Amed– Siddik Guler ê 85 salî ku ji ber nexweşiya xwe bi rapora ATKê ya “nikare bi tena serê xwe bijî” piştî 26 salan ji girtîgehê hate berdan got: “Ji bo aştiyek pêk bê, divê ewilî girtiyên nexweş bên berdan.’
Siddik Guler anî ziman ku li 11 girtîgehan gerandin û dema ew ji bo nexweşiyê dibirin nexweşxaneyê ji bijîjkan re digotin ‘Ev terorîst e.’ û heqaret lê dikirin.
Derbarê girtiyê nexweşê giran Siddik Guler ê 85 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê dihate ragirtin de di 18ê Tîrmehê de biryara berdanê hate dayîn. Parêzerên Guler, ji bo ew sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) were kirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê dan. Siddik Guler di 20ê Hezîranê de sewqî ATKê hatibû kirin. Lijneya Îxtîsasê ya 11emîn a ATKê rapora xwe ya têkildarî mûayeneya Siddik Guler di 27ê Hezîranê amade kiribû. Lijneyê rewşa nexweşiya Siddik Guler li ber çavan girt û rapora “Nikara bi tena serê xwe bijî” amade kiribû.
Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê jî di 3yê Hezîranê de bi nivîsekê têkildarî rewşa Siddik Guler ji Midûriyeta Polîsan a Alîşan a li navçeya Peyas a Amedê pirsa “Ji bo civakê xeter e” kir. Midûriyeta polîsan jî bersiva dozger da û diyar kir ku Siddik Guler “Ji bo civakê ne xetere ye”.
Li ser vê yekê derbarê Siddik Guler de biryara berdanê hate dayîn. Siddik Guler di 18ê Tîrmehê de ji girtîgehê hate berdan. Parêzerên Siddik Guler ew pêşwazî kirin û birin Şaxa Saziya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îskenderûnê. Malbata Guler a ji Amedê çû Îskenderûnê ew ji wir anîn mala xwe ya li Amedê. Siddik Guler ê nêzî 27 salan li girtîgehê hate ragirtin qala rewşa xwe ya li girtîgehê kir.
‘Rayedaran rapora nexweşxaneyê betal dikir’
Siddik Guler, bi lêv kir ku salên dawî tehde û zilmeke zêde lê hatiye kirin û wiha got: “Nexweşxaneyan rapor didan min rayedaran rapor betal dikirin. Niyeta wan nebû ku min berdin. Ez 85 salî me û nexweş im. Ji ber wê hatim berdan. Zilm pir zor e. Zilma li girtîgehan pir zor e. Bijîjkê girtîgehê hebên ku min dinivîsandin nedianîn. Vaye sê meh bûn heb nedane min. Me pir tehde û zilm dît. Lê îro li malê me. Îro pêvajoyeke aştiyê heye. Bi rêya gelê me, parlamenterên me, parazvanên mafên mirovan, parêzerên me îro hatime berdan û di nava malbata xwe de me.”
Li 11 girtîgehan gerandin
Siddik Guler, da zanîn ku dema hat girtin tu nexweşiyên wî tunebûn. û wiha domand: “Ez li 11 girtîgehan gerandim. Wexta ez hatim girtin tenduristiya min baş bû. Nêzî deh sal in ez bi van nexweşiyan ketime. Wexta ez dibirim nexweşxaneyê ji bijîjkan re digotin ev ‘terorîst’ e. Ji ber vê tedawiya min nedihate kirin. Carekê li Îskenderûnê ez heft caran vala vala birim nexweşxaneyê û anîm. Ez dibirim li wir dihiştin û dîsa bi paş ve dianîm.”
‘Ez bi rîngê dibirim her derê’
Siddik Guler, bi lêv kir ku dema sirgûnan û sewqkirinên nexweşxaneyan de her tim ew bi rîngê dibirin û wiha pê de çû: “Wexta vê dawiyê ez anîm Îskenderûnê min daxwaz kir ku bi pereyê xwe bi balafirê werim. Wekî din çûyîna min a Saziya Tiba Edlî û her derên din bi rîngê bû. Ez her tim bi rîngê dibirim. Car hebû ez ji rîngê dernedixistim. Carekê ez ji Îskenderûnê birim li Afyonê çûm tuwaletê. Di rê de xwarin jî nedidan. Birçî em diçûn birçî em dihatin. Dema ez dibirim nexweşxaneyê an Saziya Tiba Edlî kursiya bi teker ji min distandin. Digotin ‘tu dikarî li ser xwe bigerî’. Min digot nikarim bigerim bi zorê ez digerandim. Li Menemenê zilmeke pir zêde li min kirin. Loma min jî dermankirina wan qebûl nekir. Vê dawiyê ji bo raporê ez xistim heyetê. Min ji serokê heyetê re got ‘li Îskenderûnê rapor dan min lê betal kirin’. Li Îskenderûn û Menemenê zilmeke pir zêde li min kirin.”
‘Divê hemû girtiyên nexweş bên berdan’
Siddik Guler bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Menemenê hin girtî li ber mirinê bûn. Lê ew bernedidan. Dest, ling û çavên gelek kesan tune bûn. Heke îro edalet hebûya ev kes di girtîgehan de nediman. Kesê destê wî çavên wî tune bin dê çawa li xwe binere. Divê hemû girtiyên nexweş bên berdan. Bi vê pêvajoya aştiyê keyfa me hat. Em dixwazin xwîn nayê rijandin. Em dixwazin aştiyeke di çarçove heq, hiqûq û edaletê de pêk bê. Li gorî vê divê heqê herkesê bê dayîn. Baweriya me bi pêvajoyê heye.”
‘Serok Apo were berdan dê aştiyeke xurt pêk were’
Siddik Guler bal kişand ser pêvajoya heyî û ev tişt got: “Rêya vê pêvajoyê Serok Apo xêz dike, encax ew dizane ku ev mesele dê çawa were çareserkirin. Heke em bixwazin aştiyek pêk were divê ewilî girtiyên nexweş bên berdan. Piştî aştî pêk hat Serok Apo jî dê were berdan. Wê civak di nav xwişk û biratiyê de bijî. Em dixwazin Serok Apo were berdan ku aştiyeke xurt pêk were. Îşelah Serok Apo û dewlet dê aştiyeke baş pêk bînin.”
Siddik Guler kî ye?
Di 22yê Hezîrana 1992yan de li gundê Kerxê yê navçeya Bismil a Amedê di navbera leşker û gerîlayên PKKê de şer diqewime. Pişt re leşker piştî du salan di 14ê Sibata 1994an de bi ser mala Siddik Guler a li gundê Kerxê yê navçeya Bismil a Amedê de digirin û wî binçav dikin. Di serdegirtinê de leşker dest danîn ser çeka Guler a bi ruhset û vê çekê weke “delîla sûc” nîşan didin. Li gel ku delîlek nebû jî, dadgeh îdia dike ku Siddik Guler ketiye şer. Siddik Guler ê li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) tê darizandin, di sibata 1994an de bi sûcdariya “Yekitiya dewletê xirekir” tê girtin û 36 sal cezayê hefsê yê muebbetê lê tê birîn. Piştî guhertina qanûnan a di sala 2003yan de tê bêrdan lê ji heman sûcî di Hezîrana 2009an de dîsa tê girtin. Di vê pêvajoya girtinê de nexweşiyên weke hipertansiyon, dil, hestî, ba, mîde, alzhimer, fitik, nebihîstinê li Siddik Guler peyda dibin û Guler neçar dimîne jiyana xwe bi kursiya biteker bidomîne. Her wiha di vê pêvajoyê de Siddik Guler bi rêzê li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, Girtîgeha Tîpa E ya Yozgatê, Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, Girtîgeha Sêrtê, Midyadê, Girtîgeha Tîpa D a Amedê, Girtîgehên Tîpa L û Tîpa H ên Dîlokê, Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê, Girtîgeha Tîpa R a Menemenê û herî dawî dîsa li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê tê ragirtin. Herî dawî di 18ê Tîrmehê de ji Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê serbest hat berdan.