyon e’

Rojnameger Ramazan Olçen li ser gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Bicihanîna berpirsiyariyê ji aliyê herkesî ve û pêkanîna armanca Aştî û Civaka Demokratîk, tenê bixwegihandina perspektîfa entegrasyonalîsta pozîtîf pêkane’ jî rawestiya û wiha got: “Rêber Abdullah Ocalan balê dikişîne ser entegrasyona posîtîf. Entegrasyon ne asîmîlayon e. Entegrasyona negatif heye û entegrasyona posîtîf heye. Divê ev paş ji hev bê cudakirin. Entegrasyona negatif nêzî bişaftin u hilandinê ye. Lê ya entegrasyona posîtîf ew e ku bi reng û nasnameya xwe û reseniya xwe tev li yekbûna mezintir dibe ye.”

‘Kar dikeve ser siyaseta demokartîk’

Ramazan Olçen da zanîn ku vê têkoşîna felsefeya ‘yek yek’ têk bir û wiha pêde çû: “Rêber Abdullah Ocalan dibêje em ê bi entegrasyona posîtîf di nava vê yekbûnê de bi reng û nasnameya xwe cih bigirin. Li vir karê zêde dikeve ser siyaseta demokratîk. Siyaseta demokratîk divê gund bi gund, navçe bi navçe û bajar bi bajar xwe bi rêxistin bike. Rêber Abdullah Ocalan qala komunan dike. Divê komûnên kumanan ava bikin. Divê civak di her qadê jiyanê de xwe ava bike û bi rêxistin bike. Ev bang dawetnameya siyaseta demokratîk û xwe birêxistinkirinê ye.”

‘Divê li meclisê komîsyon bê avakirin’

Ramazan Olçen li ser aliyê hiqûqê jî rawestiya û got: “Divê aliyê hiqûqî jî bê zelalkirin. Rewşa kurdan a hiqûqî dê çi be. Divê bê zelalkirin. Rêber Abdullah Ocalan dibêje divê di meclisê de komîsyon û jêrkomîsyon bên avakirin û rewşa hiqûqî û siyasî zelal bike.

Ramazan Olçen li ser koma gerîllayên ku çekên xwe bişewitînin jî rawestiya û destnîşan kir ku di salên 1999an û 2009ah de komên gerîlla hatin û piştî hatin Tirkiyeyê avêtin zindanê. Ramazan Olçen xwest ev alî jî bê dîtin û li gorî wê gavên hiqûqî bêne avêtin û binesaziya vê yekê bê avakirin’

‘Mafê hêviyê nebe nabe’ 

Ramazan Olçen li ser mafê heviyê jî rawestiya û wiha pêde çû: “DMMEê di sala 2014an de xwest Tirkiye mafê hêviyê nas bike. Lê dewleta Tirk aşkere dibêje ‘Em mafê hêviyê nas nakin. Bi vî awayî mesele çareser nabe. Divê zagon bên derxistin. Divê meclis nekeve betlanê û bi qanûn û zagonan binesaziya vê yekê ava bikin. Gelê kurd ji rêxistin û serokê xwe bawer e. Li her derê Kurdistanê bi dehan caran ev dîmen li qadan hat temaşekirin. Divê ev rastî bê dîtin. Êdî kes nikare pêşiyê li têkoşîna kurdan bigirin.

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Kurtulmuş: Armanca komîsyonê avakirina xwişk-biratî û demokrasiyê ye

Kurtulmuş: Armanca komîsyonê avakirina xwişk-biratî û demokrasiyê ye

11 ÎLON 2025
Gulîstan Kiliç Koçyigit: Divê komîsyon bi lêz biçe Îmraliyê

Gulîstan Kiliç Koçyigit: Divê komîsyon bi lêz biçe Îmraliyê

11 ÎLON 2025
DMMOyê: Êdî bes e

DMMOyê: Êdî bes e

11 ÎLON 2025
‘Bê sûc ceza dikin’

Ayşe Gokkan dîsa nehat berdan

11 ÎLON 2025
5 rojnameger hatin darizandin

5 rojnameger hatin darizandin

11 ÎLON 2025
Kurd dê di Festivalê de sînoran ji holê rakin

Kurd dê di Festivalê de sînoran ji holê rakin

11 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÎLON 2025 (189)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne