Di 30ê Çileya 1933an de Adolf Hîtler piştî ku ji hilbijartinên 1932an bi partiya xwe ya bi navê Nazî serket li Almanyayê bibû serokwezîr. Di 23ê Adara 1933an de Hîtler bi qanûneke nû hemû derfetên dewletê xist di bin kontrola xwe de û dîktatoriya xwe mayînde kir.
Hîtler, di pirtûka xwe ya bi navê “Şerê Min” a di 1925an de nivîsandî gelê cihû wekî dijminê gelê Alman bi nav dike. Bi vî rengî nefreta xwe ya li dijî civaka gelê wekî birdozî amade dike. Piştî ku li Almanyayê hat ser desthilatdariyê û hêz bû ev nefret û hestên wî yên nîjadperest derket asta herî jor û li her deverê Almanyayê li dijî cihûyan êrîş da destpêkirin. Hema hema her rojê bi sedan cihû dihatin kuştin, êrîşê mal û dikanên wan dihatin kirin û şewitandin, êrîş dibirin li ser Sînagogan û li ser dîwaran dihat nivîsandin ku li cem cihûyan bazarê nekin û têkilî nedanin. Di sala 1935an de mafê cihûyan ên hembajariyê jî ji wan hatibû sitandin. Bi van polîtîkayan êrîşên li dijî cihûyan sîstematîze bibûn.
Di şeva 9-10ê Mijdara 1938an de li Almanya û Avûstûryayê êrîşên li dijî cihûyan derketibû asta herî jor. Bi hezaran cihû hatibûn girtin û qetil kirin. Ji sala 1941an heta sala 1945an dîsa bi dehan cihû di kampên komkirî de hatibûn qetilkirin û di nava 12 salan de 6 mîlyon ji wan hatibûn qetilkirin. Ev komkujiya ku Hîtler û partiya wî ya faşîst a bi navê Nazî kirine wekî sûcên mirovahiyê hatibû qebûlkirin û wekî Holokaust hatibû bi nav kirin.
Piştî ku artêşa Rûsyaya Sovyet derdora Almanyayê dorpêç kir Hîtler têkçûna xwe qebûl kir û di 30ê nîsana 1945an de xwe bi çeka xwe kuşt. Hîtler di 12 salên ku li ser desthilatdariyê bi rêbazên cur be cur xwest hebûn û nirxên cihuyan ji holê rake. Bi milyonan alman piştgirî didan van polîtîkayên wî û ew jî ji vê rewşê hêz digirt. Di salên 1945-1946an de ji bo ku leşker, general, wezîr û rêvebirên partiya Nazî yên sûcdar bên darizandin Doza Nurnbergê hatibû vekirin. Di vê dozê de rûreşî, komkujî, sûcên şer, sûcên li dijî mirovahiyê û nemaze sûcên li dijî aşitiyê yên Naziyan dihat darizandin. Di demekê ev kesên ku hemû hêz û derfet di destên wan de vê carê li ser kursiyê sûcdariyê runiştibûn.
Rewşa Hîtler a 12 salan û partiya wî bi heman rengî tabloya niha ya Erdogan û AKPê nîşan dide. Lewre Erdogan jî wekî Hîtler bû desthilatdar, hemû derfetên dewletê xist di bin kontrola xwe de û bi heman rêbazên Hîtler û Naziyan ji 2002an ve êrîşê hebûn û hemû destkeftiyên kurdan dike.
Di nava van 23 salan de desthilatdariya AKP û Erdogan bi heman sûcên dij-mirovî û komkujîkerî cih û warên kurdan bombebaran dike, sivîl û jinan qetil dike, xwezaya kurdan talan dike, destdirêjiyê li nirxên kurdî dike, zimanê kurdî tune dihesibîne, kurd û dostên kurdan dixe li zindanan, êrîşê dibe li ser partî, sazî, dezgeh û komelên kurdan. Di nava van 23 salan de çi tişta ku bêhna kurd û kurdistanî jê be Erdogan û AKPê dijminatiya wê kiriye.
Niha jî bi salane û heta di van demên dawiyê de van sûcên xwe berdewam dikin. Bi rojane amadekariyên şer dikin ji bo ku destkeftiyên kurd,ermen,suryan û ereb ên li rojava têk bibin. Bi heman nexweşiya Hîtler tevdigere û hêza mezin û statuya li rojava bûyê xewnên reş ê Erdogan. Bi vê nexweşiyê dest ji dijminatiya kurdan nakêşe û bi vî rengî ber bi dawiya xwe ve diçe.
Helbet çawa ku Hîtler ji ber nexweşiya dîktatoriyê xwe kuşt û partiya Naziyan sucdar hat darizandin û ewqas derfet ji destê wan ket, dê Erdogan û AKP jî li pêşberî milyonan mirov de wekî sucdarên gelê kurd, ermen, suryan, êzidî û hwd. bên darizandin. Sûcên Erdogan û AKPê ji yên Hîtler û Naziyan zêdetir in. Lewre Erdogan bi salane piştgiriyê dide çeteyên mîna DAIŞ, Artêşa Sûriya Azad û hwd. Bi van çeteyan li Şengalê komkujî li gelê êzidî kir, bi salane êrîşê rojavayê Kurdistanê dike, di jêrzemînên Cizîrê de bi sedan kurd bi saxî qetil kir, bi destê DAIŞê li Amed, Pirsûs û Enqerê bombe di nava gel û ciwanan de teqand û hwd. Heke di demê pêş de sûcên Erdogan ê li dijî gelê Kurd û gelan bê nivîsandin dê rûpel bi têrî nekin. Ji ber vê rewşa xwe dê Erdogan û AKP jî wê wekî heman doza Nurnbergê ku çawa li Naziyan hatibû vekirin, bên darizandin û li pêşberî wijdan, exlaq û hiqûqa mirovahî û Kurd, Suryan, Ermen û Êzîdiyan de neyên efû kirin.