* Endamê OHDê Veysî Atmaca têkildarî komîsyona ku li meclisê bê avakirin diyar kir ku divê her beşên civakê tev li komîsyonê bibin û got: “Divê hemû nûnerên civakê tev li vê komisyonê bibin û xizmeta aştiyê bikin.”
* DEM Partî 2emîn kongreya asayî ya navçeya Cizîrê li dar dixe. (11.00)
* Dayikên Şemiyê, ji bo winda bêne dîtin û hesap ji sûcdaran bê pirsin dê di hefteya 1062emîn li Qada Galatasarayê kom bibin. (12:00)
* Çalakiya “Bila winda bê dîtin, Sûcdar bê darizandin” dê li Amed û Êlihê bê lidarxistin. (12:00)
* 697’emîn “Rûniştina F” ku ji aliyê ÎHDê ve her hefte ji bo balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş tê lidarxistin, dê li ber avahiya komeleyê ya li Beyogluyê bê lidarxistin. (13:30)