Amed – Bavê Veysel Ozdemîrê ku di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe dest da, diyar kir ku piştî Veysel hate kuştin, êdî jiyan li wî tarî bû û got: “Eger sûcdar bêne darizandin dê êşa me hinekî kêm bibe.”
Di hilbijartina 7ê Hezîran 2015an de AKP bi tenê serê xwe nakerî hiqûmetê avabikê. Piştî hilbijartinê Tayyip Erdogan pêvajoya aştiyê xirakir û êrîş zêde bûn. Di van êrîşan de gelek komkujî çêbûn. Komjuya yekemîn ya Pirsûsê bû. Ji bo piştgiriya Kobanê bi banga Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) bi diruşma ‘Me bi hev re Kobanê parast, em ê bi hev re ava bikin’ di 20ê Tîrmeha 2015an de 300 ciwan, pêdiviyên mirovî bibin Kobanê, navçeya Pirsûsa Rihayê li Navenda Çanda Amarayê kom bûn. Li vir DAIŞê êrişêkî xwekujê çêkir û 33 ciwan hatin kuştin. Yek jî wan kesan Veysel Ozdemîr bû. Veysel Ozdemîr di 21 saliya xwe de ji navçeya Rezana Amedê bi hevalên xwe re ber bi Pirsûsê ve bi rê ket. Veysel Ozdemîr li gel xwe du poşeten amûr û pêdiviyên mirovî amade kiribû ku ji bo bidê bi zarokên Kobane. Xeyal û hêviyên Veysel Ozdemîr li Navenda Çanda Amarayê nîvco ma. Malbata Ozdemîr cenazeyê Veysel Ozdemîr li goristana Yenîkoya Amedê sipart axê. Polisan du caran êrişî goristana Veysel Ozdemîr kir û kêlikên gorê şikand.
Îsal salvegera 10emîn komkujiya Pirsûsê ye. Bavê Veysel Ozdemîr Adem Ozdemîr têkildarî Veysel Ozdemîr û nerînên xwe yê li ser komkujiya Pirsûsê ji ajansa me re vegot.
‘Hemû kesan ji Veysel hez dikir’
Adem Ozdemîr diyar kir ku Veysel zarokekî gelek baş bû û wiha axivî: “Veysel her tiştê bi mere parve dikir. Gelek ji malbata xwe hez dikir. Her dem alîkariya derdora xwe dikir. Zirarê vî ji tu kesî re tune bû. Hevalên vî, derdora vî gelek jê hez dikir. Her dem rûken bû. Kengê pere dikete destê vî, diçû dida kesên belengaz. Destê vî ji derdora xwe re gelek vekirîbû. Her tişt parce dikir, lê çûyina xwe ji me veşart.”
‘Dive kiryar bên darizandin ku êşa me kêm bibe’
Adem Ozdemîr da zanîn ku dema komkujî bihîst gelek xemgîn bû û wiha bi lev kir: “Veysel çû pişta me jikeşt. Bi çûyîna Veysel em jî çûn. Dema min bûyerê bihîst ez gelek xemgîn bûm. Wî hêz dida malbatê. Her tiştê me destê vî de bû. Her kes her tiştê xwe jê re digot. Piştî komkujiyê doz hat vekirin. Lê tu tişt jê derneket. Em mafê zarokên xwe dixwazin. Divê edalet bi cih bê. Kesên ku komkujî pêk anîne divê derkevê holê. Divê kiryar bên darizandin. Divê dewlet vê dozê bişopînê. Ev bûyer çawa pêk hat, kê plansaziya vê kir? Divê ev tev derkevin holê. Em ji dewletê vê tiştê dixwazin. Tu zirarê zarokên min li tu kesî tunebû. Di vê dozê edalet pêk werê dê êşa me jî hinekê kêm bibê. Heta ku edalet pêk werê em ê li vir bin. Divê lêkolînekî baş pêk were. Divê demildest doz bê şopandin û hesab bê dayîn.”