Konferansa Ronakbirî ya Şengalê, di roja duyemîn bi nîqaşên li ser Jîneolojiyê destpê kir. Di nîqaşan de hate gotin ku çanda civaka Êzidî koka jiyana derdora jinê ava bûye jî heta roja îro hatiye parastin.”
Konferansa Ronakbirî ya Şengalê di roja duyemîn de bi nîqaşên li ser jîneolojiyê berdewam dike. Di vê çarçoveyê de gotara bi sernavê ‘Weke Cewher û Bermahiya Civakê, Heqîqeta Jinan Bi Jineolojî Ronîkirin’ hate pêşkeşkirin. Endama Komîteya Jîneolojiyê ya Şengalê Besê Avesta xwend. Di gotarê de hate destnîşankirin ku Mezopotamya yekemîn stargeha jiyanê ye ku li derdora jinê avabûye.
Besê Awesta di dewama gotarê de diyar kir ku Rojhilata Navîn çawa ku bûye cihê yekemîn ê stargeha çanda xwedawendan, di heman demê de bûyê cihê yekemîn ya înkar û qetilkirina jinan jî û tesbîta Rêber Abdulah Ocalan a ‘’xencera di pişta civakê de’’ hate bibîrxistin û rola jîneolojiyê di çareserkirina vê pirsgirêka esasî de wiha hate şîrovekirin: ‘’Heta ku xencera di piştê de neyê derxistin, meşekî rast jî nikare were pêkanîn. Nexwe heta pirsgirêka azadiya jinan rast neyê tehlîl kirin, azadiya civakê jî ne pêkan e. Jineolojî dixwaze vê xencera pişta civakê re çares
eriyê bibîne. Îdîaya herî mezin ya îlma-zanista jinan ew e. Weke ku Rêber Apo dibêje, xencera pişta civakê encax bi vî awayî tê derxistin û Ronesansa civaka Ezîdî ji azadiya jinan derbas dibe.’’
Piştî pêşkeşkirina gotarê Endama Akademiya Jîneolojiyê Zozan Sîma jî bi dîmen beşdarî nîqaşên vê rojevê bû. Berfirehiya peyama Zozan Sîma bi vî rengî ye;
“Jinên Êzidî û civaka Êzidî derbarê dîrok, qeder, fikir û ramanên xwe de li ser axa xwe niqaşan bimeşînin û biryarên xwe bi xwe bigirin, ev li hemberî fermanan bersivdayînek herî mezin e. Ji bo vê jî konferans ne tenê ji bo jinên Êzidî û civaka Êzidî, ji bo hemû jinên cîhanê û civakên Rojhilata Navîn girîng û pîroz e. Çanda civaka Êzidî çandeke gelek qedîm e ku di nav xwe de ne tenê koka Kurdan an jî koka civakên ku li ser esasê komunal dijîn, di heman demê de koka jiyana derdora jinê ava bûye jî heta roja me ya îro parastiye.
Civak divê ji koka xwe ne qut be
Rêber Apo vê pêvajoya ku tê meşandin weke ronensansa civaka Êzidî jî pênase kir. Ronesans di esasê de li ser koka xwe, bi serdema nû re avakirina tiştên nû îfade dike. Rêber Apo di nêrîna xwe ya li ser civakan, li ser civakên sosyalîst û demokrat de dibêje divê em kevneşopiyan baş nas bikin û li ser van kevneşopiyan civaka nûjen ava bikin. Dema em dibêjin civaka nûjen, civaka demokratîk yê vê serdemê, ne pêwîst e civak ji koka xwe qut bibe. Civak bikaribe tiştên ku ji hêla desthilatdaran ve di nav çanda wê de hatiye bicihkirin, ji nav çanda xwe derxîne. Bi vî awayî rêxistinbûna xwe ya nû li ser azadiya jin bikaribe ava bike.’’