Amed – Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan têkildarî êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got ku “Ji bo Tirkiyeyê rêya bi xêr qebûlkirin, naskirin, têkilî danîna Rojava ye” û destnîşan kir ku divê tifaqa kurdan li her derê xurt bibe ku vê sedsalê jî winda nekin.
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan têkildarî êrişên dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji ajansa me re axivî.
Ayşegul Dogan bal kişand ser nîqaşên têkildarî pirsgirêka Kurd ên li Tirkiyeyê tên kirin û wiha got: “Em weke DEM Partî dibêjin ku van nîqaşan nikarin weke pêvajoyekê bi lêv bikin. Ji ber ku heke tiştek bibe pêvajoya çareseriyê divê xwedî naverokek, nexşerêyek be. Divê em bizanibin ku armanc çi ye.”
‘Pirsgirêka kurd pirsgirêkeke herêmî ye’
Ayşegul Dogan, da zanîn ku tiştên nêzî 10 sal in li Rojhilata Navîn diqewimin bandorê li Tirkiyeyê jî dike û wiha domand: “Ev bûyerên dawî yên li Rojhilata Navîn diqewimin bi taybetî jî li Sûriyeyê û Rojava divê bi vî rengî bên nirxandin. Dema em bixwazin pirsgirêka Kurd bigirin dest divê em karaktera vê pirsgirêkê ya herêmî jî bibînin. Pirsgirêka kurd ne tenê pirsgirêkeke navxweyî ya Tirkiyeyê ye. Pirsgirêkeke herêmî ye. Gihiştiye wê astê ku bûye pirsgirêkeke navdewletî. Tirkiye aktoreke gelekî mezin e. Weke dewlet li Rojhilata Navîn jî bandoreke wê heye, bandoreke wê ya navnetewî jî heye. Em weke DEM Partiyê dibêjin vê bandorê ji bo tiştekî wisa bikarbînin ku bibin pêşenga çareseriya pirsgirêkên ku di zû de ye li Rojhilata Navîn nehatiye çareserkirin. Ger mexsedeke wan a wisa hebe hem ji aliyê karên derve yên Tirkiyeyê dê serbikevin hem jî dê bikevin dîrokê ku destpêkeke nû li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bidin destpêkirin.
Hem ji bo desthilatdaran hem jî ji bo muxalefetê dibêjim, niha hûn bibêjin ez ê destê xwe dirêjî Kurdên Bakur bikim Kurdên Bakur heval û hogirên me ne, xwişk û birayên me ne, pirsgirêka wan pirsgirêka me ye li aliyê din jî hûn hêj çareseriyê di bombebarankirinê de bibînin, an jî di koçberkirina kurdan de bibînin deskeftiyên kurdan weke gefê bibînin, bi vî rengî bi lêv bikin, hûn nikarin kurdan bi vî rengî hembêz bikin. Heke rastiya parçekirina gelê kurd neyê fêmkirin îro em nikarin ji nû ve tifaqa Kurdan û Tirkan danin.”
‘Divê kirin û gotin hevdû bigirin’
Ayşegul Dogan, bal kişand ser gotinên rayedarên dewleta tirk ên têkildarî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dibêjin kurdên niha di nav rêveberiya QSDê de cih digirin ne kurdên Sûriyeyê ne. Ev ne rast e kurdên Sûriyeyê ne. Mînak em bidin Îlham Ehmed, Mazlûm Ebdî, Salih Muslim ji wê derê ne. Em dikarin navan zêde jî bikin. Ev hincet in. Ku mirov hincetan negere. Esasî mirov bixwaze meseleyekê çareser bike û li Rojhilata Navîn bibe pêşengê aştiyekê, rêya mirinê, koçberiyê, xizaniyê bigire divê mirov rê û rebazeke bi vî rengî nîşanî raya giştî jî bike. Yanî kirin û gotin divê hevdû bigirin. Lewma bûyerên ku li Rojava diqewimin û nîqaşên li vir çêdibin em cuda nagirin dest. Ji ber ku girêdayî hevdû ne û em bixwazin jî nikarin ji hev veqetînin.
Bi vî rengî û vê nêzîkatiyê nabe
Kurdên ku li Amedê ne, çavên wan li Kobanê ye, li Efrîn, li Dêrazor e li Qamişloyê ye. Çavên wan li bûyerên li wir diqewimin e û li xwişk û birayên wan e. Divê em vê rastiyê wiha qebûl bikin. Nêzîkatiya xwe jî nûjen bikin. Li aliyekî Rojhilata Navîn diguhere, li aliyê din jî hûn ê bêjin em ê rê û rêbazên berê pêk bînin. Çi ne rê û rêbazên berê? Ne qebûlkirine, înkar e, nenavkirine. Destkeftî weke gef tên dîtin. Bi vî rengî bi vê nêzîkatiyê nabe. Qeweta herî mezin, hêza herî mezin a li wê derê Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê ne. Ew jî bang dikin dibêjin ‘em ji bo Tirkiyeyê ne gef in. Destkeftiyên me ne gef in, em ji ewlekariya sînorên Tirkiyeyê re ne gef in. Em dixwazin Sûriyeyeke demokratîk ava bibe. Ji bo guftugokirin, dan û standin, diyalog û danîna têkiliyan em amade ne. Berê me kiribû em careke din dikarin bikin.’ Destên xwe dirêj dikin. Divê çi bê kirin, divê ev dest bê girtin. Divê ev deng were bihîstin. Divê bersiveke erênî, çêker li wê derê jî olan bide. Pêwîstiya Rojhilata Navîn jî, ya Tirkiyeyê jî pêwîstiya ku gelên li Tirkiyeyê dijîn jî ev e. Herkes bi reng, deng, nasname û zimanê xwe dikare bi hevdû re bijî. Niha tişta li Sûriyeyê tê xwestin jî ev e. Em weke DEM Partiyê jî vê dibêjin; gel û bîr û baweriyên cuda li Sûriyeyê hene. Divê her gelek li wê derê bi bîr û baweriyên xwe bi fikr û ramanên xwe bi destkeftiyên xwe re bêyî şer û pevçûn bikarin bijîn. Ji bo afirandina vê jî Tirkiye dikare mîsyoneke gelekî çêker bileyîze. Bangawazî û daxwaza me jî ev e.”
‘Qebûlkirin, naskirin, têkilî danîn rêya herî ewle herî baş e’
Ayşegul Dogan, helwesta DEM Partiyê ya li dijî êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha vegotin: “Ji roja ewil ve xeta me xeta diyalogê ye. Helwesta me helwesta dan û stendinê ye. Helbesta me li hemberî şerî aştiyeke birûmet û mayînde ye. Helwesta me zelal e, duh çi bû dê îro jî sibê jî ew be. Helwesta me ya ji bo Sûriyeyê jî ev e. Kesên ku îro dewletê bi rê ve dibin divê biryaran li gorî pêdiviya civakê bidin. Îro hewcebûn çi ye, hewcebûn ne tundîtî ye, ne şer e, ne tejîkirina hefs û zindana ye. Bi qeyûman, girtinan, binçavkirinan,bombebarankirinan, bi nenaskirin û neqebûlkirinê hûn nikarin dîrokekê biguherînin. Hûn îro bêjin kurd nînin ku sed sal in tê gotin, vaye Kurd hene. Hebûna kurdan nikare ji aliyê tu kesî ve were tunekirin. Wateya înkarkirinê ne maye. Ev bareke. Qebûlkirin, naskirin, têkilî danîn rêya herî ewle herî baş e, ji bo Tirkiyeyê rêya bi xêr e.”
‘Divê kes li dijî êrişan bêdeng nemîne’
Ayşegul Dogan, destnîşan kir ku divê li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kes bêdeng nemîne û ev tişt gotin: “Di dema Kobanê de hemû kes çû alîkariya Kobanê. Çima di dema êrişên DAIŞê de her kes çû alîkariya Kobanê? Ji ber ku wê rojê parastina Kobanê parastina nirx û rûmeta mirovahiyê bû. Ji ber vê yekê hemû sazî û partiyên siyasî yên ku xwe li hember nirxên mirovahiyê berpirsyar dibînin divê xwedî li wan derkevin. Em careke din ji vir bang dikin; divê tu gelên bindest tenê neyên hiştin. Vêca gelekî ji bo tevahiya mirovahiyê pêşengtî kiriye, evqas cangorî dane divê vê tengasiyê de bêtemînat neyên hiştin. Divê bên qebûlkirin, deskeftiyên wan bên naskirin.”
‘Mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd li Îmraliyê ye’
Ayşegul Dogan, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: “Tecrîda ku hêj li ser rêzdar Ocalan didome û geşedanên li Rojhilata Navîn, li Sûriyeyê diqewimin, nîqaşên li Tirkiyeyê çêdibin hemû girêdayî hev in. Tecrîda ku didome heta niha nedihate qebûlkirin. Digotin tecrîd nîne. Me ji Wezîrê Karên Hundir pirs dikir, digot tecrîd nîne. An jî pirsên me bêbersiv dihatin hiştin. Pêşiya bangawaziya Bahçelî jî tecrîd mijara me ya sereke bû. Çima mijara me ya sereke bû? Ji ber ku em dizanin ku mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd li wê derê ye. Heta ew mifte wî deriyê çareseriyê neveke, em nikarin bigihin çareseriyek û aştiyeke mayînde. Bi salan e tê tecrubekirin. Bi hemû rê û rêbazan ceribandin. Bu çi? Negihaşt tu encamê. Xizanî, koçberî, kuştin, girtin, sirgunkirin zêde bûn lê firehî, aştî, demokrasî zêde nebûn. Her ku çû kêmtir bûn. Em nikarin bêjin ev jî ne girêdayî tecrîdê ne. Ev rastiyeke. Kesê vê rastiyê vedişêre rayagiştî ya Tirkiyeyê dixapîne û xisarê dide.
‘Em bawer dikin ku dê rêya Îmraliyê vebe’
Heta ku hûn deriyê Girava Îmraliyê bigirin. Heta ku hûn nehêlin rêzdar Ocalan bi tevahiya civakê re têkiliyekê deyne hûn nikarin pirsgirêka kurd çareser bikin. Niha pirsgirêka kurd li Rojava û Sûriyeyê jî ji bo Tirkiyeyê bûye pirsgirêkek. Dibêjin ‘YPG û YPJ ji bo sînorên me gefeke, ji bo ewlekariya sînorên xwe em îro li Sûriyeyê ne’ Yê herî baş Sûriyeyê nas dike, pêşniyarên wî hene kî ye rêzdar Ocalan e. Divê êdî dev ji vê israra xwe berdin. Ev tecrîda didome jiyana me hemûyan dorpêç dike. Me hemûyan têxe nava tecrîdekê. Çima? Ji ber ku em zûtir dikarin bigihin çareseriyeke mayîn de. Rêya vê jî di rakirina tecrîdê re derbas dibe. Ev israr wê nikaribe berdewam bike. Wê helbet rêya Îmraliyê jî vebe. Kesên dizanin mifteya çareseriyê Îmrali ye, têkoşîneke mezin bedelên mezin dan ji bo ku bigihin vê astê. Hêj jî didin wê hêj jî bidin. Ji ber vê yekê jî wê dawiya dawî vîna gelan serbikeve. Em bawer dikin ku dê rêya Îmraliyê vebe. Hêvî û daxwaza me jî ev e.”
‘Divê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd rê û rêbazên diyalogê yên nû bên tercîhkirin’
Ayşegul Dogan di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em dixwazin tifaqa kurdan û tirkan tifaqa gelan xurttir bibe. Îro wext e. Em bi biryar in em amade ne. Em ê bibînin ka dê çi bikin. Hêviya me ew e ku bi çareseriyê derbasî dîrokî bibin. Ne weke desthilat û hikumetên borî. Vekirina rûpeleke nû bi xêzên sor çênabe. Tirkiye heta niha bi van tiştan hate îdarekirin. Îro derfeteke dîtir heye. Em weke DEM Partiyê amade ne. Rêzdar Ocalan peyamek şand got ez amade me. Gelek sazî û dezgehan daxuyanî dan gotin ‘pêwîste di çareserkirina pirsgirêka Kurd de rê û rêbazên diyalogê yên nû bên tercîhkirin.’ Daxwaza me ew e ku dîrokeke nû binivîsin.”
‘Pirsgirêka Kurd û pirsgirêka demokrasiyê ya Tirkiyeyê ketine nava hev’
Ayşegul Dogan axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Pirsgirêka kurd ji desthilatan bigire heta mûxalefeta civakî û siyasî, yên ku li parlamentoyê temsiliyeta wan heyî an neyî, pirsgirêka hemûyan e. Ji ber ku îro pirsgirêka kurd û pirsgirêka demokrasiya Tirkiyeyê ya navxweyî ketine nava hev. Mirov nikare van ji hevdû veqetîne. Mirov nikare bêje em ewilî pirsgirêka demokrasiyê çareser bikin, wê pişt re dor were pirsgirêka Kurd. An jî berovajiyê wê. Ev nêzîkatî ne rast e.
Tecrîd çiqas berdewam bike ewqas xisarê dide Tirkiyeyê
Tecrîd çiqas berdewam bike ewqas xisarê dide Tirkiyeyê. Lewma ne tenê pirsgirêka DEM Partiyê ye, ne tenê rojeva DEM Partiyê ye. Divê hemû hêzên demokratîk xwe berpirsyar bigirin ji bo rakirina tecrîdê xwedî gotin û kirin bin. Ji bo kurdan îro tişta herî farz herî pêwîst tifaqa kurdan e. Divê em tifaqa nava kurdan de xurt bikin. Em di demekî dirokî de derbas dibin. Divê sibê em nebêjin xweziya me xurttir bikira, xweziya me ev jî bikira ku me encameke dîtir bistanda. Divê hemû kes bi hişmendiyeke çawa tevbigere, kurdewar, destkeftiyên kurdan biparêzin, divê mirov welatparêziya xwe ji bîr neke. Ji bo wê jî ne hewce ye mirov bibe parlamenter, hevşaredar, nûner an jî endamê partiyekê, saziyekê, bangawaziya me ji wan hemûyan re ye lê kesên ku ji derveyî van qadan jî wekî kurdekî berpirsyar in. Divê tifaqa kurdan li her derê xurt bibe, mezintir bibe da ku vê sedsalê jî Kurd winda nekin.”