Şirnex – Hevserokê Desteya Perwerdehiyê yê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê yê berê Bekîr Cerade bi bîr xist ku beriya Şoreşa Rojava mafê perwerdehiya zimanê Kurdî qedexe bû û got ku şoreşa 19ê Tirmehê bû azadiya zimanê Kurdî û hemû zimanên cûda yên Suriyeyê.
Li rojavayê Kurdistanê û Suriyeyê di sala 2011an de şerê navxweyî destpêkir. Piştî şerê navxweyî gelek hezên paramîlîter li herême derketin holê û dest bi qirkirina gelan kirin. Hêzên hegemon ku berjewendiyên wan li herême hebûn piştgirî dan wan hezan. DAIŞê bi piştgiriya wan hêzan li Suriye û Iraqê gelek cih dagir kirin. DAIŞa ku arteşa 2 dewletan nekarî pêşiyê lê bigire Yekineyên Parastina Jinan (YPJ) û Yekineyên Parastiya Gel (YPG) li Kobanê pêşî lê girt û ji bo hemû gelên cihanê bûn rûmeta mirovahiyê.
Piştî têkbirina DAÎŞê li bajarên rojavayê Kurdistanê di 19ê Tîrmeha 2012an de di serî de gelê Kurd û gelên li herême dijîn bi navê “Şoreşa Rojava” pêngavek dan destpêkirin. Bi şoreşa Rojava re gelek guhertin jî li herême pêşketin. Binesaziyên herêmê û bajarên ku di êrişan de hilweşiya bûn ji nû ve hatin avakirin. Ji bo avakirina jiyaneke nû û civakeke bi hev re giredayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê nexweşxane, dibistan, zanîngeh, Meclisên Gel, komînên aboriyê avakirin û li herêmê gelek guherîn pêşketin. Yek jî ji wan pergala perwerdehiya li ser esasên Neteweya Demokratîk bû. Di destpêkê de Saziya Zimanê Kurdî (SZK) di Dibistana Şehîd Osman (Osmanê Dadelî) de ji bo amadekirina mamosteyan perwerde da destpêkirin û li wir mamoste hatin amadekirin. Piştî Avabûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî di sala 2014an de Desteya Perwerdeyê bi awayekî fermî avabû.
Hevserokê Desteya Perwerde û Hîndekariyê yê Herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê yê berê Bekir Cerade li ser şoreşa 19ê Tirmehê û bandora wê ya li ser ziman ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Şoreşa 19ê Tirmehê ew rastiyên dîrokê zindî kir’
Bekîr Cerade anî ziman ku Şoreşa Rojava, şoreşa ziman û jinan bûye û wiha got: “Beriya Şoreşê li Suriyeyê mafê gelan dihat binpêkirin. Bawerî û netewên cûda nedihatin qebûl kirin. Netew dewleta Suriyeyê li ser bingeha yek ziman, yek netew, yek bawerî û yek al hatibû ava kirin û hemû netewên cûda tune hatibûn hesibandin. Ew yek jî hertim bi xwe re alozî anîn. Ji ber ku tu gel bê ziman û nasname nikare bijî. Ziman mafê bingehîn a mirovan e. Mafekî xwezayî ye. Di peymana navneteweyî de jî ew maf hatiyê destnîşan kirin. Di nava Suriyeyê de taybet gelê Kurd û gelên cûda ji vê peymanê û mafî bêpar hatibûn hiştin. Tîpeke Kurdî dibû sedema girtin û kuştinê. Lê bi Şoreşa 19ê Tirmehê re zindîkirina rastiya dîrokê pêkhat. Gelek û ol û bawerî di nava Suriyeyê de hene lê weke tune dihatin hesibandin. Şoreşa 19ê Tirmehê ew rastiyên dîrokê zindî kir.”
‘Em bi zimanê dayika xwe azad bûn’
Di berdewama axaftina xwe de Bekîr Cerade bi lêv kir ku piştî şoreşê xebatên perwerdehî û fêrkirina ziman jî destpêkir û wiha domand: “Piştî şoreşê rûpelekê nû hat vêkirin. Tiştên ku ji me hatibûn qedexekirin û em jê mahrûm bûn edî me karî li ser bixebitin û bijîn. Em bi zimanê dayika xwe azad bûn. Zarokên Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryan û hemû netewan azad bûn ku bi zimanê xwe perwerde bibin. Ew yek jî di nava gelan de dibe sedema aramiyê û hezkirinê. Siyasetên çewt û hevdû qebûl nekirin bûn sedema zehmetî û aloziyên mezin. Lê bi pergala Neteweya Demokratîk ku wekheviya gelan esas digire aloziyên di navbera gelan de jî çareser dike.”
Di Rojhilata Navîn de modelek: Perwerdehiya pir zimanî
Bekîr Cerade diyar kir ku piştî avabûna Rêveberiya Xweser wan Desteya Perwerdehiyê damezrandiye û li ser esasên Neteweya Demokratîk perwerdehiyê saz dikin. Bekîr Cerade destnîşan kir ku pergala perwerdehiya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê pir zimanî ye û ev tişt gotin: “Dibistan, sazî û dezgeh hatin ava kirin û ji aliyê perwerdehiyê ve gavên mezin hatin avetin. Gelek dibistan û peymangeh hatin vekirin. Roj bi roj gav tên avetin û her ku diçe mezin dide. Berhemên wê jî em digirin. Bi sedan şagirtên li ser esasê Neteweya Demokratîk perwerde dîtine mezun dibin û xizmeta gelê herême dikin. Hemû jî bi zimanê xwe perwerde dibin. Ew di Rojhilata Navîn de modeleke yekemîn bû.”
‘Ferq û cûdahiya pergala Neteweya Demokratîk û netew dewlet’
Bekîr Cerade bal kişand ser ferq û cûdahiya perwerdehiya pergala Netewa Demokratîk û Netew Dewlet û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Perwerdehiya netew dewlet hişmendiyeke tunehesibandina gel û baweriyên cûda dijminatiye ava dikin. Lê pergala perwerdehiya Neteweya Demokratîk hişmendiyeke berovajiyê vê ava dike. Li ser erdnîgarî û dîrok û siyasetê, dîrokeke rast, erdnîgariyeke rast fêr dike. Pergala neteweya dewletê dîrok berovajî kiribû. Lê di pergala Netewa Demokratîk de netew û baweriyên heyî qebûl kirin perwerde tê saz kirin. Însaneke/î ku li gor pîvanên mirovî bikarê bijî tên amadekirin di perwerdehiyê de. Lê di pergala netew dewletan de berovajî civak û mirovahiyê li gor pergala dewletê bijî amade dikin.”