Amed – Şahidê berxwedana 14ê Tirmehê Ahmet Candan têkildarî rewşa Zindana Amedê û berxwedana 14ê Tirmehê diyar kir ku wan di bin îşkenceya herî giran de azadiya mirovahiyê parast û got: “Rêbertiyê rêya aştiyê nîşanî me daye. Eger rê hebe, divê rêwîtî jî hebe.”
Di dîroka Kurdan de gelek bûyerên dîrokî pêş ketin. Yek ji wan jî berxwedana 14ê Tirmehê ye. Li Zindana Amedê girtiyên siyasî di bin zext û îşkenceyan de mafê mirovahiyê parastin. Li dijî tunekirin û îmhayê serhildana Kurdan gihişt asta herî bilind. Yek jî şahidên wan rojan Ahmet Candan e. Ahmet Candan li Zindana Amedê di koxuşa 33emîn de hat ragirtin. Ahmet Candan bû şahidê çalakiya “Çaran” û “Berxwedana 14ê Tîrmehê”. Ahmet Candan têkildarî berxwedana 14ê Tirmehê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘3 caran hatim girtin’
Ahmet Candan diyar kir ku ew 3 cara hatiye girtin û wiha axivî: “Ez tevahî 18 salan girtî mam. Cara yekemîn dema ku ez diçûm lîseyê hatim girtin û salekê mam. Cara duyemîn di 12 Îlonê de hatim girtin û 6 salan mam. Herî dawiyê jî di sala 93an de ez hatim girtin û 11 salan di girtîgehê de mam. Dema 14ê Tirmehê ez girtî bûm. Ewil ez li cihekî din girtî bûm. Piştî çend mehan min birin girtîgeha Amedê kogusa hejmara 5emîn. Demek şûnde rêveberiya girtîgehê jî hat guhertin. Kesên ku wekî “Kibrisî” dihat naskirin hatin. Ew wekî dijminatî perwerde dîtine. Kurd jî dijmin didîtin. Serleşkerê Kolorduya yekemîn Kemal Yamak bû. Amîrê hindurê girtîgehê Esat Oktay bû. Ewil li girtîgehê kesen cepgir zêdetir bûn. Piştî 12 Îlonê dewlet li ser tevgera Kurdan gelek sekinî. Tevgera Kurdan talûke didîtin. Beriya serhildanê dewletê di demeke kurt de qanûna bingehîn guhert. Her tiştê kurdan înkar kir. Gelê Kurd jî ev qebul nekir. Ket nava tevgerê. Ev jî serhildana 29emîn bû. Dewletê xwest Kurdan ji holê rake. Lê ev pêk nehat.”
‘Li zindanê jiyan tune bû’
Ahmet Candan destnîşan kir ku dewletê digot ‘Serokên kurdan di destê me de ne. Em ê serhildanê ji olê rakin’ û van çavdêriyên xwe parve kir: “Dewletê xwest kurdan tune bike. Piştî vê gelek îşkence pêk hat. Hevalên me yê pêşeng, Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Mazlum Dogan û gelek hevalên din xwe berpirsiyar dîtin. Û gotin ‘Serhildan bê bedel nabe.’ Di serî de Mazlum Dogan çalakî pêk anî. Piştre li koguşa 33yan a ku ez jî lê girtî bûm, Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmut Zengîn li dijî îşkenceyê agir berdan bedena xwe. Paşê jî hevalan Berxwedana 14ê Tîrmehê dan destpêkirin. Biryar li Dadgeha Rihayê aşkere kirin. Vê demê di girtîgehê de jiyan tunebû. Rojekê xwarin zêde hat. Me femkîr ku tiştekî heye. Paşê hevalan got çalakî dest pê kiriye. Di vê berxwedana Zindana Amedê de hevalên Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çîcek û Akîf Yilmaz jiyana xwe dest dan. Lijneya girtîgehê jî fêmkir ku bi awayê îşkence nameşê û rewşa girtîgehê baş bû. Lê piştî demekê dîsa wekî berê îşkence dest pê kir. Dû re tevahî girtî dest bi çalakiyê kirin û rayedarên girtîgehê paş ve gav avêtin.”
‘Bi bedelên giran jiyan baş bû’
Ahmet Candan da zanîn ku piştî çalakiya çaran hevalekî ji wî re gotiye piştî çalakiyê rewşa wan gelek baş bûye û wiha bi lev kir: “Heval derxistbûn derve. Xwestibûn bibin sîxur û navan bidin wan. Lê hevalan li ber xwe da. Bi berdelên jiyana Zindtanê baş bû. Hevalan berdêlên giran dan û rê li pêş sîxuriyê girtin. Serok wê demê gotibû ‘Wan erka xwe pêk anî. Divê em li gorî wan bixebitin.’”
‘Amûrên aştiyê mirov in’
Ahmet Candan bi bîrxist ku îro li girtîgehan heman rewş heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediya ye, nayên berdanb. Têkoşîna me ji bo mirovahiyê ye. Heta dawîye em ê li pişt wan bin. Rêya me rêya azadiyê ye. Em dixwazin her kes xwedî li mirovahiyê derkeve. Di girtîgehan de dewlet hewl dide ku me bêrûmet bike. Ji hevalên me re digotin bibin sixur. Bêrumetî ji mirinê jî girantir e. Bersiva me ew bî. Divê her dem armanca me azadî bibe. Aştiya herî xirab ji şer baş tir e. Ji ber ku amûrên aştiyê mirov in. Heta em karibin em ê şer ji holê rakin. Ew pêvajo ji bo tevahiya gelên Tirkiyê gelek giring e. Divê her kes tev li pêvajoyê bibe. Rêbertî rê nîşan da, rê heye divê rêwitî jî hebê.”